Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya parastina Rêber Ocalan û Însiyatîfa Sûriyeyê ya azadiya Rêber Ocalan der barê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyanî dan. Însiyatîfan anîn ziman ku divê siyasetmedar akademîsyen û aqilmendên civaka Tirkiyeyê bi biryardar bin û zextê li dewleta Tirk bikin.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Me silavên Rêber Abdullah Ocalan û nûçeyên dilnizm ên di der barê tenduristiya wî de ku birêz Omer Ocalan di serdana xwe ya dawî ya li Girtîgeha Îmraliyê de ji Rêber Apo re ragihand, me bi kêfxweşî wergirtin. Em weke Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Rêber Ocalan û Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Ocalan, vê silavê bi Rêbertî re bi hemû rêzdarî parve dikin. Li gorî agahiyên ku birêz Omer ji Rêbertî ragihandiye û li gorî ku hatiye piştrastkirin û îsbatkirin heta niha jî sîstema tecrîdê ya tund di asta herî jor li ser Rêbertî tê sepandin û me gelek caran tekez kiriye ku ev tecrîd binpêkirineke xuyayî ye û eşkere ye. Mafên Rêbertî li gor qanûnên hundirîn ên Tirkiyeyê û li gor zagon û qanûnên mafên mirovan hatine misogerkirin.
DIVÊ DEWLETA TIRK QANÛN PÊWÎST BIGUHERÎNE
Serdanên bi rêkûpêk ji bo malbata Rêbertî, her wiha serdanên asayî yên parêzerên wî jî yek ji wan mafan e. Li aliyê din em her tim tekez dikin ku daxwaza me bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye, azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were. Ji bo vê jî divê dewleta Tirk guhertinên qanûnî yên pêwîst bike ku Rêbertî bikaribe ji mafê hêviyê sûd werbigire û azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe.
Pêngava cîhanî ya ku bi dirûşmeya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ hatibû destpêkirin, bandoreke mezin li raya giştî ya Ewropa, navneteweyî û Tirkiyeyê kir. Ji ber wê jî ev serdana malbatê ya ku di 23’yê Cotmehê de pêk hat. Yek ji encamên kampanyaya cîhanî ya ku ket sala xwe ya duyemîn, divê ev ziyaret û serdanên parêzer û bijîşkan berdewam bin. Rê bidin kesayet û rêxistinên demokrat jî ji bo serdan û hevdîtina bi Rêbertî re bikin.
LEZ BIDIN AMADEKIRINA BINGEHÊN PÊWÎST
Em weke Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya parastina Rêber Ocalan û Însiyatîfa Sûriyeyê ya azadiya Rêber Ocalan, bang li civaka navneteweyî û dewleta Tirk dikin ku rê bidin parêzerê Rêber Ocalan ji aliyekî ve û ji aliyê din ve bi awayekî berdewam serdana wî bikin. Em bang dikin ku ji bo azadkirina Rêbertî ji zindanê û destpêkirina qonaxa muzakereyên siyasî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û Tirkiyeyê û li seranserê Rojhilata Navîn rê li ber aştiyê veke, lezê bidin amadekirina bingehên pêwîst yên hiqûqî, siyasî û civakî. Ji ber ku her însiyatîfên çareseriyê bêyî ku Rêbertî ji zindanê dernekeve û azadiya xwe ya fîzîkî bi dest nexe, nikare dest pê bike û divê siyasetmedar akademîsyen û aqilmendên civaka Tirkiyeyê bi biryardar bin û ji bo ku bi pêşengiya Rêbertî bi awayekî herî rast û di xizmeta gelên herêmê de tevbigere zextê li dewleta Tirk bikin.”