Jinên Êzdî yên bi navê Ezîze Xalid Elî (25) û Tawaf Dawûd Çeto (24) ku 1’ê Tebaxa 2024’an ji destê çetayan hatin rizgarkirin, di roja sêyemîn a azadiya xwe de tevlî meşa protestoyî ya li bajarê Amûdê bûn.
Tawaf Dawûd Çeto ya ji gundê Til Izêr ê Şengalê ku 10 sal berê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatibû revandin wiha got: “Ji ber ez di nava xizimê xwe de me ez kêfxweş im, ez spasiya YPJ`ê dikim ku min xilas kir.”
Tawaf Çeto da zanîn ku 10 sal ji bo wan bi zehmetî derbas bûn û wiha got: “Ji bo me ev rojeke xemgîne, ev roj nayê jibîrkirin. Me xwest bi beşdariya meşê kêfa civaka xwe bînin.”
YPJ`ê ragihandibû ku Ezîze Xalid li Kampa Holê hatiye rizagar kirin, Tawaf Çeto jî li ser sînorê Sûriyê-Iraqê dema hewl dida xwe xilas bike, hatiye girtin û piştî lêpirsînê hatiye zanîn ku Êzidî ye. Bi wan re zaroka Êzidî ya bi navê Xunav li cem Ezîze Xalid mezin bûye jî hatiye rizgarkirin.