Sêşem, 28 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Temelli: Pêvajoya muzakereyê divê bibe xwedî zemînekî zagonî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meletiyê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Amedê ji bo Kobanê bang: ‘Divê pêşiya alîkariyên mirovî bê vekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê polîsan êrîş bi ser meşa karkeran: Serokê sendîkayê hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êriş birin ser bîranîna 1’ê Gulanê ya Taksîmê: Zêdeyî 40 binçavkirî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ÎHD’ê daxuyaniyên hemwextî: Ji bo pêvajoyê divê qanûna çarçoveyê bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi mûşekan êrîşî Kampa Azadî ya li Koyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampa Sûrdaş bi mûşekan hat bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd banga ‘îradeya hevpar’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 7’emîn Pêşbirka Wêne, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat serlêdanan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûhsîn Osman: Divê Kurd rêya ber bi kongreya neteweyî diyar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 kesan jiyana xwe ji dest da, 16 kes birîndar bûn.

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Malbata Rojwelat Kizman wê ji bo ji nû ve vekirina lêpirsinê serlêdan bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Romanyayê zagona feminîsîdê pejirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi têkoşîn û wêjeya xwe komkujiya Ermenî neda jibîrkirin: Zabel Yesayan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Gulistan Dokû de daneyên nû derketin holê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meryem Dadiyan hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Dewleta Tirk a dagirker rasterast sivîl û binesaziyên sivîl bombebaran dike’
Rojava

‘Dewleta Tirk a dagirker rasterast sivîl û binesaziyên sivîl bombebaran dike’

Cîgirê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn-Şehba Cemal Reşîd got, “Li dijî zext, dorpêç û êrîşan biryardariya gel xurttir dibe. Gelê herêmê wê bi berxwedana xwe plana dewleta Tirk vala derbixe.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Dewleta Tirk a dagirker, ji êvara 23’yê Cotmeha 2024’an û vir ve li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêleke nû ya êrîşan da destpêkirin. Di van êrîşan de rasterast sivîl û binesaziya sivîlan hedef hatin girtin.  Di êrîşên bi balafirên şer, balafirên bê mirov û bombebaranên hatin kirin de, navendên tenduristî, perwerde, firin, depoyên ard û genim, santralên elektrîkê, şîrket, kargeh, şebekeyên telefonê û avê, gaz û stasyonên petrolê hatin bombekirin. Di encama van êrîşên hovane de li seranserî herêmê ziyanên giran pêk hatin û gelek sivîl hatin qetilkirin û birîndar bûn.

Cîgirê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn-Şehba Cemal Reşîd, derbarê êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kantona Efrîn-Şehba ji ANF’ê re axivî. Reşîd, destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker di pêla êrîşa dawî ya daye destpêkirin de, rasterast sivîl û navendên xizmetê hedef girtiye û got ku Til Rifat û hemû gundewarên girêdayî Kantona Efrîn- Şehba bi dijwarî hatine bombekirin.

YEKÎTIYA PÊKHATEYÊN HERÊMÊ PLANÊN DEWLETA TIRK VALA DERXIST

Reşîd, anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker her dem li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş pêk tîne û got ku bi hincetên cuda hewl dide li Rojhilata Navîn krîza mirovahiyê kûrtir bike. Reşîd, da zanîn ku armanca van êrîşan koçberkirina gel ji herêmê ye û wiha axivî, “Gundên li dora Kantona Efrîn- Şehba bi awayekî domdar ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên bombekirin. Armanca van êrîşên dawî girankirina şert û mercên jiyanê ye. Dixwaze gel ji herêmê bide koçber kirin. Dewleta Tirk sekn û berxwedana gel a li vê herêmê ya li dijî dagirkirina Efrînê, qebûl nake. Yekîtiya pêkhateyên li herêmê planên dewleta Tirk a dagirker vala derxist.”

‘HEM DORPÊÇ Û HEM JÎ ÊRÎŞ DEWAM DIKE’

Reşîd, bibîr xist ku li herêmên Kantona Efrîn-Şehba ji aliyek ve dorpêç-ambargo û ji aliyê din êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam dike û got, “Di encama van êrîşên dawî de gelek sivîl jiyana xwe jidest dan. Welatiyên bi temen mezin, zarok û jin şehîd bûn. Ji ber dorpêça li ser herêmê, gelek pêdiviyên jiyanê û tenduristiyê nayên peyda kirin. Ev yek zehmetiyek mezin çêdike û bandor li civakê dike. Ji ber alav û amûrên tenduristiyê li nexweşxane kêm in, bijîşik nikarin mudaxeleyên pêşî ji bo birîndaran bikin.”

Reşîd, diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker çalakiya li dijî TUSAŞ a Enqerê weke hincet nîşan dide û êrîşên qirkirinê li dijî Kurdan daye destpêkirin û wiha dirêjî da axiftina xwe, “Dewleta Tirk a dagirker beriya ku daxuyaniyek fermî bê dayîn bê ka kîjan hêz ew çalakî pêk aniye, yekser herêmên Bakur û Rojava bombe dike. Hinceta wan her tim amade ye. Dewleta Tirk sûdê ji rojeva şerê di navbera Îsraîl- Filîstîn- Îsraîl û Lubnanê digire û hewl dide di wê valatiyê de armancên xwe yên qirkirinê pêk bîne. Tirsa dewleta Tirk yekîtiya pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Gelê me li hemberî lîstokên dewleta Tirk a dagirker hişyar e û dizanin ku dewleta Tirk çawa xwe li ser xwîna gelan ava kiriye.”

‘EM Û GEL HEVÛDU TEMAM DIKIN’

Reşîd, destnîşan kir ku li dijî êrîşan biryardariya gelê Kurd her ku diçe xurttir dibe û got, “Gel soza berdewamkirina berxwedana şehîdan dane. Me jî soz daye gelê xwe ku heta dawiyê em ê şopdarê xeta berxwedaniyê bin. Di nava şert û mercên herî dijwar de jî em ê li kêleka gelê xwe bisekinin û hemû fedekariya ku bê xwestin em ê raber bikin. Em ê bi berxwedan, hevgirtin û hêza xwe planên dewleta Tirk û çeteyên wê têk bibin û hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞEHBA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyê şehîd Hesen Xidêr hat veşartin
Nûçeya Pişt re Xelkê Qamişlo: Em ê xaka xwe biparêzin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Ûkraynayê dronên modern ên ku dibe çarenûsa şer biguherînin

Şîrketa Emerîkî Felonî Aero dibêje ku dibe di demeke nêz de ew hêza parastinê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 19’Ê ÎLONA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

KJK: Bi ruhê dema nû em zimanê dayikê li her qadê bi pêş ve bibin

Komîteya Perwerdeyê ya KJK'ê got, pêvajoya nû ji bo pêşvebirin û birêxistinkirina zimanê dayikê zemîneke…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

SOHR: Di Nîsanê de 4 gorên komî li Sûriyeyê hatin dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê 3 şehîd hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Qamişloyê ji bo dîlgirtiyan çalakî: Zarokên me tavilê berdin!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Çeteyên ku xwe ji Serêkaniyê venakişînin gefê li xwediyê mal û milkan dixwin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?