Rêxistinên femînîst ên li bajarê Graz ê Awûstûryayê li dijî komkujiya jinan çalakî kirin. Jin ji Lendplatzê heta Hauptplatzê meşiyan, ji bo mafên jinan bal kişandin ser girîngiya têkoşînê.
Di axaftinan de hate xwestin, ji bo rawestandina kuştina jinan û misogerkirina wekheviya zayendî ya li nava civakê tedbîrên bi lez bêne wergirtin.
Jinan di meşê de dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qîriyan û ji bo azadî û ewlehiya jinan bang kirin.