Yekşem, 5 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îran gefê li malbatên pêşmergeyên ku jiyana xwe ji dest dane, dixwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Eken ê PKK’yî piştî 31 salan taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    268 rojan di greva birçîbûnê de bû, girtî Turkoglû jiyana xwe ji dest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî binçavkirinan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komxebata aboriyê: Bêyî em çareseriyê biafirînin, ne hincetan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 2 bajaran 11 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya Mexmûrê: Rêber Apo xeta me ya sor e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komxebata Aştî û Diyalogê: Em ê aştiyê ji xwecihî ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê nasnameya 4 şehîdên Mihabadê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubad Talebanî: YNK wê nebe parçeyek ji pevçûn û aloziyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Zîlan di 30’emîn salvegera çalakiya xwe ya fedayî de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Iraq û Tirkiye ji bo hinardekirina petrola Iraq û Başûrê Kurdistanê bi demkî li hev kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DEM Partî li Wanê bi jinên astengdar re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora meha Hezîranê ya MKG’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Laura Corradi: Jineolojî li dijî pergala agahiyê ya serwer alternatîfeke xurt pêşkêş dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşe Gokkan: Piştevanî hêza me ya herî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xemla deşt û çiyê: Zozan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a PYD’ê êrîşên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK: Berwar Dersim fermandareke Kurdistanî bû
Jin

KJK: Berwar Dersim fermandareke Kurdistanî bû

Koordînasyona KJK'ê ji bo Fermandara Eyaleta Serhedê ya YJA Starê Berwar Dersim got, "Fermandareke Kurdistanî bû ku sînorên dijmin hemû parçe parçe kiribû."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Tebax 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê bi bîr xist ku Berwar Dersim ji Başûr heta bi Bakur, ji Qendîlê heta bi Zapê, ji Dersimê heta bi Serhedê gav bi gav li çiyayên Kurdistanê geriya û got, “Jineke Kurd a çiyayî bû ku her bihosteke xaka welêt bi wate kir û şopa xwe lê hişt.”

Koordînasyona KJK’ê têkildarî Endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê û Fermandara Eyaleta Serhedê ya YJA Starê Berwar Dersim (Seyran Çomak / Wan) daxuyaniyek weşand ku li qada Gilîdaxê di şerekî giran de 8’ê Tebaxa 2024’an şehîd bû. Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê bi vî rengî ye:

TEVLÎ ŞEHÎDÊN XETA SERKETINÊ BÛ

“Tebax di dîroka me ya têkoşînê de ew meh e ku çalakiya 15’ê Tebaxê lê destpê kir ku bi fîşeka destpêkê vejîn pêk hat. Meha şehîdên me yên leheng e ku bi vê çalakiyê re mohra xwe li dîrokê xistin. Ev xeta berxwedan û vejînê ya ku bi pêşengiya fermandar Egîd hate afirandin, bi hezaran leheng bi xwe re afirand û ev destana lehengiyê heta niha bênavber dewam kir. Hevalên Mûstafa Yondem, Sari Îbrahîm, Huseyîn Mahîr, Engîn Sîncer, Nûcan, Atakan, Zekî Şengalî, Denîz Firat, Benda, Destîna û herî dawî fermandara leheng a Eyaleta Serhedê Berwar Dersim bûn şehîdên mezin ên xeta serketin û vejînê ya 15’ê Tebaxê. Di şexê şehîd Berwar Dersim de şehîdên xwe hemûyan bi rêzdarî û hurmetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku li ser rêya wan şaş nebin û heta serketinê bimeşin.

AZADÎ DI KESAYETIYA XWE DE NEQIŞAND

Hevala Berwar di nava jiyana xwe ya şoreşgerî ya ji 25 salan de nirxên gelekî esîl afirand, azadî di kesayetiya xwe de neqişand. Kesayetiya wê ku bi nirxên berxwedanê yên gelên Bakur û Rojhilat şênber bû, bi xeta Rêber Apo û gerîla bû yek û nasnameyeke fedaî bi xwe re afirand. Raperîna wê ya bêdeng û kûr a li hemberî mêtingerî û serweriya mêr, asteke nû da têkoşîna YJA Starê ya li ser xeta PAJK û PKK’ê, veguherî raperîneke deng û wateyeke mezin ku dijmin ji binî ve hejand. Hevala Berwar Dersim ji Başûr heta bi Bakur, ji Qendîlê heta bi Zapê, ji Dersimê heta bi Serhedê gav bi gav li çiyayên Kurdistanê geriya. Jineke Kurd a çiyayî bû ku her bihosteke xaka welêt bi wate kir û şopa xwe lê hişt. Fermandereke Kurdistanî bû ku sînorên dijmin destnîşan kir hemû parçe parçe kir. Bû ew xet ku bi aqlê jinê di şer de serketin afirand. Bi rêya vê xetê di kesayetiya xwe de mêtingerî, xiyanet û serweriya mêr parçe kir û yekîtiya neteweya demokratîk û azadiya jinê afirand. Hevala Berwar bi têkoşîna xwe ku emrek bû, veguherî sembola azadbûyîn û yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd.

MÎRATEYEKE MEZIN LI PEY XWE HIŞT

Li hemberî hemû derew, çewtî û nehezkirina ku sîstema modernîteya kapîtalîst di sedsala 21’ê de afirand, ew bû temsîla hezkirin, nasnameya jinê ya heqîqî, mirovbûyîna rasteqîn, durist û sade. Hezkirina wê ya ji gel, hevrê, nirxên jinê û nasnameya jinê, tolhildana wê ya li dijî serweriya mêr û faşîzma dijmin mezin kir, ji ber vê yekê jî di şer de bi jîrbûn û biryardariya xwe koka dijmin rakir. Di nava şert û mercên herî giran de bi ked, hezkirin, jîrbûyîna xw eya taktîkî û hêza xwe, bi parvekirina bi hevrêyên xwe re li ber xwe da. Vê berxwedanê bandor li her hevrêyên wê kir, di heman demê de mîrateyeke mezin ji têkoşîna me ya jinê û gerîla re hişt.

XETA AFIRANDINA SERKETINÊ YE

Hevala Berwar bû xeta serketin û hebûnê ya bi aqil û rengê jinê. Bû xwedî sekneke welê ku paradîgmaya nû ya Rêber Apo paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê fêhm kir û ev têgihiştin di Fermandariya YJA Starê de şênber kir. Ji aliyê fêhmkirina stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî, bicihanîna vê stratejiyê bi dewlemendiya rê, rêbaz û taktîkan, nêzîkatiyeke hostatî nîşan da. Salên dûr û dirêj li qada Serhedê fermandarî ji şer re kir û kedeke mezin da. Bi hezkirina xwe ya ji gel, hezkirina ji hevrêyan û hezkirina ji Rêbertî hemû pirsgirêkên derdikevin pêşiya wê çareser dikir, astengî hemû ji pêşiya xwe radikir, her kêlî vediguherand kêliya serketinê. Di hişmendiya jinê de çawa hest û fikrên kûr dikarin bêne afirandin, bi aqil û dilê jinê çawa hebûn dikare bê afirandin, çawa dikare şer bê kirin, pêşengiya jinê çawa dikare pêk were? Sekn, jiyan û kesayetiya hevrê Berwar bû bersiva herî şênber û rast ji van pirsan re.

FÊHMKIRINA WÊ, WÊ TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKE

Xeta lehengiya jinê ya azad rêya têkoşîna me ya azadiya jinê, jinên Kurd, jinên Rojhilata Navîn û jinên bindest ên cîhanê ronî dike. Rê nîşanî jin ên ciwan, lêgerîna wan a nasnameyê, lêgerîna wan a li azadiyê dide. Fêhmkirina wê, xeta têkoşîna wê, bedewî û azadiya kesayetiya wê, wê têkoşîna me ya jinê mezin bike, wê jiyana azad a ji nirxên jinê pêk bîne. Li dijî dewleta Tirk a faşîst ku dijminê jinê ye, dijminê Kurdan e, dijminê mirovahiyê, li hemberî şerê li dijî jinê yê Şerê Cîhanê yê 3’yemîn yekane rêya bersivdayina li bîranîna Wê û şehîdên me, têkoşîna li ser xeta Şehîd Berwar e.

JI BO BILINDKIRINA ALA WÊ EM BANG DIKIN

Di çarçoveya vê rastiyê de di serî de jinên ciwan em bang li jinên Kurd hemûyan, jinên li azadiyê digerin dikin ku hevrê Berwar û nirxên azadiya jinê yên ku wê temsîla wan dikir hîn bêhtir fêhm bikin, bixin meriyetê; ala ku wê hilda bû bilind bikin û serketinê biafirînin.

WEZÎFEYA ESASÎ MEŞA BER BI SERKETINÊ VE YE

Dewleta Tirk a faşîst li Îmraliyê li hemberî Rêber Apo, li Bakur û Başûr jî li dijî destketiyên gelê Kurd û jinan bi rengekî bêheman êrişên qirkirinê dewam dike Di şexsê PDK’ê de jî xiyanet gihîştiye asta herî bilind. Li hemberî van hemûyan, wezîfeya me ya esasî ew e ku bi ruhê serketin û vejînê yê 15’ê Tebaxê li ser xeta tolhildanê ya Şehîd Berwar têkoşînê bimeşînin û ber bi serketinê ve bimeşin. Em bang li jinên Kurd hemûyan dikin ku li ser xeta Şehîd Berwar û hemû şehîdan, têkoşîna azadiya jinê mezin bikin, di heman demê de şehadeta hevala Berwar bi rengekî ku hêjayî wê be pêşwazî bikin, li tevahiya Kurdistanê bîranînên hêjayî fermandariya Şehîd Berwar in lidar bixin, xwedî li şehîdan derkevin û têkoşîna me ya azadiyê mezin bikin.

Li ser vê bingehê bila serê hemû jinan, malbata hevrê Berwar, hevalên li Bakurê Kurdistanê di çeperan de ne sax be. Bila jin hemû û gelê me zanibin; kesayetiya pêşeng a hevrê Berwar ji bo me xeta têkoşînê ye. Ev xet wê di nava têkoşîna me de li her cihî û her kêliyê hebe û ji bo me bibe hinceta jiyan û serketinê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nasname û pênase
Nûçeya Pişt re ROJEVA 20’Ê TEBAXA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Xweparastin mijareke civakî ye, bê parastin jiyana azad nabe’

Mijara parastina cewherî di Konferansa Ronakbirî ya Şengalê de bi berfirehî hate nirxandin û wiha…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD: 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin

QSD'ê ragihand ku li bajarokê Sifiyan ê Şedadê 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin.

Ji aliyê Stêrk TV

‘Dîlawer Erebo û Hiva Erebo şehîd bûn’

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku şervanê PYD’ê Dîlawer Erebo û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

DEM Partî li Wanê bi jinên astengdar re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rapora meha Hezîranê ya MKG’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Laura Corradi: Jineolojî li dijî pergala agahiyê ya serwer alternatîfeke xurt pêşkêş dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?