Pêncşem, 11 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Estarrona: Azadiya Abdullah Ocalan garantiya pêvajoyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Kî xwe birêxistin bike ew ê bi ser bikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî, CHP û EMEP’ê raporên xwe yên ‘çareseriyê’ radest kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wan û Agiriyê şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akademîsyenên Misrî: Projeya neteweya demokratîk a Abdullah Ocalan gerdûnî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rûken Nexede: Hevala Feraşîn bi rengê jinê fermandarî dikir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê barîna zêde bandorê li jiyanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meş: Aştî bi mafên mirovan dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê 8 mamosteyên pispor ji kar hatin derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Tundiya li nava civakê li derveyî exlaqê ye, divê tedbîr bêne wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê 5 gerîlayên sala 2019’an şehîd bûne, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di Hefteya Mafên Mirovan de ji bo azadiya Rêber Apo û aştiyê bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsên Jinan ên NRW YJK-E’yê li Kolnê perwerde da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helebceyê jinan li dijî tundiyê çalakî lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Mijdarê de herî kêm 23 jin û 3 zarok hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Meclîsa Îştar: Civaka demokratîk wê bi pêşengiya jina azad bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’emîn Konferana Meclîsa Îştar bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Klîba Şehîd Dilşêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagê konserek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emanetgirê antîka yê Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Pêşeroja Pêşengê Sûriyeyê: Hevrîn Xelef
Rojava

Pêşeroja Pêşengê Sûriyeyê: Hevrîn Xelef

Semîra El-Ezîz: “Bi avakirina Partiya Pêşeroja Sûriyêyê re, tenê pêkhateyek siyasî ava nekir, bû pêşenga pêşerojê ya ku komên etnîk ên cuda tîne gel hev û du. Weke Sekretera Giştî bû dengê dad û wekheviyê.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Hevrîn Xelef di 12’ê Cotmehê 2019’an de êrîşên dewleta Tirk a dagirker a ku li Serêkaniyê û Girê Spî dabû destpêkirin de li ser rêya M4 ji aliyê çeteyên Ehrar El Sharqiyê ve bi êşkenceyê hat qetilkirin. Me bi alîkarê Hevserokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Semîra El Ezîz re di 6’emîn salvegera şehadeta Hevrîn Xelef de li ser wê axivîn.

 

Hevrîn Xelef di sala 1984’an de li gundê Rêhanîk a girêdayî Dêrikê ya Rojava di nav malbatekê welatparêz de hate dinyayê. Hevrîn Xelef wek zarokê herî biçûk a malbatê çavên xwe li cihanê vekiribû, lê nizanîbû ku rojekê meşa wê ji destanan re bibe mijar. Hevrîn hêj di temenê xwe yê biçûk de bal dikşand ser xwe. Di 11 saliya xwe de tevlî Koma Tiyatroyê ya Zarokên Dêrikê bû û ferq kir ku huner ew tiştê ku ruhê mirov xwedî dike ye. Rola destpêkê ku girtibû li ser Komkujiya Helepçê bû û di wir de rola parêzvana mafê mirovan girtibû. Ev ji rolê zêdetir wek parêzvanê dad, wekhêvî û rûmetê nasnameya wê nîşan dida.

Rêya Hevrîn a bi serketinan re tijî ye biryardarî û azme wê radixist ber çavan. Hêj diçû pola 5’mîn a dibistanê di waneya bîrkarî de yekeminbûna xwe re biryardariya xwe ya xwegihandina xeyalên xwe nîşan dide. Dema 2009’an li Zanîngeha Helebê Endezyariya Înşatê dixwînê, ji serketinên xwe yên akademîk wêdetir bi daxwaza xwe ya xizmetê civakê kirine re derdikeve pêş. Şerê Sûriyê ya hundîrîn jî di jiyana wê de dibe xalekê girîng. Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de dema pêşengî li şoreşa Rojava kir, bi wêrekî û baweriya xwe bû remza azadî û wekheviyê. Xebatên rêxistin kirine ya ku li Komalaya Nûrî Dersimî dimeşand re ji bo torên piştgiriyê çêbe rolek girîng lîst.

JINEKÊ PÊŞENG, BANDORKER Û DIGUHERÎNE

Di sala 2011’an de Semîra El-Ezîz û Hevrîn Xelef hev û du nas dikin. Semîra El-Ezîz wan rojan wiha tîne ziman: “Nasîna me 2011’an çêbû. Dema Hevrîn di sala 2015’an de şandeya enerjiyê de cih digirt, ez jî şandeya perwerdeyê de bûm. Ji ber vê ji 2015’an heta 2018 gelek caran em di mekanîzmeyên hevpar de hatin cem hev. Di van mekanîzmayan de bandora Hevrîn her xuya dibû. Bi fikr û pêşniyarên xwe derdiket pêş.

Hevrîn Xelef di 21’ê Çileya 2014’an de bi avabûna Rêveberiya Demokratîk a Xweser a Herêmê Cizîrê re wek alîkara Serokê Komîteya Enerjiyê hat erkdarkirin. Piştre wek Hevseroka Komîteya Aborî ya Cizîrê polîtîkayên aramiya civakî pêş xist. Çavên wê her li pêşerojê bû. Taybetî jî ji bo jinên Kurd dixwest asoyên nû veke. Ji ber vê 27’ê Adara 2018’an de bi partiya Pêşeroja Sûriyêyê ya ku li Reqayê avakir re tenê pêkhateyek siyasî ava nekir, bû pêşenga pêşerojê ya ku komên etnîk ên cuda tîne gel hev û du. Wek Sekretera Giştî bû dengê dad û wekheviyê.”

PISPOR Û DÎPLOMATÎK BÛ

Semîra El-Ezîz, bal kişand ser avakariya Hevrîn Xelef a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û wiha domand: “Hevrîn di mijara rêvebirinê de jinek pispor û pêşeng bû. Xwedî kesayetek dîplomatîk û siyasî bû. Ev taybetmendiyên wê nîşan dida ku dikaribû partiyek siyasî ava bike û rêvebibe. Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi ked û hewldana Hevrîn çêbû. Nêzî sal û nîv erka Sekretera Giştî ya partiye kir.

Hevrîn siyasetmedarek jin a ku li hemberî taritiya DAÎŞ’ê ya ku dixwest Şoreşa Rojava gesp bike disekînî bû. Hêşt ku gelek jin tevlî xebatên sîyasî bibin. Lê belê dema dagirkeriya dewleta Tirk destpê kir, li ser rêya M4’ê di 12’ê Cotmeha 2019’an bi êşkence hate qetilkirin.

Navê Hevrîn piştî qetilkirina wê li qadeke semta Guîllotire ya bajarê Lyon a Fransayê, li Bexçeyê Şîfa ya li Berlînê, li pir ali ser Rio Rivi Freddi(Çemê Sar) a şaredariya Berceto ya bajarê Parma ya Îtalyayê, li bexçeyê Reqa û yê Qamişloyê, hate kirin. Her wiha di sala 2019’an de ji aliyê şaredariya Capoa ya Îtalyayê ve layiqî ‘Xelata Margerita Troli’ û ‘Xelata Maf û Azadiya Sîvîlan a Koalîsyona Îtalyayê (Coalizione Italiana per la Libertà e i Diritti- CILD)’ ya “çalakvana ciwan” hate dîtîn. Navê Hevrîn, di Komalaya Pêşketina Mafê Jinan (AWID) de li ‘Arşîva Hêviyê ya Femînîstan’ hate qeydkirin.”

Semîra El-Ezîz, bal kişand ku Hevrîn Xelef bi rêberê aşîran re raste rast hatiye gel hev û du û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevrîn tenê bi diyalogê ku bi gelê Kurd re danîbû re sînordar nema. Xwedî projeyên gelan bîne gel hev û du bû. Ji ber vê di nav lêgerîna her netewê re diyalog danîne bû. Taybetî jî bi rêberê aşîrê Ereban re diyalogên wê yên xurt hebûn.

‘GELAN DI TÊKOŞÎNA HEVPAR DE KIR YEK’

Diyalogên Hevrîn bi jin û ciwanan re gelek baş bû. Bixwe jî jinek ciwan bû. Ji bo kesê hemberî xwe nirxdar bide hîskirin pispor bû. ji gelên Sûriyeyê re banga diyalogên xurt dikir. Seknekê wê yê gelên Sûriyê dikir yek û sewqî têkoşînekê hevpar dikir hebû.

Hevrîn Xelef xwedî li Şoreşa Rojava derket û têkoşîna azadiya jinan sembolîze kir. Werêkiya wê hêşt ku gelek jin gav li qadên siyasî bavêjin. Li hemberî taritiya DAÎŞ’ê wek meşelayek birîqî û ji bo pêşerojê ronî bike hewl da.”

‘TOLHILDANA HEVRÎN JI TÊKOŞÎNA JINA BIRÊXISTINKIRÎ DERBAS DIBE’

Semîra El-Ezîz, gotinên xwe bi vî awayî bi dawî kir: “Hevrîn heta hilma xwe ya dawî têkoşiya. Kesayeta wê ya têkoşer di hişan de cih girt. Bi êrîşek hovane qetilkirina jinek wiha me ji kûr ve xemgîn kir. Di encama kemînekê de qetilkirina wê, wekî roja destpêkê êş dide mirov. Pêkanîna xeyalên wê dikeve ser milê yên mayî. Wisa bawer dikir ku çareseriya Sûriyê, ji yekitiya gelên Sûriye derbas dibe. Di vê çarçoveyê de bi israr têkoşîn dikir. Di şopa wê de meşîn, ji xurtkirina rêxistinbûna jinê derbas dibe. Jinên xwe rêxistin dikin, pêwîste di yekitiya gelên Sûriyê de ji bo rola xwe ya pêşengî bilîzîn têkoşîna xwe bilind bikin.”

KUJERÊN WÊ LI TIRKIYÊ NE

Ehrar El Şerqiye di serî de Hevrîn Xelef, gelek sîvîl qetil kir. Fermandarê Ehrar El Şerqiyê Ebû Hatim Şakra yê ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wek sûcên şer pêkanînê tê sucdarkirin li zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê bi navê Ahmed Îhsan Fayyad el-Hayes di 6’ê Hezîranê 2023’yan de mezûn bû. Heman nav di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi deng kar anînê re jî hatibû rojevê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hevrêyên Şivan Ronahî qala wî kirin
Nûçeya Pişt re Rêxistina Stêrk: Divê mafê zarokan were parastin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Hollywoodê li dijî Trump pêngava ‘azadiyê’

Zêdetirî 550 hunermend û entellektuel ku Natalie Portman, Anne Hathaway, Sean Penn û Spike Lee…

Ji aliyê Stêrk TV

HSG a Îraqê li ber pergalîbûnê ne

Parlamentoya Iraqê dest bi nirxandina Pêşnûmeya Hêzên Seferberiya Gel (HSG) kir, ku yek ji belgeyên…

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

Ji Yekîtiya Jinên Şoreşger ê Efganistanê daxuyaniya 15’ê Sibatê

Yekîtiya Jinên Şoreşger ên Efganistanê (RAWA), di salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

3’emîn Mîrîcana Orkêş a Muzîkê bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

YPG: Şervanê enternasyonalîst Fûad Mûstafa Sûltanî şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

YPJ’ê nasnameya şehîd Azadî Helebçe eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê şehîdê QSD’ê li Kobanê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?