Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Em ê tecrîdê bişkînin!
Rojane

Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Em ê tecrîdê bişkînin!

Li gelek bajaran çalakiya “Deng bide azadiyê” ku bi pêşengiya malbatên girtiyan tê lidarxistin berdewam kir. Di çalakiyan de hat xwestin ku tecrîd bê rakirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Gulan 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Bi pêşengiya malbatên girtiyan, rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî li ber girtîgehan çalakiya, “Deng bidin azadiyê” hat lidarxistin. Li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin û hat xwestin deng û daxwaza girtiyan were bihîstin. 

AMED 

Bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û xizmên girtiyan, di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de li pêşiya Kampusa Girtîgeha Amedê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta “Deng bide azadiyê” hat vekirin û dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Di çalakiya ku hat astengkirin de dayikan pêşmalkên “tecrîd sucê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Rêveberên MED TUHAD FED, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên saziyên sivîl û gelek xizmên girtiyan tevlî çalakiyê bûn. 

‘EM Ê DI ÇARESERIYA DEMOKRATÎK DE ISRAR BIKIN’

Di çalakiyê de Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn axivî û da zanîn ku ev zext feydeyê ne li gelê Kurd û ne jî li gelên din ên Tirkiyeyê dikin û Şahîn bi lêv kir ku niha li seranserî welêt tecrîdek heye û wiha got: “Ev tecrîda li Îmraliyê dest pê kir, gihîştiye her aliyê civakê. Tevî van hemû zextan jî em ê di çareseriya demokratîk de israr bikin. Çend roj berê em bûn şahidê bêhiqûqiyeke mezin û me doza kûmpaskirî ya Kobanê dît. Li dehan hevalên me cezayên dijhiqûqî hatin birîn. Em van cezayan jî qebûl nakin û em ê li dijî vê bêhiqûqiyê bisekinin. Heta ku ev welêt demokratîk bibe em ê berxwedana xwe bidomînin. Hûn dikarin bi mertalên xwe pêşî li rojnamevanan bigirin lê çavên cîhanê hemû li ser vir e. Em careke din vê dibêjin, heta ku tecrîd neyê rakirin welat azad nabe.”

ÊLIH

Li Êlihê jî malbatên girtiyan û nûnerên saziyan li ber Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M’yê xwestin bi daxwaza “Deng bide azadiyê” daxuyanî bidin û çalakî li dar bixin. Polîsan bi hinceta ku li derdora girtîgehê çalakî qedexe ye destûr neda daxuyaniyê. Li ser astengiya polîsan girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” li dar xist. 

ÎZMÎR

Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Kiriklara Îzmîrê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn û pankart hat vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Ji tecrîdê re na û ji girtiyan re azadî” hatin berzkirin. 

Hevserokê DEM Partiya Îzmîrê Mehmet Kuruş di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan li ser hemû girtîgehan belav bûye û xwest tecrîd bê rakirin û aktorên çareserkirina pirsgirêka Kurd bikevin dewrê. 

Piştre çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. 

EDENE

Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER) jî li Edeneyê li ber Girtîgeha Kurkçulerê çalakî li dar xist. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî çalakiyê bûn. 

Di çalakiyê de pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bidin rakirin, deng bide azadiya aştiya civakî” hat vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin berzkirin. 

Hevseroka DEM Partî ya Edeneyê Hêlîn Kaya axivî û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Tecrîd zext e, zilm e, êşkence ye, îmha ye, înkar e, şer e, birçîbûn û feqîrî ye. Li Tirkiyeyê sepanên ku xistine dewrê ji dîktatoriyê jî bihûriye. Divê em hemû li dijî vê zîhniyetê têbikoşin.” 

Piştî axaftinê girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist. 

MÊRSÎN 

Malbatên girtiyan li ber Kampûsa Girtîgeha Tarsûsê ya Mêrsînê jî daxuyanî dan. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bû. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan axivî û destnîşan kir ku tecrîd êşkence ye û got: “Tecrîda ku 25 sal in li Mêrsînê berdewam dike zilma qesrê ye. Em ê vê zilmê rakin û têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin.” 

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca jî xwest her kes li têkoşîn û daxwaza girtiyan derkeve. 

         

        

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Protesto didomin: Em cezayan nas nakin
Nûçeya Pişt re Hevserokên ku serdana Demîrtaş kirin peyama têkoşîna hevpar dan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê di roja 969’an de ye

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatibû…

Ji aliyê Stêrk TV

Depoya çeteyan a çek û cebilxaneyan hate îmhakirin

Hate ragihanin ku QSD’ê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Divê ‘Mafê Hêviyê’ yê Abdullah Ocalan bê naskirin

Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê bal kişand ser ‘Mafê Hêviyê’ yê têkildarî Rêberê Gelê Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Divê hesab ji kujerên Hevrîn Xelef were pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?