Milîsên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ên Denîz Poyraz, di sibeha 18’ê Hezîranê de febrîqeya Çerm a Cevahîr a li Çayirova ya Kocaeliyê da ber agir. Di encama çalakiyê de xisareke mezin li febrîqeyê pêk hat.
Di daxuyaniya HBDH’ê de wiha hate gotin:
“Weke Milîsên HBDH’ê heta ku êrîşên li dijî gelê Kurd û destketiyên têkoşîna demokratîk bi dawî bibin em ê li her cihê ku lê bin jî li kêleka gel bisekinin û bi çalakiyên xwe bersivê bidin. Bi çalakiyên li dijî dagirkerî, îstîsmar û rejîma desteserker re banga me li hemû ciwan û gelê me ye: Roj roja daketina kolanan û hesabpirsîna ji faşîzmê ye.”