Şemî, 14 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sosyolog Michel Kokoreff: Em şahidiya şiyarbûna siyasî ya nifşekî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ciwanên ku bi torên sûc re rû bi rû dimînin, ji bo paşerojê pirsgirêkeke cidî ava dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arzoxliyê berxwedana li dijî GES’ê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Gimgimê nobeta li dijî projeya JES’ê di roja 194’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji MATUHAYDER’ê ji bo girtiyên jin banga azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji DAÎŞ’ê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê şehadeta Dersim Behar ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê li dû şopa şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir: Şengal wê bi îradeya xwe azad bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin Kudat ê ku berdana wî 6 caran hat astengkirin piştî 34 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 2 rojnamevanên jin cezayê hepsa malê û qedexeya derketina derveyî welat hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Daxuyanî û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê starda 25’ê Mijdarê: ‘Li Kurdistanê birêxistinbûna jinan nayê astengkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Bi rêya komunên jinan xwe digihînin civakê
Jin

Bi rêya komunên jinan xwe digihînin civakê

Komunên jinan ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi rêya jinan xwe digihîne civakê û bingeha perwerdeyê datînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, rêxistiniya jinan, bi rêya komunên jinan, mala jinê, meclîsa jinê û komîteyên jinê xwe hîn xurt dike. Endama Koordînasyona Helebê ya Kongra Star Fehîme Hemo anî ziman, hêza ku civakê bi rêxistin û perwerde dike, jin e.

Endama Koordînasyona Helebê ya Kongra Star Fehîme Hemo ji ANF’ê re axivî û bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salên 1990’î de çû Helebê, bi gelek malbatên welatparêz re yekser hevdîtin kir û bi rêxistin kir. Fehîme Hemo diyar kir ku jinan destpêkê bi karên girseyî zend û bend ba dan, piştre hewl dan xwe bigihînin malbatan û jinan û got, “Di sala 2011’an de heta krîza Sûriyeyê jinan li ser vê mîrateyê kar dikirin û xwe bi rêxistin dikirin.”

ŞEHADETA GULÊ SELMO

Fehîme Hemo bi bîr xist ku di sala 2013’an de ji ber êrîşên ji be tevlîhevîya rejîma Sûriyeyê afirand Gulê Selmo şehîd bû û got, “Diviyabû jinan rêxistiniyeke hîn xurt ava kiribûna. Di vê çarçoveyê de sala 2013’an gava me ya destpêkê jî avakirina Mala Jinê bû. Hîmê rêxistiniya jinê li ser bingeha felsefeya Rêber Apo hate danîn. Piştre jî bi pêşengiya saziyan li Mala Jinê jinan cihê xwe girtin. Bi vî rengî yekser tevlî rêxistiniya civakê bûn. Ev gav diviyabû tenê ji bo jinên Kurd nebûya. Ji bo jinên Ereb jî xwe bi rêxistin bikin, perwerde bikin û bigihêjin asta pêşengiyê, di sala 2013-2014’an de jinên ji gelê Ereb jî tevlî perwerdeyan hatin kirin û yekser beşdarî karên Mala Jinê bûn. Ji bo Kongra Star karibe xwe bi rengekî hîn baştir bi rêxistin bike pêwîstî bi komun, meclîs û komîteyan hebû.”

3 MECLÎSÊN JINAN, 46 KOMUNÊN JINAN

Fehîme Hemo diyar kir ku komunên jinan di sala 2015’an de hatin avakirin û got, “Piştî ku komun hatin avakirin 3 meclîsên jinan ava bûn. Li Meclîsa Şehîd Rûken Zerdeşt 10 komunên jinan, li Meclîsa Şehîd Gulê Selmo 13 komunên jinan û li Meclîsa Şehîd Şîlan Kobanê jî 23 komunên jinan hene. Li gorî pêwîstiyên komunan komîte têne avakirin. Komîteyên perwerde, tenduristî û ciwanan dibin esasê her komunê. Armanca me ya esasî ji komunan afirandina civakeke hîn rêxistinbûyî ye. Bi rêya komunan em dikarin xwe bigihînin her beşa civakê. Komunên ku civakê perwerde, bi rêxistin dike û dibe hêza çareseriyê, bingeha civakê ye.

ÇAR MALÊN JINAN HENE

Tevî vê yekê çar malên jinan hene. Dema ku kiryarek li dijî jinê rû dide, yekser dest lê werdide. Mala Jinê ji xwe re dike kar ku jinê û malbatê li gorî Qanûna Malbatê perwerde bike. Dema ku Qanûna jinê nikare bi temamî bibe bersiv hingî bi Qanûna Malbatê re hewl tê dayin ku civakeke demokratîk bê avakirin. Tevî ku Qanûna Malbatê bi cih tê anîn jî ji aliyê astengkirina zewaca di temenê biçûk de û pirjinî de em negihîştin asta dixwazin. Gelek caran rewşeke bi vî rengî rû da.”

LI AKADEMIYA JINÊ PERWERDEYA MÊR

Fehîme Hemo ragihand ku li Akademiya Jinê ya Şehîd Hêzil sê dewreyên perwerdeyê hatin lidarxistin ku mêr jî tevlî bûn û got, “Dema bê em ê akademiyekê ava bikin ku tenê mêr lê bêne perwerdekirin. Me sê dewreyên ji bo mêran ava kir, lê belê diyaloga me bi dewreyan bi dawî nebû. Em timî di nava têkilî û nîqaşê de ne, ji bo karibin modeleke nû ya malbatê ava bikin. Dewreyên me ji bo jinên Ereb hatin lidarxistin. Niha perwerdeya 22 jinên Ereb dewam dike. Em dixwazin rêxistiniya xwe ya jinê xurt bikin. Ne tenê li Helebê em dixwazin li tevahiya Sûriyeyê xwe bigihînin jinan û xwe xurt bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HELEB

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Zînek çû, lê wê bi hezaran Zîn jî dewsa wê bigrin’
Nûçeya Pişt re DBP: Desthilatdar ji rastiyê ditirse û êrîşî çapemeniya azad dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Enqere û Foçayê operasyona qirkirina siyasî hate şermezarkirin

Hêzên Ked û Demorkasiyê ya Enqereyê û Foçayê operasyona qirkirina siyasî ya li dijî HDK’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji nava refên YDG-H’ê ber bi çiyayên Kurdistanê ve: Andok Cûma Zagros

Huseyîn Ûzûn diyar kir ku ew ji kurê xwe Andok Cûma Zagros razî ye, ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Cudakariya di qanûnên hemwelatîbûnê de jinan ber bi xizaniyê ve dibe

Equality Now û Kampanyaya Cîhanî ya ji bo Mafên Hemwelatîbûnê yên Wekhev ji bo dawî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?