Çarşem, 9 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 9’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mizrakli serdana gora Sirri Sureyya Onder kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Selçûk Mizrakli: Divê pêvajo bi zelalî bê meşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya ‘Sêşemên na ji darvekirinê re‘ di hefteya 137’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Selçûk Mizrakli hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Uçar: Tevgera Azadiyê di heman demê de tevgereke Elewiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Wasiyeta dayika ku li Garzanê li cenazeyên xwe digeriya: Hestî jî be wan bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê şehîdên azadiyê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şengalê bang li hikûmeta Iraqê kir: Em rêveberiya leşkerî qebûl nakin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Komunîst a Kurdisanê: Em piştgiriyê didin pêşniyara Abdullah Ocalan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna cangoriyan a li Êlihê bi dirûşman destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariya ji bo zivistanê ji ber bihabûnê kêm bûye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çeteleya JINNEWS’ê ya Tebaxê: 22 jin û 3 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara femînîst Robin Morgan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK: Em berxwedana gelê Şirnexê ya li dijî êrîşa zayendî silav dikin
Jin

KJK: Em berxwedana gelê Şirnexê ya li dijî êrîşa zayendî silav dikin

Koordînasyona KJK'ê daxuyand ku piştî hilbijartinan çeteyên sûcê zayendî yên şerê taybet li dijî jinên Kurd ketin dewrê û got, "Divê Kurdistanî li dijî êrîşên rêxistinî û kesên tiryak-fuhûş-îstîsmara zayendî dimeşînin yekser bi xweparastinê bide wan.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî berxwedana xweparastina gelê Şirnexê ya li hemberî êrîşa zayendî ya duh bi şev a li dijî jina Kurd pêk hat, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Xweparastina gelê Şirnexê ya li dijî endamê hêza taybet ê dewleta Tirk a li hemberî êrîşa zayendî jina Kurd, divê şerê rûmetê çawa be nîşanî me da. Şoreşa demokratîk a ku gelê me di hilbijartinan de  nîşan da û berxwedana xweparastinê ya gelê Şirnexê gelekî bi rûmet in û em vê berxwedanê silav dikin.”

Di daxuyaniya nivîskî ya Koordînasyona KJK’ê ya ji bo raya giştî ya demokratîk de ev tişt hatin gotin:

“Êrîşên dagirkeriyê yên ku hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê di çarçoveya plana têkbirina têkoşîna azadiya gelê me de pêk tîne, bi pêkanînên şerê taybet li her qadên leşkerî, siyasî, civakî û çandî pêk tê. Hewl dide gelê Kurd ji hemû nirx û amûrên xweparastinê bêpar bike da ku gelê Kurd bê nasname bihêle û teslîm bigire. Ji bo vê jî rejîma qirker plana xwe ya darbe û dagirkeriyê li her qadê pêk tîne. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku dijminatiya gelên hêja yên Kurdistanê, jin û ciwanên Kurd ên birûmet ên ku bi xweparastin, parastin û berxwedana xwe ya bêhempa di dîroka cîhanê û mirovahiyê de navê xwe dane nasîn, ji bo tunekirina gelê Kurd ê azad û jiyana azad a ku bi berxwedana 50 salan hatiye afirandin tiryak, fuhûş, sîxurtî, pêçkirina çand û civakbûnê bi destên çeteyên şerê taybet, tevgerên sosyal-çandî yên mêtingeriyê xistine meriyetê Li ser vê bingehê jin û ciwan komên ku rasterast dibin navenda hedefa rejîma faşîst.

SÛCÊN ÊRÎŞÊN ZAYENDÎ TÊN KIRIN

Şoreşa demokratîk û tevgerên berxwedanê yên ku Tevgera Azadiya Jinên Kurd li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” pêşxistiye xeta azadiyê ya serdema me diyar kiriye. Jinên Kurd, Ereb, Tirk, Fars, Ermen û Suryan êdî bûne xwedî hêza ku xwe û çarenûsa cîhanê diyar bikin. Ev hemû paradîgma û hêzên hegemonîk û baviksalarî ditirsîne. Ji ber vê yekê hêzên dij-şoreş, baviksalarî yên herêmê di şexsê AKP-MHP’ê de li dijî jinên Kurd û tevgera azadiyê tifaqeke veşartî ya bi şêwaza DAIŞ’ê pêş dixin. Li Kurdistanê bi sed hezaran leşker, polîs, cerdevan, sîxur û dûvikên wan û DAIŞ weke hêza tecawiz û şîdetê li dijî jinan tên bi cih kirin û bi vê armancê pêşî li çareseriya neteweya demokratîk a li ser bingeha azadiya jinê li Rojhilata Navîn digirin. Hêzên dij-şoreş û mîlîtarîst ên li dijî gelê Kurd birêxistin bûne û jinên Kurd jiyana jinên Tirk, Ereb û Fars mîlîtarîze dikin, di encamê de tundiya li ser jinê, xizanî û koletiyê pêk tê. Di vê wateyê de êrîşên qirkirinê û êrîşên zayendî yên li dijî jinên Kurd tê wateya qirkirin û sûcên tundiyê yên li dijî jinên Rojhilata Navîn.

EM BI BERXWEDANA XWEPARASTINÊ YA GELÊ XWE SERBILIND IN

Li Tirkiye û Kurdistanê hilbijartineke şoreşgerî ya demokratîk pêk hat û gelê me bi serhildana xwe ya bi heybet a li dijî qeyûman mînaka xweparastinê ya berbiçav nîşan da. Yek ji cihên ku bi rêbazên herî hovane dagirkerî lê hatiye kirin, Şirnex û gelê me yê qehreman Botan e. Di roja hilbijartinê de îradeya gelê Şirnexê ji aliyê rejîma qirker a faşîst a AKP-MHP’ê ve bi pêngaveke dagirkeriyê hat xespkirin. Mirov bifikire ku tenê îradeya gelê Şirnexê hatiye desteserkirin şaşiyeke mezin e. Ger îradeya gel li her derê ji aliyê bi deh hezaran leşker û polîsan ve were desteserkirin, ev tê wê wateyê ku vîna hemû welat hatiye desteserkirin. Di vê wateyê de pîvana dayîna serkeftineke demokratîk a hilbijartinan ew e ku bi têkoşîna hemû hêzên demokratîk û mûxalîf îradeya desteserkirî ya gelê Şirnexê paşve bê girtin.

Piştî hilbijartinan demek kurt çeteyên sûcên zayendî li dijî jinên Kurd dest bi şerê taybet kirin. Li hemberî êrîşa zayendî ya jineke Kurd a li Şirnexê, xweparastina hêzên şerê taybet a dewleta Tirk nîşan da ku divê şerê rûmetê çawa be. Em bi şoreşa demokratîk a gelê me ya di hilbijartinan de nîşan da û berxwedana xweparastinê ya gelê Şirnexê gelekî bi rûmet in û em berxwedanê silav dikin. Dîrokê careke din nîşan da ku ji gelê ku rêveberiya xwe û xweparastinê diparêze mezintir tu hêz û dewlet nîne. Careke din hate îspatkirin ku gelê Kurd bûye xwedî îradeyeke bêserûber ku divê guman jê neyê kirin. Û ev îrade, ev azweriya azadiyê tu carî nayê girtin.

DIVÊ EM NEHÊLIN KU DEST BIDIN RÛMETA ME

Li ser vê bingehê banga me li hemû gelên Kurdistanê, jin, tevgerên jin û ciwanan ev e; Divê her kes li hemberî polîtîkayên şerê taybet cîran, heval, zarok û hevalên xwe ronî bike û hişyar bike, derdora xwe ya nêzîk li hemberî şerê taybet biparêze. Ev şerê namûsê ye û divê em tu carî tehemûl nekin ku dest biavêjin rûmeta me. Tevgerên jinan û rêxistinên girseyî yên demokratîk divê li dijî her cure hişyarî, perwerde, rêxistinbûn û çalakiyên xweparastinê û her wiha li dijî pêkanînên şerê taybet seferber bibin. Divê sazî û xebatkarên dewleta kolonyalîst ji aliyê civakî û çandî ve bên îzolekirin. Divê her welatiyekî Kurd li dijî rêxistinên narkotîk, fuhuş, êrîşên zayendî yên li dijî jin û ciwanên Kurd, rasterast bersiva xweparastinê bide. Divê tu jineke Kurd kêliyekê jî êrîşên li ser rûmeta xwe tehemûl neke û parastina xwe bike.

Li ser vê bingehê em bang li tevgerên jinan, gelên çar parçeyên Kurdistanê û eniya demokratîk a Tirkiyeyê dikin ku li dijî êrîşên dagirkerî ên li ser gelê Şirnexê bi tenê nemînin û weke rojeva sereke ya têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê binirxînin. Di vê wateyê de Şirnex Amed, Êlih, Mûş, Riha, Mêrdîn, Îdir, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn e. Şirnex Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ye. Werin em Şirnexê bikin navenda têkoşîna demokratîk û li Botana birûmet berxwedana jinan bilind bikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Sydneyê êrîşa bi kêrê: 6 kes mirin
Nûçeya Pişt re Leşkerê Tirk ê ku li Şirnexê êrîşa zayendî pêk anî hat binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îlham Ehmed: Di mijara çareseriyê de em bi biryar in ku lihevkirenekê bikin

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed anî ziman ku projeya…

Ji aliyê Stêrk TV

Fatma Bostan Unsal Paketa Darazê ya 10’emîn rexne kir

Fatma Bostan Unsal paketa darazê ya nû rexne kir û got, "Pêwîstî bi sererastkirineke wekhev…

Ji aliyê Stêrk TV

Qubad Talabanî û Waliyê Silêmaniyê êrîşa li dijî rojnamevanan şermezar kirin

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya demborî Qubad Talebanî diyar kir ku qetilkirina du rojnamevanan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?