Sêşem, 1 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hefteya krîtîk: Ji Rêber Apo bang, ji PKKê gaveke nû tê hêvîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Îranê ji destpêka salê ve zêdeyî 400 kes hatine darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Car din li Gemlîkê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropî ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê ketin û derketina sê herêman hate qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî ‘Komkujiya Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê ji bo şehîd Zîlan merasîma bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dronek li kampa Êzidiyan ket: Dibistan şewitî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Atabey hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê li dijî komkujiyên jinan meş

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Divê piştgiriyê bidin têkoşîna QSD’ê ya li dijî DAÎŞ’ê’
Rojava

‘Divê piştgiriyê bidin têkoşîna QSD’ê ya li dijî DAÎŞ’ê’

Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Çiya Firat anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk û vekirina qadên berfireh ji DAÎŞ’ê re li herêmên dagirkirî bandoreke neyînî li şerê wan ê li dijî DAÎŞ’ê kir û banga piştgiriyê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 19 dq.
Parvekirin

Firat got, “Eger dewletên Rojhilata Navîn, hikûmeta Şamê jî di nav de, mîna QSD’ê bi awayekî cidî bi ser DAÎŞ’ê de biçin, DAÎŞ wê nikare xwe komî ser hev bike. Bihêzbûna DAÎŞ’ê wê rewşeke xetere derxe holê. Divê di vî warî de nebin astengdar û piştgiriyê bidin şerê QSD’ê yê li dijî DAÎŞ’ê.” Firat her wiha diyar kir ku di mijara darizandina çeteyên DAÎŞ’ê yên sûcên li dijî mirovahiyê kirine de ti pêşketineke nû nîne.

Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Çiya Firat têkildarî hewldanên DAÎŞ’ê yên ji bo xwe li herêmê bi rêxistin bike, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandoreke çawa li DAÎŞ’ê kir û têkoşîna QSD’ê pirsên ANF’ê bersivand. 

Hûn bi salan e li dijî DAÎŞ’ê şer dikin. Li aliyê din êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Ev êrîş bandoreke çawa li şerê we yê li dijî DAÎŞ’ê dike?

Êrîşên dewleta Tirk ne tenê dibin sedem ku DAÎŞ ji nû ve xwe komî ser hev bike, bandorek neyînî li tevahiya gelê Sûriyeyê jî dike. Sûriye perçe bûye û di warê aboriyê de têkçûye. Lê dewleta Tirk nahêle Sûriye xwe komî ser hev bike. Nahêle muxalefeta Sûriyê li hev bicive, bi hikûmeta Şamê re rûnên, pirsgirêkên Sûriyê çareser bikin û hikûmeta Şamê neçar bikin ku destûreke bingehîn a demokratîk pêk bînin. Dewleta Tirk li aliyekî li Idlibê El Nûsrayê diparêze, li aliyê din jî hewl dide dagirkeriya xwe berfireh bike. Li aliyê din bi koçberkirina Kurdan re qirkirina etnîkî pêk tîne. Berê tiştên bi serê Ermeniyan de aniye, niha heman tiştî li Kurdan jî dike. Kurdan ji malên wan derdixe û Erebên ku ji cihên cuda anîne li şûna wan bi cih dike. Hewl dide têkiliyên Kurdan bi hev re qut bike. Dixwaze Kurdan bi vî rengî li hev nekin, xwe birêxistin nekin û wan tine bike. Bingeha êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur, Başûr û Rojava li ser tinekirina civaka Kurd e.

Dewleta Tirk di van hemû êrîşan de xwe dispêre NATO’yê. Hemû teknîkên ku bi kar tîne yên NATO’yê ne. Helbet êrîşên dewleta Tirk bandoreke neyînî li ser giraniya QSD’ê ya li ser şerê li dijî DAÎŞ’ê dike. Li aliyê din jî bi êrîşan hewl dide Rêveberiya Xweser tengav bike. Bi hedefgirtina qadên jiyanê yên gel û binesaziya herêmê, hewl dide krîzê kûrtir bike, gel bê moral bike û gel ji Rêveberiya Xweser bêbawer bikin. Bi vî rengî hewl dide li herêmê pêleke koçberiyê çêbike. 

Çeteyên DAÎŞ’ê li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin bi awayekî azad tevdigerin. DAÎŞ li van herêman xwe bi rêxistin dike û perwerde dibîne. Ji van herêman derbasî Dêrazorê û Iraqê dibin. Her tim piştgiriyê dide DAÎŞ’ê da ku vegere û hêzek zêdetir bi dest bixe û zêdetir qadan ji DAÎŞ’ê re veke. Dewleta Tirk her tim qadên berfireh ên ku bi hêsanî dikarin lê bigerin pêşkêşî DAÎŞ’ê dike. Li her derê şaneyan birêxistin dike. Dikare ji van herêman çek û lojîstîk bi dest bixe. QSD û Rêveberiya Xweser bi salan e li dijî DAÎŞ’ê şerekî mezin dimeşînin. Lê belê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê her tim bandoreke neyînî li vê têkoşînê dike. Nahêle QSD û Rêveberiya Xweser hemû bal û hêza xwe bidin şerê li dijî DAÎŞ’ê.  

QSD’ê gelek caran daxuyanî da û diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk rê li ber DAÎŞ’ê vekiriye ku xwe ji nû ve birêxistin bike, lê ji qada navneteweyî û koalîsyonê tu bertek çênebû. Çima?

Hemû dewlet pêkanîn û polîtîkayên dewleta Tirk ên li Rojhilata Navîn baş dizanin û dibînin. Hem Îran, hem Rûsya û hem jî Koalîsyon vê yekê dibînin. Dewleta Tirk endamê NATO’yê ye, naxwazin dev ji dewleta Tirk berdin. Li Rojhilata Navîn pêwîstiya wan bi dewleta Tirk heye. Dixwazin dewleta Tirk li dijî Îranê bi kar bînin, bi taybetî jî ji bo ewlekariya Îsraîlê. Erdogan çiqasî li dijî van daxuyaniyan bide jî ti rastiyeke wê tineye. Ji ber ku weke endamekî NATO’yê hem ji aliyê leşkerî ve hem jî ji aliyê aborî ve girêdayî ye. Ji bo balafirên F-16 bifiroşe dewleta Tirk li ber Emerîkayê geriya. Di meseleya Swêd û Fînlandiyayê de jî PYD QSD û YPG’ê kir mijara bazarê.

Dewleta Tirk ji bo pêşiya statuya Kurdan bigire çi ji dest tê dike û hebûna xwe daniye holê. Stratejiyên ku heta niha pêk anîne jî bê encam mane. Dixwaze Kurdan dorpêç bike û bi temamî tasfiye bike. Lingê Sûriyê û lingê Îranê lawaz bûye. Dewleta Tirk îdia dike ku ew ê bi tena serê xwe pirsgirêka Kurd ji holê rake. Dewleta Tirk baweriya xwe bi artêşa xwe, Emerîka û NATO’yê tîne. Difikire ku bi vî awayî dikare qirkirina Kurdan pêk bîne. Şerê Fîlîstîn-Îsraîl krîza Rojhilata Navîn hîn kûrtir kir. Divê bêdengiya koalîsyonê bi vî rengî were fêmkirin. Bêyî koalîsyonê dewleta Tirk nikare li Sûriyeyê bimîne.Tirsa ku niha dewleta Tirk dijî ew e ku dizane eger koalîsyon ji Sûriyê derkeve û hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser li hev bikin dê bi tenê bimîne. Ji bo vê jî bi israr plana hevdîtina bi Esed re û asayîkirina têkiliyên bi Şamê re dike. Ji Şamê re dibêje, em li dijî Kurdan lihev bikin û pirsgirêkên din di nav xwe de çareser bikin. Emerîka û Rûsya li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêdeng man. Ev jî nîşan dide ku bi rastî di navbera wan de lihevkirinek heye. Di rastiyê de dewleta Tirk bêyî destûra wan nikare ti êrîşan pêk bîne. Ji ber ku qada hewayî di bin kontrola wan de ye. Dewleta Tirk bêyî destûra wan nikare balafirekê rake û bikeve xaka Sûriyê. Emerîka û Rûsya îdia dikin ku dewleta Tirk guh nade wan, lê hêza dewleta Tirk têrê nake ku guh nede wan. Eger helwesteke tund nîşan bidana dewleta Tirk ti carî nikarîbû êrîşên bi vî rengî pêk bîne. Di vir de ya sereke ew e ku her kes li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Helwesta Emerîkayê her tim eşkere ye. Têkiliyên wan bi QSD’ê re demkî ne û di çarçoveya şerê li dijî DAÎŞ’ê de ye. Ti têkiliya wan bi Rêveberiya Xweser re nîne.  

Piştî DAÎŞ li Baxozê têkçû xwe li herêmê çawa bi rêxistin dike? Li kîjan herêman liv û tevgera wê zêdetir bûye?

DAÎŞ piştî Baxozê hêzeke mezin winda kir. Hêza ku DAÎŞ’ê li ser piyan dihêle hat şikandin. Lê Sûriye û Iraq li ser erdnîgariya xwe serdest nînin. Nikarîbûn civaka xwe bi rêxistin bikin. Civaka Sûriyê jixwe belav bûye. Hikûmeta Şamê bi piştgiriya Îran û Rûsyayê li ser piyan dimîne. Ji hêla aborî ve bi tevahî hilweşiya ye. Hikûmeta Şamê nikare artêşa xwe binêre û biparêze. Ji bo vê jî DAÎŞ xwe li ser sînorê Iraq-Sûriye bi rêxistin dike. Bi êrîş û desteka dewleta Tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, DAÎŞ careke din hewl dide bêhnê bistîne. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî herêmên Rêveberiya Xweser dikin, hikûmeta Şamê bêdeng dimîne û çavên xwe ji êrîşên li derdora xwe re jî digire.

Di rastiyê de eger dewletên Rojhilata Navîn, hikûmeta Şamê, Îran, Iraq û Koalîsyon weke QSD’ê bi awayekî cidî bi ser DAÎŞ’ê de çûbana, DAÎŞ’ê wê nikarîbû xwe komî ser hev bike . Jixwe dewleta Tirk hevkarê DAÎŞ’ê ye. Hemû deriyên xwe ji DAÎŞ’ê re vekir. Li herêmên dagirkirî bi rehetî tevdigerin. DAÎŞ herî zêde li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê û li deriyê sînor ê Ebû Kemal xwe bi rêxistin dike. DAÎŞ  hewl dide xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke şaneyên biçûk li herêmên Dêrezor, Reqa û Minbicê bi rêxistin bike, bandora wê li ser gel nîne. Dem bi dem li van deveran çalakiyên biçûk li dar dixin. Hewl didin van çalakiyan bi piranî bi rêya medyaya dijîtal belav bikin û rêxistinên xwe xurt bikin. Ji bo vê jî ji hin hêzan çek, lojîstîk û îstîxbaratê distînin.

Heta niha herî zêde operasyon li Dêrazorê hatine kirin. Demek berê li vir gelek çeteyên DAÎŞ’ê dîl hatibûn girtin. Çima DAÎŞ herêma Dêrazorê hildibijêre?

Dêrazorê hem ji aliyê erdnîgarî û hem jî ji aliyê pêkhateya civakî ve herêmeke gelekî mezin e. Piraniya wê çol e. Gelek gund û bajarokên wê hene. Navend û bejahiya bajarê Dêrazorê li her du aliyên çemê Firatê ne. Her wiha ji ber li ser sînorê Iraqê ye bi rehetî derbas dibe. Dîsa beşek ji herêma Dêrazorê di bin kontrola QSD’ê de ye û weke bajar di bin kontrola hikûmeta Şamê de ye. Li herêma di bin kontrola QSD’ê de kontrol tê kirin, lê li aliyê din ê avê kontrol nayê kirin. Ev rewş qada tevgera wan, ketin û derketina wan pir rehet dike. Her wiha beriya niha di nava gelê vir de tevlîbûneke gelekî xurt di nava DAÎŞ’ê de hebû. Hê jî bandora wê li wir heye. DAÎŞ bi salan e li vê herêmê ye. Hem ji aliyê erdnîgarî û hem jî ji aliyê pêkhateya civakî ve herêmê baş nas dike.    

Li girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek girtiyên DAÎŞ’ê hene. Gelek caran hem ji aliyê QSD û hem jî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ji bo darizandina van girtiyan bangawazî hatine kirin, lê heta niha ti bersiv nehatiye dayîn. Derbarê dadgehkirina endamên DAÎŞ’ê de geşedanên nû hene yan na?

Piraniya endamên DAÎŞ’ê yên girtî sûcên pir giran dikin; sûcên li dijî mirovahiyê kirine, komkujî kirine û ji bo civakê xeteriyeke mezin pêk tînin. Piraniya wan ji dewletên biyanî hatine, dewlet jî naxwazin welatiyên xwe qebûl bikin û naxwazin wan bidarizînin. Ev ne rewşeke asayî ye bi hezaran kesên ku sûcên wisa giran kirine û ji bo mirovahiyê xeteriyeke mezin çêdikin. Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, Hîtler qirkirina Cihûyan kir û nêzî pênc mîlyon mirov qetil kir. Piştî şer ji bo kesên ev komkujî kirine dadgeheke taybet hat avakirin û hemû hatin darizandin. Lê darizandina wan sembolîk ma. Kesên ku hatin darizandin bi piranî kesên rayedar bûn. Ji ber ku nikarîbûn bi hezaran mirovan bidarizînin. DAÎŞ derqanûnî xebitiye. Dadgeheke wiha ji aliyê aborî ve ji bo van dewletan giran e. Li aliyê din gelek dewlet wek îstixbarat tevlî vê mijarê bûn.Ji bo vê jî bi rastî jî naxwazin gelek tişt zelal bibin û derkevin holê. Bi rastî jî dixwazin vê veşêrin. Bi vî awayî ew ji demê re hiştin. Herwiha Rêveberiya Xweser bi fermî nehatiye naskirin. Rêveberiya Xweser dixwest endamên DAÎŞ’ê bidarizîne, lê Koalîsyonê li dijî vê yekê derket. Dixwestin her welat werin û welatiyên xwe bigirin. Di vê rewşê de eger ji Rojava vekişin, naxwazin ev yek li ser wan bimîne. Dewlet bi her awayî naxwazin xwe têxin bin vî barî. Ji ber ku dosyeyên wan tune ne. Ev rewş pirsgirêkek hiqûqî ye. Ji aliyê siyasî ve kes naxwaze xwe têxe bin vî barî. Ji ber vê yekê, niha girêdayî Rêveberiya Xweser e. Koalîsyon alîgir e ku hemû di girtîgehê de bimînin.

Li vir hesabeke cuda yê dewleta Tirk heye. Dewleta Tirk ji aliyekê ve êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, ji aliyê din ve jî bi hewldana revandina van çeteyan ji girtîgehan dixwaze aloziyê kûrtir bike. Bi vî awayî hesab dike ku QSD nikare van girtîgehan biparêze û bi hêza xwe ya çeteyan dikare baştir wan biparêze. Ev rewş bûye pirsgirêkeke navneteweyî û çareseriya wê jî zehmet e. Di vê çarçoveyê de behsa kampên Roj û Holê jî dikin. Ev kamp gelek xeternak in. Ji ber ku li van kampan DAÎŞ’ê zîhniyeta xwe bi rêxistin dike û zindî dihêle. Bi hezaran zarok bi zîhniyeta DAÎŞ’ê tên mezinkirin. Çend welatên ewropî hatin û çend welatiyên wan birin. Piraniya wan ji zarok û hin jinan ne xetere ne, pêk dihat. Ji xwe xwedî li yên din dernakevin. Mijarên têkoşînê ev in. Pêwîste di vî warî de civak were rêxistinkirin û perwerdekirin. Dewleta Tirk ji bo xurtkirina DAÎŞ’ê her tim di nava hewldanê de ye û dewam dike. Di vê wateyê de divê li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê xwe amade bikin û civakê jî amade bikin. Em nikarin bibêjin ku wê di nava vê salê de pirsgirêk çareser bibin. Ji ber ku tu kes xwe bi tevahî berpirsyar nabîne. Ev jî nîşan dide ku  ev pirsgirêk wê dewam bike.

Koalîsyona Navdewletî bi salan e ku di şerê li dijî DAÎŞ’ê de xwe weke hevparê QSD’ê nîşan dide. Tevî vê yekê çima li ser mijara darizandina endamên DAÎŞ’ê bêdeng dimîne?

Ji ber ku eger koalîsyon biryara darizandinê bide, dikare welatên din jî bigire nav xwe. Lê belê Koalîsyon naxwaze xwe bixe bin barekî wiha. Di warê aborî de, lêçûn zêde heye. Ew jî demek pir dirêj hewce dike. Herdosyayek demek dirêj digire. Di encamê de heta niha ti kes xwedî li welatiyên xwe dernakevin. Her kes bêdeng e. Hem dixwazin DAÎŞ nebe belayê serê wan û hem jî dixwazin girtiyên heyî di destê QSD’ê de bimînin. Nêzîkatiyek wanbi vî awayî heye.

We got ku DAÎŞ bi piranî li herêmên hikûmeta Şamê çalak e. Lê ev rewş hem ji aliyê hikûmeta Şamê û hem jî ji aliyê Rûsyayê ve weke pirsgirêkeke cidî nayê dîtin. Hûn nêzîkatiya wan çawa dinirxînin?

Sedema ku DAÎŞ li navçeyên ku hikûmeta Şamê serdest e zêdetir çalak dibe ew e ku şerê hikûmeta Şamê li dijî DAÎŞ’ê lawaz e. Her carê di êrîşên li dijî hêzên hikûmeta Şamê de 15-20 leşker tên kuştin. Rûsya carna ji hewayê lêdixe, lê ger ji bejayî serdestî nebe, êrîşên hewayî zêde bandorê nake. Divê îstîxbarat, ewlekariya navxweyî û rêxistina gel xurtir bibe. DAÎŞ jî ji bo hikûmeta Şamê metirsiyeke mezin çêdike. Ger HSD’ê li dijî DAÎŞ’ê şer nekiriba û DAÎŞ li Baxozê têk nebiribûya, wê herêmên hikûmeta Şamê bi temamî di destê DAÎŞ’ê de bûna. Serketina li Baxozê hikûmeta Şamê rizgar kir. Metirsiya li ser hikûmeta Şamê kêm bûye.

Herêmên Rêveberiya Xweser ji herêmên hikûmeta Şamê ewletir in. Ji ber ku DAÎŞ li herêmên rêveberiya xweser nikare serbest tevbigere. Divê Rûsya, Îran û Sûriye zêdetir li ser têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê bisekinin. DAÎŞ li herêmê dîsa bi hêz bibe wê rewşeke pir xetere derxe holê. Ji bo vê jî pêwîste hemû welatên Rojhilata Navîn di şerê li dijî DAÎŞ’ê de gelek hestiyar û birêxistin bin. Di vî warî de divê piştgiriya şerê QSD’ê ya li dijî DAÎŞ’ê bikin, nebin asteng.

Ji destpêka sala 2024’an ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî DAÎŞ’ê we gelek operasyonên li dar xistin. Heta niha çend şane hatine hilweşandin? 

Ji destpêka salê ve hem hêzên QSD’ê hem jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî çalakî û şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê her tim di nava tevgerê de ne. Li dijî DAÎŞ’ê bi giştî 52 operasyon hatin lidarxistin. Ji van operasyonan 28 yekser li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hatin kirin, 24 operasyon jî bi gumana endamtiya DAÎŞ’ê hatin lidarxistin. Di van çalakiyan de 10 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin, 2 çeteyên DAÎŞ’ê birîndar bûn û 50 çete jî hatin girtin. 85 kes bi tohmeta endamtiya DAÎŞ’ê hatin binçavkirin. Her wiha gelek alavên leşkerî jî hatin desteserkirin. Lê ev hejmar tenê bîlançoya çalakiyên hêzên QSD’ê ye. Her wiha ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve operasyonên taybet hatin lidarxistin û di van operasyonan de gelek endamêm DAÎŞ’ê hatin girtin û bêbandorkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN REQA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xelkê Helebê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiyan
Nûçeya Pişt re Li Bazîdê kesek hat girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo şehîdên Helebceyê jiyan sekinî

Di salvegera komkujiya Helebceyê li hemû bajarên Başûrê Kurdistanê jiyan sekinî. Li Rojhilatê Kurdistanê qurbanî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Nîjeryayê li sê gundan zêdeyî 30 kes hatin kuştin

Li eyaleta Benue ya Nîjeryayê di nava sê rojan de li sê gundên cuda di…

Ji aliyê Stêrk TV

Operasyona Ewlekariya Domdar: 7 çete hatin girtin

Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar, ragihand ku li Kampa Holê 7 çeteyên DAÎŞ’ê hatine girtin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Gaziyan şehîd Zîlan bi bîr anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Eşkere bû ku pêwendiya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê yekser bi qetilkirina Elewiyan heye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Zîlan li Kantona Firatê hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê û Til Temirê çalakiyên bîranîna şehîd Zîlan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?