Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Çalakiyên li dijî desteserkirina şaredariyan wê bêne şopandin.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta bal kişand ser xemsariya mêr a li ser azadiya civakî û got, “Êrîşa li dijî jinê êrîşa li dijî jiyanê ye. Eger em her roj têkoşîna vê yekê nemeşînin, em ê nikaribin asta azadiyê biafirînin.”
Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Sûzan Akîpa ragihand ku tecrîd bi xwe rejîmeke zehmet e, rêbaza tepisandina pirsgirêkê bi rengekî li derveyî hiqûqê ye.
Ji parêzerên Rêber Apo Rezan Sarica anî ziman ku li Îmraliyê pêşketineke nû nîne û destnîşan kir ku ji bo mafê hêviyê pêwîstî bi guhertinên qanûnî heye.
Gerîlayên YJA Starê bi helbestekê qala çalakiya fedaî ya Asya û Rojger kirin. Helbest bi navê ‘Roj nekarî bê tarîkirin’ hate nivîsandin ku di ew gotin di nameya Rojger Hêlîn de derbas dibe.
Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê wê li Stenbolê dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê bike.