Ciwanên Êlihê li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Êlih û Xelfetiyê li taxên Petrolkent, Baglar, Cûdî û Petrolê daketin qadan.
Ciwanan rê girt û agir vêxist. Polîsên Tirk bi ava şid û guleyên plastîk êrîşî ciwanan kir. Ciwanan jî li ser rê agir vêxist û bi kevir û fîşekên hewayî bersiv da polîsên Tirk.
Li gelek taxên Êlihê çalakiyên porotestoyî berdewam dikin.