Pêncşem, 19 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê di rojên pêş de biçe Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatimogullari li Edeneyê bi keyayan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Yildirim ê piştî 32 salan hate berdan: Pêwîstiya Kurdan bi statuyê heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em şehîdên Selmasê bi hurmet bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Kamaç: Ev budçeya şer e ne ya aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Horuş: Gotina ‘bicihanînê’ ya COP31 û polîtîkayên li qadê li hev nayên

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Serdeştê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Eger mafê çarenûsiyê ji gelên din re hatibe nasîn, çima ji Kurdan re neyê dayîn?’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê cangoriyên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Baran Nujiyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abdananê zêdetirî 3 hezar kes mirinên karkeran protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji jinên KESK’î banga ji bo 25’ê Mijdarê: Em xwe bi rêxistin bikin, têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ekvadorê 9 mehan 323 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kezban Dogan: Li dijî kuştina jinan pêwîstî bi têkoşîna civakî heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî ji bo bidestxistina mafên xwe neçar in travmaya giran jinûve vebêjin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Colemêrgê li dijî êrîşên zayendî banga ‘têkoşîna birêxistinkirî’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Qamişloyê komxebata diyalogê lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Em ê di têkoşînê de israr bikin
Rojane

Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Em ê di têkoşînê de israr bikin

Di çalakiyên "Deng bide azadiyê” yên bi pêşengiya xizmên girtiyan tên lidarxistin de, hat xwestin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê ya ku zêdetirî 40 meh in didome û bêhiqûqiya li zindanan dengê xwe bilind bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li gelek bajaran ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma “Dawî li tecrîdê bînin” çalakî hatin lidarxistin. 

WAN

Bi pêşengiya TUHAY-DER a Wanê û xizmên girtiyan çalakiya “Dawî li tecrîdê bînin” hat lidarxistin. Li ber avahiya DEM Partî ya Rêya Armûşê daxuyanî hat dayîn. Di çalakiya ku rêxistinên sivîl û nûnerên partiyên siyasî piştgirî danê de pankartên “Dawî li tecrîdê bînin” û “Deng bidin zindanan” hatin vekirin.  Li ser navê TUHAY-DER’a Wanê Azîz Guven daxuyanî da û destnîşan kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û got: “Pergala bêhiqûqiya Îmraliyê nîşaneya pergala bêhiqûqî û keyfî ya li Tirkiyeyê ye. Divê her kes li dijî vê tecrîda ku 40 mehan didome, polîtîkayên derhiqûqî yên li girtîgehan tên meşandin dengê xwe bilind bikin.” 

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê û berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Îmraliyê”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.

EDENE

Çalakiya xizmên girtiyan a li Edeneyê bi dirûşma “Dawî li tecrîdê bînin” di hefteya 12’an dewam kir. Polîsan derdora avahiya AKP’ê ya Edeneyê ku girseya gel lê kom bû bi bendan girtin. Tevî hemû astengiyan jî rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Dayikên Aştiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), DEM Partî,

AATUHAY û AYKAY-DER’ê daxuyanî dan û çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Hevserokê Giştî yê DEM’ê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr diyar kir ku heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe ew ê li ber avahiya AKP’ê bin û hewldana astengkirina polîsan şermezar kir.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Zext nikarin me bitirsînin” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” bi dawî bû.

MÊRSÎN

Çalakiya xizmên girtiyan a bi dirûşma “Dawî li tecrîdê bînin” dane destpêkirin di hefteya 12’an berdewam kir.  Di çalakiyê de pankarta “Dawî li tecrîdê bînin” hate vekirin. Beşdarên çalakiyê pêşmalkên bi Tirkî û Kurdî “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Girseya ku xwest heta ber avahiya AKP’ê bimeşe ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Li ser vê yekê girse bi berzkirina dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Jin jiyan azadî” çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan li vir axivî û diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd wê gelek pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bike û wiha got: “Îsrara di tecrîdê de tê wateya israra di şer. Yên ku di tecrîdê de israr dikin naxwazin pirsgirêk li Tirkiyeyê bên çareserkirin. Tecrîda ku ji Girtîgeha Girava Îmraliyê dest pê kiriye bandorê li ser tevahiya civakê dike. Tecrîd encax bi israrkirina têkoşîna bibiryar dikare were şikandin. Heta ku desteserkirina mafên girtiyên siyasî yên di girtîgehê de bi taybetî birêz Abdullah Ocalan ji holê rabe û heta tecrîda mutleq bi dawî bibe wê têkoşîna me bidome.”

MÊRDÎN

Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan û siyasetmedar li ber avahiya  AKP’ê ya Mêrdînê li hev civiyan. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê George Aslanbeşdarî çalakiyê bû. Di çalakiyê de pankarta “Dawî li tecrîdê bînin” hate vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Dawî li tecrîdê bînin, edaletê pêk bînin” hatin berzkirin. Li ser navê malbatên girtiyan Fettah Tekîn axivî û bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin.

Parlamenterê DEM Partiyê George Aslan axivî û diyar kir ku tecrîd bi mehane di rojeva wan de ye û wiha domand: “Ev nêzî 40 meh in tecrîdeke giran li ser Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin. Em bang li Wezareta Edaletê dikin ku demildest dawî li tecrîdê bînin.”

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan pêk hat. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayika Aştiyê Vesîle Çerî jiyana xwe ji dest da
Nûçeya Pişt re Operasyona dagirkeriyê: Li Bagokê tevgera helîkopterên leşkerî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kasim Firat: Rojava nîşaneya rûmetê ye

Serokê Komeleya Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat diyar kir ku Rojava ji bo Kurdan ne…

Ji aliyê Stêrk TV

Eşîrên Kurd û Ereb êrîşên li Dêrazorê şermezar kirin: Em piştgirî didin QSD’ê

Rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên bajarê Hesekê, êrîşên hêzên hikûmeta Şamê û hevalbendên wê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê komplo hat şermezarkirin

Bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo, li bajarên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li bajarên herêma Cizîrê çalakiyên 25’ê Mijdarê dewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Serdeştê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê di rojên pêş de biçe Îmraliyê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji jinên KESK’î banga ji bo 25’ê Mijdarê: Em xwe bi rêxistin bikin, têkoşînê mezin bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?