Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku li ber Meclisê daye destpêkirin, di roja 23’yemîn de berdewam kir.
Emîne Şenyaşar di çalakiya xwe de dowîza “Edalet” hilda. Şenyaşar da zanîn ku kujerên malbata wê li derve digerin û lê lawê wê Fadil girtî ye û xwest demildest bê berdan.
Serokwekîlê Koma CHP’ê Mûrat Emîr serdana çalakiya Emîne Şenyaşar kir. Emîr li rewşa Emîne Şenyaşar pirsî û dowîza “Lêgerîna me ya maf û edaletê li TBMM’ê di roja 23’yemîn de ye” hilgirt.