Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, ‘Polîsên Leşkerî’ ku amûra sûc a paramîlîter a dewleta Tirk a li Efrînê ye Xelîl Ekrem Xincik, Ehmed Ebû Xelîl û Hisên Kemûne revandine.
Hate ragihandin ku kesên hatine revandin ji gundê Nisiriyê yê Cindirêsê ne û ji bo berdana wan jî 2 hezar dolar fîdye ji malbatên wan hatiye xwestin.