Dema ku parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî desteserkirina vînê ya li Colemêrgê li civata giştî ya meclîsa Tirk çalakî kirin, parlementerên AKP’yî xwestin pankartên wan bigirin. Parlementerên AKP’yî pankartan ji parlementerên DEM Partiyê girtin û avêtin erdê.
Dema parlementerên DEM Partiyê dirûşmeya “Li dijş faşîzmê mil bi mil” berz kirin û parlementerên AKP xwestin pankartan bigirin şer derket.