Sêşem, 30 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rapora OHD’ê: Îdiayên êşkenceyê yên li girtîgehan zêde dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dozger û parêzeran tehliyeya Ayşe Gokkan xwest, dadgehê red kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saziyên Zimanê Kurdî ji bo mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ banga tevlîbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KONGRA-GEL peyama sersalê: Em azadî û civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Sala nû bila bibe sala aştiyê ne ya şer

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Koma 175’an çalakiya nobetê ya li Mexmûrê dewr girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê peyama sersalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Roboskî: Em edaletê dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mafê hêviyê bêyî derengxistinê divê bi cih bê anîn, pêşî li aştiyê bê vekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê protestoyên li dijî bêdaletiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ezîze Muradiyan 8 roj in di greva birçîbûnê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dewleta Îranê 10 jinên Bahaî girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 2025’an de berxwedana jinan a di nava rastgirî, şer û krîzan de

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Bêrîtan Fûad hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    400 aktîvîstan ji bo Zehra Şehbaz Teberî bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xalide Engîzek: Heval Berfîn bû sembola ked û fedakariyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li dijî heqaret û êrişên li hemberî Leyla Zana gilî hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Girtiyên PKK û PAJK’ê: Em derbasî qonaxeke nû dibin, berxwedanê mezin bikin
Rojane

Girtiyên PKK û PAJK’ê: Em derbasî qonaxeke nû dibin, berxwedanê mezin bikin

Girtiyên PKK û PAJK'ê berxwedana greva birçîbûnê temam kirin û biryar dan ku telefon û serdana malbatan boykot bikin. Girtiyan gotin, "Em derbasî qonaxeke nû bûne. Bang li gelên xwe dikin ku berxwedanê mezin bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Beriya her tiştî em gelê xwe, gelên xwe yên ku bi reng û nirxên xwe yên çandî herikîn qadên Newrozê, bi biryardariya têkoşînê li dora agir govenda azadiyê gerandin, eşq, coş û kelecana têkoşînê dan mirovahiyê, her wiha gelê xwe û dostên xwe yên ku di hilbijartinên xwecihî de serketineke mezin bi dest xistin, li dijî rêxistiya çete ya faşîst a AKP-MHP’ê ya ku îradeya gelê me tine dihesibîne di serî de li Wanê li tevahiya Kurdistanê rabûne serhildana azadiyê, ji dil silav dikin, hezkirin û hurmetên xwe pêşkêş dikin.

Pêngava pêngavî ya bi dirûşma “Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re” hate destpêkirin, weke eniya zindanê di 27’ê Mijdara 2023’an de bi çalakiya xwe ya Greva Birçîbûnê ya Dorveger û çalakiyên cuda tevlî bûn û li gorî rewşê me ragihandibû ku em ê rêbaza çalakiyên xwe diyar bikin. Di dawiya çar mehên dawî de em gihîştine qonaxeke nû. Çalakiya me ya greva birçîbûnê ya ji bo azadiyê û gavavêtina ji bo demokrasiyê, bi 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê me re gihîştiye qonaxeke nû. Dadgehên mêtinger bi taybetmendiyên xwe yên faşîst, cihêkar û nijadperest bi têra xwe teşhîr bûne û dema ku mijar dibe rastiya Kurdan qanûnên xwe jî nas nakin. Lewma weke girtiyan me pêwîstî pê dît ku dadgehên mêtingeriyê boykot bikin, axaftina bi telefonê ya heftane û serdanên malbatan boykot bikin.

Rêber Apo bi misogeriya gel ê azad bû yek û ev yekbûn di kesayetiya xwe de şênber kir, bi vî rengî xeteke Rêbertî afirand, di şexsê hebûna Kurdan de pêngavek avêt, ev pêngav li asta navneteweyî belav bû û hemû gel di alternatîfa Neteweya Demokratîk de gihand hev. Li gel red û înkarê, li gel şer û qirkirinê, gelên me li hemberî her cûre jehrê neteweperestiyê û ntewe dewletê, li dora daxwaza demokrasî, azadî û wekheviyê bûn yek û ev yek jî bi fikrê neteweya demokratîk pêk anî. Bicihhatina vî fikrî bi Rêber Apo, bi Neteweya Demokratîk a Rêber Apo re şênber bûye. Lewma daxwaza ji bo azadiya Rêber Apo tê wateya daxwaza demokrasî, wekhevî û azadiya hemû gelan. Di çarçoveya dilsoziya bi Rêber Apo re divê wateyeke bi vî rengî li rojbûna 4’ê Nîsanê bê kirin, weke gava destpêkê ya xeta berxwedan, îsyan û avakirinê bê dîtin.

Madem ku em dibêjin azadiya Rêber Apo azadiya gelan e, wê demê divê em zanibin ku tecrîda li ser Rêberê me kelepçeyeke ku li daxwaza jiyana bi hev re, ruhê piştevaniyê yê gelên me ye. Di serî de malbatên me bila gelên me hemû zanibin ku bi vê têgihiştinê me biryar dane ku bi telefonê neaxivin û tevlî serdanê nebin. Her mirovekî xwedî wesfa mirovbûnê divê fêhm bike bê neaxaftin û nedîtina mirovên jê hez dikin tê çi wateyê. Bêguman divê ev bê kirin. Lê belê em zanin ku di serdemeke welê de ne ku mirov ji mirovbûnê hatiye derxistin, ezeztî li her derê belav bûye û di bin dorpêçiya mêtingeriyeke bi vî rengî de ne.

Ji dagirkeriya aborî heta bi dagirkreiya çandî û siyasî, hewl tê dayin ku bi her awayî dagirkerî li Kurdistanê bê kirin. Di hilbijartinên xwecihî de gelê Kurdistanê îradeyeke mezin nîşan da û nîşanî dost û dijminan da ku Kurd ên azad, Kurdistan a azad têk neçûye, hîn li ser piyan e. Rêxistiniya çete ya faşîst a AKP-MHP’ê ku li pêşberî îradeya mezin a gel û dostên me hejiya, li pêşberî vê îradeyê her cûre rêbazên darbeyê li Kurdistanê xiste dewrê, ji aliyê siyasî ve hewl da darbeyekê bike. Di serî de xelkê me yê Wanê, ji Botanê heta Serhedê gelê me bi agirê azadî û îsyanê xwedî li hevşaredarên xwe derdikeve ku îradeya wan a siyasî ey û bersiva pêwîst dide çeteyên faşîst. Em bang li gelê me û dostên me hemûyan dikin ku li dora vê berxwedana azadiyê bibin yek, têkoşîna berxwedanê ya li Botan û Serhedê pêk tê mezin bikin. Gelê me li dora paradîgma û felsefeya azadiyê ya Rêber Apo êdî ji bo xwe û gelan şer dike û têdikoşe. Ji ber vê yekê êrîşî Rêber Apo dikin û wî tecrîd dikin. Rêber Apo gelê Kurd bi xwe ye, şênberbûna Kurd ê azad e, rabûna li têkoşîna azadiyê ye. Hevpariya li berxwedana Rêber Apo wezîfeyeke me ya polîtîk û exlaqî ye ku barê têkoşînê hilgirin.

Bi vî fikrî û van hestan em çalakiya xwe ya Greva Birçîbûnê ya Dorveger a ku me heta niha dimeşan di 4’ê Nîsana 2024’an de bi dawî dikin, rojbûna 75’an a Rêberê xwe, lehengiya kedê ya mezin bi hezkirin û dilsoziyeke mezin silav dikin, 4’ê Nîsanê ku rojbûna azad e di serî de li Rêber Apo li şehîdên têkoşîna azadiyê, li gerîlayên bi fedaî şer dikin, li gelê me û gelan pîroz dikin. Em dixwazin ragihînin ku em ê pêngava xwe ya ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re’ ji 4’ê Nîsanê û pê ve bi dirûşma ‘Jiyana bi Rêberê xwe re ya di heman şertî de’ bi boykotkirina dadgeh, serdana malbatê û axaftina bi telefonê bimeşînin.

Em bang li gelên xwe dikin ku li ser xeta avakirin, îsyan û berxwedanê, azadiyê li her qadê bi rengekî çalak biparêzin, xwedî lê derkevin, bi dilsoziya bi rastiya gel a azad em silav, hurmet û hezkirinên xwe pêşkêş dikin. Herî dawî em hevalê xwe Mûtlak Tozûn ku li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê nexweş ket û şehîd bû, bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînin. Em ê hevalê xwe ji bîr nekin ku bi têkoşîna xwe ya 30 salan li zindana mêtingeriyê serî netewand, il dijî kiryarên teslîmiyetê li gel nexweşiyê jî li ber xwe da û weke hevrêyên wî yên PKK û PAJK’ê em ê li ser bingeha xeta berxwedanê ya hevalê xwe Mûtlak bimeşin. Di şexsê hevalê xwe Mûtlak de em şehîdên azadiyê yên Kurdistanê careke din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, sersaxiyê ji malbata xwe ya hêza ya Tozûn û tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê re dixwazin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê MAK: Divê bi îsyanê bersiv ji desteserkirina îradeyê re bê dayin
Nûçeya Pişt re Xelkê Şengalê dewleta Tirk û PDK şermezar kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partiyê serdana CHP’ê kir: Bila komîsyonek were avakirin, daraza serbixwe bikeve dewrê

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re serdana Serokê Giştî yê…

Ji aliyê Stêrk TV

Guleç: Ji bo civak xwedî li pêvajoyê derkeve, gaveke girîng bû

Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç ji bo banga bi dîmen a Rêber Apo got, ji…

Ji aliyê Stêrk TV

JRO: Di dengdana taybet de mafê rojnamevanan hate binpêkirin

Rêxistina Nûçegihanên ji bo Maf û Geşepêdanê (JRO) ragihand ku di dengdana taybet a ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

QSDˊê bersiv da êrîşên bi dronê yên li serdora Bendava Tişrînê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rapora OHD’ê: Îdiayên êşkenceyê yên li girtîgehan zêde dibin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

DYE’yê li dijî Venezûelayê yekem êrîşa xwe ya rasterast pêk anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rêveberiya Xweser 1’ê Çileyê kir betlane

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?