În, 23 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sebahat Bîçer: Ji bo girtiyên nexweş divê gavên mirovî û hiqûqî bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zurichê wê ‘Konferansa Entegrasyona Demokratîk’ bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tûgçe Tatarî: Ev aştî ji bo welêt firsendek e, ne tenê ji bo Kurdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED TUHAD-FED û TUHAYDER’a Semsûrê bertek nîşanî taloqkirina tehliyeyan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî nerazîbûna nîşanî desthilatdariyê da: Pêngavên aştiyê çima tên sekinandin?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Kerkûkê li gundê Kurdan di bin gefa rûxandinê de ne: Zêdetirî 70 malbat di bin rîskê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê du Kurdên din jî revand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hate îdîakirin ku hêzên YRK’ê baregehek Îranê xiste kontrola xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ez diçim, hineyê li destê min bidin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Bane û Sine 3 kes binçav kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HANA: Rejîma Îranê Kurdan direvîne û winda dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Diherike Dîcle bi hezkirina ax û welat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûşen Yakût: Divê dawî li polîtîkayên bêcezahiştina qetilkirina jinan bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mechthild Exo: Jineolojî divê bibe bingeha me ya pratîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Dixwaze di her şert û mercê de xizmeta şoreşê bike
Rojava

Dixwaze di her şert û mercê de xizmeta şoreşê bike

Cîhan Elî a bi wêneyê Mazlûm Dogan ku li ser dîwarê mala wê daleqandiye Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike, di sala 2015'an de di pêngava Holê de birîndar dibe û niha di çalakiyên perwerdehiyê yên Kongra Starê de cih digire.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Malovaniya dayika wê ya ji bo civînên veşartî û bi rêya wêneyê Mazlûm Dogan şopandina jiyanê, bingeha nasnameya welatparêziyê ya Cîhan Elî ava kir. Cîhan Elî (28), jineke ciwan bû ku di sala 2015’an de tevlî Şoreşa Rojavayê dibe û di rêfên YPJ’yê de birîndar dibe. Piştî rêwîtiya xwe ya pênc salan ya bi YPJ’yê re, di sala 2024’an de ji bo azadiya civakê dest bi rêwîtiyeke nû kir û beşdarî xebatên Komîteya Perwerdehiyê ya Kongra Starê bû. Niha têkoşîna xwe bi vî awayî didomîne.

 

Cîhan Elî, di sala 1996’an de li gundê Digurkaya Dêrîkê ji dayik bû.  Cîhan bi saya diya xwe Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike û wiha behsa wê serdemê dike: “Welatparêzbûna malbatê, ji dilsoziya diya min a bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê tê. Li mala me wêneyek hebû. Min tim ji diya xwe dipirsî, “Ev kî ye?” Ji ber ku di binemala me de kesekî wiha tine bû. Ez zarokekê meraqdar bûm. Diya min negotibû ku ki ye. Gotibû, “Hinekî din mezin bibe piştre ez ê bibêjim.” Her wiha heval jî dihatin mala me.

Min fam nedikir ku çi diqewime.; lê belê ji ber ku dayika min nexweş bû ji min re digot ka ew ê biçin kîjan malan û min jî heval dibirin wan malan. Civîn çêdikirin. Helbet hêj min meraq dikir ka ew kesê di wêneyê de kî ye. Min bi berdewamî ji dayika xwe pirs dikir. Dayika min ne digot ew ê tên malê heval in ne jî ew wêneyê Mazlûm Dogan e. Ji bo wan digot “Ev jî mam û xalên te ne.” Û wisa ser guhên xwe re diavêt. Ji ber ku rejîma Baasê, dixwest bi rêya zarokan agahiyan bi dest bixe. Diya min jî ji ber vê yekê nedigot ka kî ne. Helbet bi demê re emrê min mezin bû û ez jî beşdarî civînan bûm. Bi şahidiya axaftinên di civînan de min heval jî nas kirin û diya min jî êdî got ku ew wêneyê Mazlûm Dogan e û behsa têkoşîna wî kir.”

SALA 2015’AN TEVLÎ YPJ’Ê DIBE

Cîhan Elî, Şoreşa Rojavayê wekî derfeteke mezin dibîne. Ew di 2015’an de azadbûna Kobanê wekî azadbûna jinan dibîne û bîranîn wê yên zarokatiyê li ber çavên wê şîn dibin û bi xwişka xwe Xezal Elî re biryar dide ku beşdarî refên YPJ’yê bibe. Cîhan Elî, kelecana xwe ya bi Şoreşa Rojavayê re jiyayî, wiha tîne ziman: “Kobanê rizgar bibû û li hin bajaran şer hêj berdewam bû. Nêzîktirîn hevala min Diljîn li Til Hemisê şehîd bibû. Rastiya dilşewat a şerî û welatparêzbûna malbatê, bivê nevê bandorek çêdikir. Min û xwîşka xwe me plan çêdikirin.

Me digot di vê rêyê de şehîdbûn, birîndarî û cudabûn heye; lê em xwedî biryar bûn. Bi awayekî bê tirs û bê hesab min û xwişka xwe me destê hevdu girt û em çûn baregeha YPJ’yê. Serdema perwerdehiya bingehîn, ew merhale bû ku bandoreke mezin li ser min kir û dilsoziya min xurttir bû. Dema min guhdariya rastiya Rêbertî, pirsgirêka malbat, jin û civakê, têkoşîn û tevgera jinan dikir, min ferq kir ku kesayeta min diguhere. Cîhaneke nû diafirî. Dema ez wan rojên civînan difikirim ku diya min bi awayekî veşartî mirov û jin komî hev dikirin, lihevkombûna bi dehan jinan û perwerde dîtina wan cihê kêfxweşî û hêviyê bû.

5 SALAN DI NAV YPJ’Ê DE CIH GIRT

Di sala 2015’an de piştî pêngava Til Hemisê pêngava Holê dest pê kiribû. Min kêm jî be di pêngava Til Hemisê de tecrubeyek bi dest xistibû. Hîn ez û xwîşka xwe bi hev re bûn. Ya rastî me hevdu re digot ne rast e ku em bi hev re bimînin lê belê me nedixwest em ji hev cuda jî bibin. Em ber bi dawiya pêngava Holê hatibûn. Hol ji çeteyan hatibû paqijkirin; lê belê diviyabû malên ku çeteyan wekî mewzî bi kar anî bihatana kontrolkirin. Em gihîştibûn merheleya dawî. Tenê du sê mal mabûn. Di dema kontrolkirina malekê de bombeyeke mezin teqiya. Bihêztirîn mekanîzmaya parastinê ya çeteyan çalakiyên sabotajê bûn. Hem di parastinê de hem jî di êrîşê de bi kar dianîn.

Li ber deriyê malê bombeyeke mezin danîbûn. Bi vebûna derî re bombe teqiya. Ez li ser hişê xwe bûm. Bombe teqiya bû û her yek ji me bi aliyekê ve çûbû; lê hevalên birîndar bûyîn digotin “Berxwedan jiyan e.” Em bi giranî birîndar bibûn û berxwedana hevalan û dirûşme bandor li min kiribû. Tevî êşa xwe dirûşme berzdikirin. Ew dirûşme bûbûn sedem ku di wê kêliyê de werim ser hemdê xwe û xwe bernedim. Şehîdbûna hevalan û berxwedana birîndaran, tevî ku ez bi giranî birîndar bibûm jî bûn sedem ku ez li refên YPJ’yê têbikoşim. Heta sala 2021’ê jî min di YPJ’yê de cih girt. Ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ez sê salan bi pêvajoya xwe ya tedawiyê re eleqedar bûm.’

‘EM Ê BIRÊXISTINBÛNÊ BIHÊZTIR BIBIN’

Cîhan Elî, piştî sê salan di çalakiyên Komîteya Perwerdehiyê ya Kongra Starê de cih girt. Cîhan Elî ku bi çalakiyên perwerdehiyê têkoşîna xwe didomîne axaftina xwe bi van gotinan didomîne: “Ez demeke dirêj di nava hêzên leşkerî de mabûm. Min qet di xebatên qada civakî de cih negirtibû lê belê ez amade bûm ku di hemû qadên xizmeta têkoşîna rizgariyê didin de cih bigirim. Edî min ferq kiribû ku têkoşîn ne tenê ji hêza fîzîkî pêk tê. Ez gihîştibûm wateya şer û têkoşînê. Min hay jê hebû ku bêyî şer em ê azad nebin, lê belê aliyekê şoreşê jî xwerêxistinkirin bû. Çalakiyên xwerêxistinkirinê li ku bin Rêbertî jî li wir e. Ji bo azadiya jinê, azadî û ronahiya civakî xizmeta şoreşê dikim. Ez dixwazim wekî Şehîd Sara, Şehîd Bêrîtan û Zîlanê bibim jineke têkoşer. Her gava ku ez têkoşîna wan dixwînim û guhdar dikim xwe bihêztir hîs dikim û dixwazim bi awayekî bihêztir beşdarî jiyana wan bibim. Têkoşîna her yekê ji wan îradeya min xurt dike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN DÊRIK

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nagîhan Akarsel li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn
Nûçeya Pişt re ROJEVA 5’Ê COTMEHA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kadîfekaleyê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir

Komîteya Amadekar a Newroza Îzmîrê li Kadifekaleyê ku Rahşan Demîrel bi bedena xwe agirê Newrozê…

Ji aliyê Stêrk TV

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Li pêşiya me du rê hene

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku du rê li pêşiya wan…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD’ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya 5 şervanên xwe eşkere kir ku meha…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Hawarî: Eger gelên Sûriyeyê mafên xwe misoger nekin dibe ku sedsalek ji dest biçe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Til Temirê daxwaza mîsogerkirina Kurdî di destûrê de hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê şehîd Mizgîn Kurdo li Qamişloyê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Sersaxî ji malbatên şehîdên Kobanê re hat xwestin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?