Di 15’ê gulanê de li Îzmîrê bi ser malan de hate girtin û 16 kes hatin binçavkirin. Piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê, duh sewqî edliyeyê hatin girtin. Her 16 kes ku endamên Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Înîsiyatîfa Têkoşîna Sosyalîst, Ciwanên Demokrat a Nû û Halkevlerî jî di nav de bûn, ji ber tevlibûna çalakiyên li dijî xespkirina îradeyê ya li Wanê hatin lidarxistin, bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna meş û xwepêşandanan” û “Ji bo peywirê nedin kirin li ber xwe dane” hatin tawanbarkirin.
Dozger ji bo Erkan Gokber daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî kir û 15 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Ji kesên bi daxwaza girtinê hatine sewqkirin Arda Duvarci, Azat Kunur, Nazîf Çakir, Nîlufer Yildiz, Samet Sagniç, Serdar Akturk, Selman Yagmagan, Sezgîn Zevkîbol û Serhat Çukurçam bi heman îdiayan hatin girtin. Tûgçe Kizildemîr, Elîf Yerlîkaya, Berfîn Buyukertaş, Mehmet Kasar, Sedanûr Parmaksiz û Sûde Tîmagur bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
MANÎSA
Di 16’ê gulanê de jî li navçeya Turgutlu ya Manîsayê 8 kes hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên li emniyetê duh sewqî edliyeyê hatin kirin. Her 8 kes bi hinceta ku di dema hilbijartinê de di wesayîtê de strana “Bêrîtan” vekirine bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin tawanbarkirin. Her 8 kes jî bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin. Ji wan Hayrî Soylemez, Işik Soylemez û Ahmet Akan hatin girtin. 5 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
STENBOL
Li Stenbolê 15’ê Gulanê bi ser malên endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Unal Yûsûfoglû, rêveberên MATUHAYDER’ê û gelek endamên partiyê jî di nav de, bi giştî 20 kesan de hate girtin û bi îdîaya “di nava qada siyasî ya rêxistinê de cih digirin” hatin binçavkirin. Ji 20 kesên binçavkirî, 10 kes piştî lêpirsînên dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
10 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Sulh û Cezayê hatin kirin. Ji van 10 kesan, 6 kes hatin girtin û 4 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Navên kesên hatine girtin, ev in: Alamettîn Demîr, Çetîn Demîr, Fîkrî Baş, Fîlîz Aydin, Îbrahîm Elban û Yaşar Gokdemîr.