Şemî, 27 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Toros Korkmaz: Azadiya Ocalan mifteya rewabûn û aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gel guhdarî kir, axivî û rexne kir: Encamên derketine holê dê bi Îmraliyê re werin parvekirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Li dijî êrîşan têkoşîna hevpar xwedî girîngiyeke jiyanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayindir: Ji 7 heta 70 salî divê her kes beşdarî mitîngê bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera 14’emîn a Komkujiya Roboskî: Ji bo aştiyeke rasteqîn pêwîstî bi rûbirûbûnê heye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amedê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    OHD’ê ji bo mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ ya 4’ê Çileyê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em hevrêyên xwe Ronya, Gelhat, Nûda û Yilmaz bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo taziyeya Nîhal Ay serdana girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma nû çalakiya nobetê ya li Mexmûrê dewr girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê cezayê darvekirinê li girtiyekî Kurd birî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li dijî heqaret û êrişên li hemberî Leyla Zana gilî hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Gîzem Mîran: Sala 2025’an ruhê pêvajoyê bandor li dadgeriyê nekir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Fermandar Bêrîtan şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Em ê têkoşîna şehîdên Parîsê dewam bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJAD: Komkujiya Parîsê berhemê polîtîkayên bêcezatiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJK’ê daxuyaniya têkildarî salvegera komkujiya Parîsê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Gerîlayê HPG’ê Sîdar Serhed şehîd bû
Kurdistan

Gerîlayê HPG’ê Sîdar Serhed şehîd bû

HPG’ê diyar kir ku gerîla Sîdar Serhed (Tûran Derdîyok) şehîd bû û got: “Li dijî hemû êrîşên li dijî gelê me hatine kirin, bi fedayî şer kir û wezîfeyên xwe yên şoreşgeriyê bi cih anî.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Gulan 2024 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayê şehîd ev tişt diyar kirin:

“Hevrêyê me Sîdar Serhed di Çileya 2024’an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di şerê li dijî dijmin de tevlî karwanê nemiran bû.

 

Hevrêyê me yê milîtanê hêja Sîdar ku ji aliyê gelê me yê Serhedê ve hat mezinkirin, bi ked û fedakariya xwe di têkoşîna azadiyê ya ku bi îrade û biryardariyeke mezin tê de cih girt, bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me yê ku ji Amedê dest bi meşa azadiyê kir û li Rojava berdewam kir, li hemberî hemû êrîşên li ser gelê me bi fedaî li ber xwe da, erkên xwe yên şoreşgerî bi cih anî. Piştre hevrêyê me berê xwe da çiyayên Kurdistanê, evîna xwe ya zarokatiyê û bi tevlîbûna xwe ya fedaî derket lûtkeyê. Hevrêyê me yê ku diyar kir ku wî bi Rêber Apo re xwe nas kir, ji bo di rastiya Rêber Apo de kûr bibe û bibe layiqî hevrêyên me yên şehîd, hewl da têkoşîna xwe kêlî bi kêlî berfireh bike.

Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna azadiyê ya hevrê Sîdar ku bi kesayeta xwe ya xwezayî, sade û mutewazî di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Em soza xe dubare dikin ku têkoşîna azadiyê ya dewrî me kiriye bigihînin serkeftinê û di kesayeta wî de bibin layiqî hemû şehîdên xwe yên leheng. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrê Sîdar, gelê welatparêz Serhedê û hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.

Agahiyên nasnameya hevrêyê me Sîdar Serhed wiha ne:

Nasnav: Sîdar Serhed

Nav û paşnav: Tûran Derdîyok

Cihê jidayikbûnê: Erzirom

Navê dayik û bav: Hatûn – Hesen

Dem û cihê şehadetê: Çileya 2024 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêyê me Sîdar li navçeya Qereçoban a Erziromê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ku di malbateke ji eşîra Celaliyan a kevnar de hatiye dinê, bi çand û kevneşopiya Kurdî mezin bû. Hevrêyê me demekê li dibistanên fermî yên Tirkan xwend û paşê dev ji dibistanê berda. Têgihîşt ku ev dibistanên ku navendên asîmîlasyonê ne tiştekî ku bidinê tune ye. Piştre hevrêyê me Sîdar ji bo debara malbata xwe dest bi şivantiyê kir. Hevrêyê me Sîdar di temenê biçûk de berpirsyarî girt ser milên xwe. Hevrêyê me heqê karê ku dikir bi cih dianî û di şivantiyê de ezmûneke mezin bi dest xist. Hevrêyê me ku diyardeya kedê jî nas kir, her ku diçû xwe azad hîs dikir. Ji ber vê sedemê ked û xebat kir pîvana jiyana xwe. Hevrêyê me Sîdar ê ku di temenê xwe yê biçûk de dest bi fêhmkirina rastiya dewleta Tirk a mêtinger kir, di dibistanê de bêhtir bi aliyê qirker ê dijmin hişyar bû. Ji ber vê yekê hevrêyê me yê ku li hemberî dewleta Tirk bi bertek bû. Piştî ku bi malbata xwe re çû Stenbolê, polîtîkaya dijminatiya dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd hîn kûrtir fêm kir. Hevrêyê me yê ku fêm kir dewleta Tirk ji aliyê siyasî, civakî û aborî ve her tim êrîşî gelê me dike, li hemberî vê rastiya dijmin dest bi lêgerînê kir. Hevrêyê me yê ku di temenekî ciwan de ji têkoşîna gerîla ya li çiyayên Kurdistanê haydar bû, her tim sempatiyeke mezin ji gerîla re hebû. Gerîla jî kir lehengê zarokatiya xwe û ji xwe re kir armanc. Di demeke ku li hemberî dijmin di nava lêgerînê de bû de, berxwedana fedaî ya gerîla ya li hemberî êrîşên li ser gelê me hişt ku hevrêyê me Sîdar rêya têkoşînê diyar bike. Bi taybetî êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ’ê yên ku dewleta Tirk bi awayekî vekirî piştgiriya wan dikir û êrîşî ser gelê me yê Rojava û Şengalê dikirin, ev yek hişt ku gotin ji bo hevrêyê me Sîdar bi dawî bibe. Li ser vê bingehê hevrêyê me berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû.

 

Hevrêyê me Sîdar ku demeke kin li qada Amedê ma. Perwerdeya leşkerî li wir dît û di taktîkên şerê gerîla de hinek ezmûn bi dest xist. Hevrêyê me yê ku bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedekar rêzgirtina hemû hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêyê me Sîdar di zane ku weke milîtanekî Apoyî divê bersivê bide êrîşên li ser Şoreşa Azadiyê ya Rojava û komkujiyên li ser gelê me, vê carê berê xwe da qada Rojava û li wir tevlî berxwedanê bû.

Hevrêyê me Sîdar ji bo bi awayekî aktîf beşdarî pêvajoya şerê germ a li Rojava bibe perwerdeya demkurt dît û piştre derbasî eniyên şer ên dijwar bû. Hevalê me yê ku yekem car li ser xeta Kobanê tevlî şer bû, di cih de bersiv da êrîşên çeteyan ên li wir pêş ketibûn. Hevrêyê me yê ku li hemberî êrîşên çeteyan ku hema hema her roj pêş dikevin, tecrubeyeke diyar bi dest xist, bi tevlîbûna xwe ya îrade û exlaqî ji bo hemû hevrêyên xwe bû çavkaniya hêzê. Ji ber vê yekê hem ji bo pûçkirina êrîşên çeteyan hem jî li dijî çeteyan çalakiyên bi bandor pêk anî. Hevrêyê me yê ku piştre derbasî yekîneyên bi tevger bû û di hemû pêvajoyên operasyonê de cih girt. Hevrêyê me Sîdar ê ku li Reqa, Tişrîn û Dêrazorê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kir. Ji bo ku çete êdî ji bo gelê me nebin xeteriyeke cidî, kedeke girîng da. Hevrêyê me Sîdar ê ku li Dêrazorê ku derba dawî li çeteyan hat xistin, birîndar bû. Bi saya îrade û azweriya azadiyê, di demeke kin de bi ser xwe de hat û dîsa bi awayekî çalak tevlî têkoşînê bû. Piştî têkçûna çeteyên DAÎŞ’ê hevrêyê me Sîdar jî li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, qirker ku dijminê sondxwarî yê gelê me ye, yên li ser Rojava beşdarî berxwedanê bû. Hevrêyê me yê ku di berxwedana Efrînê û Serêkaniyê de cih girt, bi lehengî û fedaî li ber xwe da. Di çalakiyên derbên giran li dewleta Tirk hat xistin de roleke girîng lîst. Hevrêyê me Sîdar ku dema li Rojava bû, derfeta ku di gelek beşan de pispor bibe bi dest xist, di heman demê de ezmûneke girîng a leşkerî bi dest xist. Di heman demê de hevrêyê me kêlî bi kêlî xwe perwerde kir, sekna xwe ya jiyanê parast û bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrê Sîdar piştî erka xwe ya li herêma Rojava bi cih anî, biryar da ku dîsa vegere çiyayên ku bêriya wî kiriye. Bi taybetî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li gelek qadan li dijî gelê me û Tevgera me pêk tîne, hişt ku hevrêyê me bigihêje vê biryarê. Hevrêyê me Sîdar ê ku ji bo hêrsa li hember dijmin veguherîne çalakiyê, careke din vegeriya nav gerîlayên ku xeyala wî ya zarokatiyê bû û bi coşeke mezin gihişt Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Hevrêyê me Sîdar piştî gihîştina çiyayan berê xwe da Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ku berxwedaneke dîrokî lê pêk hat û li vir beşdarî pêngava berxwedanê bû. Hevrêyê me yû ku xwedî tecrûba leşkerî bû di demeke kin de fêrî taktîkên şerê gerîla yê tunel û nîv-seferberiyê bû. Hevrêyê me Sîdar ê ku bi hevalên xwe yên ku li hemberî hemû êrîşên nemirovane yên dijmin demeke dirêj li ber xwe dan û derbên giran li dijmin xistin, li heman çeperan şer û pevçûn weke şans û rûmet dît û hewl da ku bigihêje asta herî jor. Hevrêyê me Sîdar ku di gelek çalakiyên li dijî dagirkeran de di eniya herî pêş de cih girt, bi hêrsa di dilê xwe li ser hev derbên giran li dijmin xist. Di nava gelek çalakiyên surprîz ên ku digotin nepêkan e û nayên kirin de cih girt. Hem derbên giran li dijmin xistin û di heman demê de gotina Rêber Apo ya “Teknîka herî mezin mirov e” careke din piştrast kir. Hevrêyê me Sîdar bi cesareteke mezin bi fedaiyetiyeke mezin tevlî çalakiyan bû û mîna pêşengên xwe Doga, Ciwan, Andok, Welat, Huseyîn, Şahîn û Serxwebûnan bê teredud bi ser dijmin de meşiya. Hevrêyê me dizanibû ku bi salan bi her derbeya li dijmin tola xwe hiltîne, bû dengê gelê me yê ku dilê wî ji bo azadiyê lêdixe.

Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê teqez têkoşîna azadiyê ya hevrê Sîdar ê ku di Çileya 2024’an de di şerê li dijî dijmin de şehîd bû, bi xebat û kedeke mezin bigihînin serkeftinê û armancê.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Geverê tecrîd bi çalakiyan hate protestokirin
Nûçeya Pişt re 70 Malbat vedigerin Şengalê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 11’Ê GULANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê

Ji aliyê Stêrk TV

Ji endamên DEM Partiyê yên komîsyonê daxuyaniya li ser du civînên dawî

Endamên DEM Partiyê yên komîsyonê gotin, "Pêşkêşkiyên ku me di nava du rojên dawî de…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amedê meşa zimanê dayikê: Dem dema zimanê Kurdî ye

Li Amedê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de meşek hat lidarxistin. Di meşê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Xalide Engîzek: Heval Berfîn bû sembola ked û fedakariyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amedê şehîd hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

OHD’ê ji bo mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ ya 4’ê Çileyê banga tevlîbûnê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG: Em hevrêyên xwe Ronya, Gelhat, Nûda û Yilmaz bi rêzdarî bi bîr tînin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?