Li gorî rapora komîsyonê ku Gulana 2021’ê ji aliyê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ve hate avakirin, Îsraîlê sûcên li dijî mirovahiyê yên weke “îmha, kuştin, zilma zayendîperestî, veguhestina bi zorê, êşkence û kiryarên li dijî mirovahiyê” kiriye. Hate ragihandin ku sûc bi giranî li dijî mêr û zarokên Fîlîstînî hatine kirin.
Sefaretxaneya Bilind a Îsraîlê ya li Cenevreyê komîsyon bi ‘cihêkariya sîstematîk’ a li dijî xwe, sûcdar kir.
Mufetîşên Neteweyên Yekbûyî diyar kirin ku rayedarên Îsraîlî û baskê leşkerî yê Hamasê û 6 komên çekdar ên Fîlîstînî ji sûcên şer berpirsyar in.
Komîsyon komên Fîlîstînî sûcdar kir ku sûcên êrişê, kuştinê û êşkenceyê li hemberî sivîlan kirine.