Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê li Bexdayê li dijî biryara Encûmena Bilind ya Dadgeriya Iraqê ya girtina partiya wan, desteserkirina navend û çavkaniyên darayî yên partiya wan de daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Endamê Desteya Serkirdayetiya Partiya Eniya Têkoşîn û Demokrasiyê de hat dayîn de wiha hate gotin; “Em biryara Encûmena Bilind ya Dadgeriya Iraqê ya girtina partiya me red dikin. Ev biryare ne siyasî ye û ne hiqûqî ye. Armanca wê xirabkirina navûdengê û lewazkirina rola partiya me di meydana siyasî de ye.”
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Ey zarokên gelê me yê serbilind yên Iraqê, hûn hertim bûne mertalê parastina welat li hember neheqî, zilm û sitemkariyê. Em îro bang li we dikin ku li ser êrîşa nerewa û biryara nerewa ya Komîsyona Hilbijartinê ya li dijî partiya me Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê hemû rastiyan bizanibin.
Li ser biryara Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê ku di 01.08.2024’ê de ji bo girtina partiya me Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê, girtina baregehên me û desteserkirina çavkaniyên me yên aborî, ji raya giştî re radigihînin ku partiya me ji vê mijarê ne hatiye agahdarkirin. Li şûna wê, me bi rêya medyayê agahî girt û derbarê vê biryarê de tu peywendî bi partiya me re nehat kirin.
Armanca vê xirabkirina îtîbara me û xirabkirina têkoşîna me ye. Em weke Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê rêzê ji Destûra Iraqê re digirin û di hemû xebatên xwe de pabendî wê ne. Em li gor qanûnê kar dikin û navenda me jî baş tê zanîn û navendeke girseyî ye.
Eniya Têkoşîn û Demokrasiyê bernameya xwe ya siyasî li gorî yasaya Partiyên Siyasî yên Iraqê ava kiriye û li ser vê bingehê xebatên xwe dimeşîne û girêdayî çarçoveya yasayên Iraqê ye.
Me tiştekî ku destûrê binpê bike nekiriye û li gorî dînamîkên civakî bi awayekî zelal dixebitin. Em dubare dikin ku tu pêwendiya eniya me ya rêxistinî û darayî bi tu aliyekî derve re nîne. Ne girêdayî tu nijad, ol û mezhebeke taybete, lê em bi awayekî wekhev nêzîkî tevahiya civaka Iraqê dibin.
Îdîayên ku desthilata Dadweriya Hilbijartinan xwe dispêre madeya xala 25 (1/3) ya Qanûna Partiyên Siyasî ya hejmar 36 ya sala 2015’an derew û bêbingeh in. Em partiyeke Iraqî ya serbixwe ne û tu peywendiya me ya rêxistinî û darayî bi tu aliyekî derve re nîne. Em bi eşkere li gorî yasa û destûra Iraqê kar dikin.
Em vê biryarê bi tevahî red dikin û biryara li dijî xwe wekî biryarek siyasî dihesibînin ku me ji qada siyasî dûr dixe bêyî ku belgeyên berbiçav bidin me ku me binpêkirinek yasayî kiriye. Biryara Dadweriya Iraqê nîşan dide ku eniya me hiqûq binpê kiriye. Vê yekê bandoreke berovajî afirand. Em piştrastin ku hêzên siyasî hene ku hewl didin zext û şantajê bikin da ku mijarên bingehîn yên girêdayî serwerî û serxwebûna Iraqê veşêrin.
Baweriya me bi jiyana hevbeş û aştiya sivîl heye û em bi azadiya jinê bawe rin. Ji ber ku azadiya jinê tê wateya azadiya hemû civakê. Em ê jî ji bo belavkirina çanda demokrasiya rasteqîn û ruhê beşdariyê di nava hemû civakên gelê xwe de bixebitin. Em hêvî dikin ku Encûmena Dadweriya Hilbijartinan ya Iraqê sedemên rastîn yên vê biryarê lêkolîn bike. Em cudakariya etnîkî red dikin û edalet û wekheviyê dixwazin.
Di dawiyê de em dubare dikin ku em ê bi hemû rê û rêbazên hiqûqî li ber xwe bidin. Em ê bi hemû hêz û berxwedanên xwe ve girêdayî prensîb û armancên xwe yên bilind de, di xizmeta Iraq û gelê wê de bin. Li ser esasê têkoşînê em ê piştgiriya gelê Iraqê yê bi coş berdewam bikin. Di çarçoveya destûra Iraqê û yasayên cîbecî, eniya me dê bi pabendbûna bi pirensîpên demokratîk li ser bihêzkirina projeya xwe ya demokratîk û pêkve jiyana aştiyane berdewam be. Em ê tevî hemû zextan jî li hemberî vê biryarê û têkoşîna xwe ya ji bo têkbirina wê bi destûra Xwedê xebatên xwe bidomînin.”