Konseya Hilbijartinê ya Neteweyî (CNE), roja Yekşemê ragihand ku Nicolas Maduro ji sedî 51, 20 deng bi dest xistiye û ji bo serdema sêyemîn careke din weke serokê Venezuela hat hilbijartin.
Serokdewletê Venezuelayê Nicolas Maduro piştî nîvê şevê roja Duşemê got, ji nû ve hilbijartina wî ji bo aştî û aramiyê serketine. Maduro, îdîayên der barê kampanyayan de dubare kir û diyar kir ku sîstema hilbijartinê ya li Venezuelayê zelal e.
Encamên ku Konseya Hilbijartinê ya Neteweyî eşkere kir, li dijî gelek anketên derketine ku teqez serketina namzetê muxalefetê Edmundo Gonzalez nîşan dide, bi nakok e.
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê roja Duşemê ji bo hejmartinek ‘adîl û zelal’ pêk were bang kir.
Wezîrê Karên Derve yê DYE’ê Antonia Blinken, di konferanseke rojnamevaniyê ya li Japonyayê de got, “Fikarên me yên cidî hene ku encama hatiye ragihandin îrade an jî dengê gelê Venezuelayê nîşan nade.”