Ajansa Çapemeniyê ya Siûdiyê ya Fermî (SPA) ragihand ku di rojên dawî de di nava kesên ji Mekkeyê paşde hatine vegerandin de, 153 hezar û 998 biyanî jî hebûn. Ku van biyaniyan li şûna destûrên ku qraliyet li ser bingehê kotayê dide welatên cur be cur, vîzeyên turîstiyê wergirtibûn.
Her wiha rayedarên Siûdî 171 hezar û 587 niştecihên qraliyetê yên ku destûra wan a Hecê neyî, asteng kirin. Li gorî hejmarên fermî, par zêdeyî 1.8 milyon Misilman beşdarî hecê bûn.
Li gorî rayedaran ji Şemiya borî û vir ve zêdeyî 1.3 milyon kesên ku dixwazin bibin hecî, ji bo hecê hatin Siûdî Erebîstanê.
Hec di 14’ê Hezîranê de destpê dike.
Erebistana Siûdî ji mabetên herî pîroz ên Îslamê yên li Mekke û Medîneyê re malûvaniyê dike û Qraliyeta Kendavê her sal ji serdanên hecê milyaran dolar qezenc dike.