Di 3’yê Tîrmeha 2024’an de dewleta Tirk a dagirker li ser Girê Bahar û Sergeleyê ji 3’ê milan ve êrîşek dagirkeriyê da destpêkirin. Ev tevgerek dagirkeriyê bû ku ji êrîşên beriya xwe cihêtî û rewşên hesas dihewand. Wek fermî artêşa Tirk a dagirker, cara ewilî li ber çavên cîhanê bi konvoyên xwe yên leşkerî ve di nuqteyên kontrolê yên fermî yên PDK’ê de derbasî Sergeleyê bûn.
Baskê din ê êrîşê jî li gel ku bi êrîşên hewa ve hat qadê, lê li hember parastin û çalakiyên gerîla, neçar ma ku leşkerên xwe di dûrahiya plana leşkerî de; yanî leşkerên xwe derxîne rojhilat û rojavayê Girê Bahar. Wan welê plan kiribûn ku ji sê baskan ve êrîş bikin, gerîla bixînîn şoqê, herêmê dagir bikin û qaşo zafera xwe îlan bikin. Lê çawa ku bi vê pêkanînê ve ketin nava tevgerê xwe di davika gerîla de dîtin.
HEMLEYÊN WAN ÊN DESTPÊKÊ ŞIKESTIN
Dema ku artêşa Tirk a dagirker di destpeka vê êrîşê de yekîneyên xwe yên veşartî bikar dianîn, li kêleka vê armanc dikir ku di herêmê de xalên kontrolê ava bike û bi êrîşên xwe yên hewa ve qada liv û lebatê ya gerîla teng bike, lê gerîla destpêkê ev hêzên veşartî xist bin kontrola xwe û darbe li ser darbe li wan xist.
Dema ku piraniya wan leşkeran hat kuştin, piraniya wan jî winda bûn. Heta hinek leşker di zinaran de ketin xwarê. Gerîla bi çalakiyên 5 baskan ve li dijî hewldanên sengergirtina leşkeran çalakî lidar xistin û ew bê hênase hiştin. Artêşa Tirk şoqek mezin jiyan kir. Gava ku zirûfên serdestiya hewa jî pêknehatin, hemû ezmûnên xwe yên leşkerî winda kirin.
Di şer de pêngava destpêkê pir girînge. Wekî di dîrokê de gelek pisporên şer jî vedibêjin, qezenç kirina şer bi planan ve pêktê. Welê tê fêmkirin ku artêşa Tirk a dagirker, planên xwe li gorî rastiya şer a hêzên gerîla, li gorî zehmetiyên ku jiyan bike amade nekiriye. Gava ku di êrîşa destpêkê de artêşa dagirker şikest, ev ji bo gerîla bû moral û motîvasyonek mezin. Em hemû wê di rojên pêş de bibînîn ka artêşa Tirk çawa ketiye rewşek belengaz. Dîmenên ku Gerîla TV dide nîşaneya vê ne.
Me di salên beriya niha de dît li bejahiyê însiyatîfa şer ketiye destê gerîla. Artêşa Tirk a ku ev rewş ferq kir, giraniya xwe da êrîşên hewa. Di rastiyê de li holê artêşek ku şer dike tineye. Eger hêzên gerîla di şer û pevçûnan de pir hindik windahî dide nîşaneya vê ye. Dîsa di şer û pevçûnan de windahiyên pir cidî yên artêşa dagirker mijara gotinê ye. Di sala 2024’an de pêşketinên teknîka hewa yên hêzên gerîla derketin pêş. SÎHA’yên ku artêşa Tirk pir bawerî pê dianîn di qadên şer de dihatin xistin. Hat eşkere kirin ku hetanî niha 17 SîHA ji aliyê hêzên gerîla ve hatine xistin. Em dibînîn ku vê rewşê dewleta Tirk xistiye nava panîkek pir cidî. Bêguman wê bikevin panîkê. Ew amûrên hewa yên ew qas pesna wan dihatin dayîn li ber çavên wan tên îmha kirin. Ev ji bo wan têkçûyînek eşkereye.
JI DU YEKÎNEYAN DI DU MEHAN DE 40 ÇALAKIYÊN HEWA
Ji aliyê din ve hêzên gerîla, di çalakiyên hewa de qonaxek mezin bidestxist. Di du mehên dawiyê de Yekîneya Şehîd Dogan Zinar û Yekîneya Şehîd Axîn Mûş 40 çalakiyên hewayî lidar xistin. Di wan çalakiyan de bêguman windahiyên dagirkeran pir girîngin. Li holêye ku dewleta Tirk ji vê teknîka ji bo ji hewa ve êrîşî gerîla bike, encam negirtiye. Lê gerîla jî hatiye wê astê ku vê li hember wan bihostayane bikar bîne.
Bandora herî girîng a wan çalakiyan bandora derûnî ye. Ne sengerên wan û ne jî dîwarên wan ên bilind dikarin leşkerê wan li hember çalakiyên gerîla biparêz in. Di heman de teknîka herî pêşketî ya cîhanê bikar anîn, lê nekarîn pêşiya wan çalakiyên gerîla bibin asteng. Rastiyek afîrîneriya gerîla heye ku pêwîste ev pir baş bê dîtin. Niha ÎHA’yên kamîkaze di şer û pevçûnên Ukrayna û Xezayê de tên bikaranîn, lê pir eşkereye ku wê ÎHA li Kurdistanê encam negirin. Ji ber vê sedemê polîtîkayên ku gerîla pêşxistîn, di heman demê de nîşan dide ku gerîla teknolojiya cîhanê xistiye bin venêrînê.
Mijarek din a ku balê dikişîne jî ew e ku gerîla ji her aliyê ve wan çalakiyan bi kamerayan qeyd dikin. Eger hêzên gerîla wekî ku Erdogan îdîa dike di herêmê de kîlît bûne, çawa dikare bi şêweyek organîze kirî wan çalakiyan wisa rehet qeyd bike. Vekiriye ku dewleta Tirk nikare bersiva vê pirsê bide û wê nekare bide.
GERÎLA SERWERIYA XWE FERZ DIKE
Hêzên gerîla bi parastina dewlemend û taktîkên êrîşê ve, bi teknîka afirîner ve di qada şer de serweriya xwe ferz dike. Hêzên gerîla pisporiya xwe ya di şerên tunelan de îspat kir. Bi tîmên pispor ve di erazî de darbeyên giran li dagirkeran dixe. Rastiya ku bi amûrên hewa yên taybet ve afirandî, ji bo dijmin bûye qabûsek û tirs xistiye dilê wan. Gerîla êdî, di erazî de, di bin erd de û di hewa de bûye artêşek ku ji zirûfên şer ên serdemê re pêşengtî bike.
Wan faktoran hemûyan di şer û pevçûnên Girê Bahar û Sergeleyê de bandorek mezin afirandin. Tiştên ku li herêma şer rû didin, ji aliyê mirovên wê derê ve tên şopandin û qeyd kirin. Eger ev qad hîna vala nebûne, ji ber bi çavên xwe ji berxwedana gerîla re şahidî dikin. Bitaybet jî çalakiyên hewa atmosferek pir cuda afirand.
Dewleta Tirk û PDK’ya ku vê rastiyê vedişêrin û naxwazin derbikeve holê, di rojên dawî de gelek rojnamevanên ku têkildarî qadê nûçe çêdikin binçav kirin. PDK bi heman şêweyî gef li wan kesên ku di qadê de dîmen dikişînin û parve dikin xwar. Madem wekî ku medya Tirk îdîa dike artêşa Tirk a dagirker serkeftî be, çima ji rastiyên ku gelê herêmê parve dikin ditirsin? Ev jî teqez nîşan dide ku rewşek wan a serkeftî tineye. Tam berevajî di nava têkçûyînek dîrokî de ne. Di rojên dawî de sedema zêde kirina êrîşên li ser gundên herêmê jî, hêrsa li hember vê têkçûyînê ye. Di herêmê de gundên Kurd û Suryaniyan tê bombarduman kirin, eraziyên wan tên şewitandin û mecbûrê koçberiyê tên kirin. Ji bo ku dewleta Tirk a dagirker bigihije armanca xwe ev der neçarî vala kirinê tên kirin. Sedema pêkhatina wan hemûyan berxwedana gerîlaye. Feyde heye ku bibîrbixîn, ciwanên Kurd du caran in ku li hember êrîşên li ser başûrê Kurdistanê dikevin tevgerê. Eger rewşek teslîm bûyîn an jî rewşek vala kirina gundan heba, wê ev çalakî pêk nehatiban.
Qirkirina xwezayê jî armanceke vê operasyonê ye. Dewleta Tirk bi leşkerên xwe, cerdevan û sektorên taybet daran dibire, zeviyan dide ber agir. Ev pêkanîn, encameke qirkirina li dijî gelê Kurd e. Darên mezin ên ku temenê wan ji temenê dewleta Tirk mezintir e, ji kokê dibirin û bi hovane dişewitînin. Ev rastî ji aliyê raya giştî ve jî baş were nirxandin, wê rastiya van operasyonan jî baş were fêmkirin.
Ji helwesta PDK’ê ya li vir jî derdikeve holê ku ew jî parçeyekî tevgera dagirkeriyê ye. Lê li nava hikûmeta Iraqê gelek nakokî û cudahiyên fikir, derdikevin holê. Hin ji wan li ser navê hikûmetê têkildarî vê tevgerê, fikarên xwe tînin ziman, hin kes rexne dikin. Eşkere ye ku yekîtiya hikûmeta Iraqê nîne. Dewleta Tirk ji vê yekê sûd werdigire. Ji ber vê rewşê, fikarên hundir ên Iraqê bi kar tîne û bi vî rengî dixwaze hêza helwest nîşandanê ya Iraqê tune bike. Yanî polîtîkaya kûrkirina krîzê dişopîne. Lê ev rewş ji aliyê welatiyên Iraqê ve nayê qebûlkirin. Dîtin ku di encama êrîşa dewleta Tirk de li Perexê çawa 9 welatî hatin kuştin. Dîsa encamên tirsnak ên êrîşên dagirkeriyê û îşaretên ku herêma Amêdiyê weke xaka Tirk nîşan didin, dibînin. Di rojên pêşiya me de, yan hikûmeta Iraqê wê neçar bimîne ku helwest nîşan bide yan jî wê bi pêlên protestoyê re rû bi rû bimîne. Pêk nehatina van helwestan, tê wê wateyê ku ji bo dagirkeriya Duhok, Hewlêr û Mûsilê pêşî li dewleta Tirk bê vekirin.
KÎLÎT 4 SAL IN XIRA BÛYE
Derket holê ku piştî tevgera dagirkeriyê ya ku 14 roj in li herêma Amêdiyê didome, dewleta Tirk rû bi rûyê pirsgirêkên mezin e. Ji destpêkê ve kontrola herêmê û înîsiyatîfa şer winda kir. Hêzên gerîla ji her alî ve bi înîsiyatîfa tam êrîşî dagirkeran dike. Dewleta Tirk dibêje wê di demek nêz de kîlît qepat bibe, lê 4 sal in kîlît xira bûye. Niha jî yê ku ji derve hatî hiştin, artêşa Tirk bi xwe ye. Di rojên pêşiya me de jî, wê pêvajoyeke ku gelek surprîzan di nava xwe de bihewîne biqewime. Em ê bibin şahid ku artêşa Tirk a dagirker çawa têk diçe û gerîla wê tarz û şêwazên xwe çawa bi ser bikeve.