Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederîksen li kampanyaya hilbijartinê ya Ewropayê, li qada Kûltorvet a li navenda Kopenhagê rastî êrîşê hat.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin êrîşkar hate binçavkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Frederîksen ji ber êrîşê şok bûye. Têkildarî ka gumanbar çawa êrîş kiriye û gelo Serokwezîr birîndar bûye yan na, agahî nehatin dayîn.