Çarşem, 10 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Du girtiyên siyasî li dijî girtîgehên tîpa bîrê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Holloway: Teoriya Abdullah Oclaan dike ku mirov jinûve li ser derfetê şoreşê bifikire

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 10’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiyên li komîsyonê wê raporên xwe pêşkêşî Serokatiya Meclîsê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6 sal û 3 meh ceza li Pinar Aydinlar hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtiyên siyasî cezayê hucreyê û sirgûn Kiryarên kêfî divê bi dawî bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG’ê 5 gerîlayên sala 2019’an şehîd bûne, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ûrmiyeyê 2 kolber ji ber berfê asê man

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê bi pileya 4.2 erdhej çêbû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çemçemalê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez mewlûd hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreş Alan: Feraşîn Bêrîtan rastiya Jin a Apogerî di kesayetiya xwe de afirand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Helebceyê jinan li dijî tundiyê çalakî lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Mijdarê de herî kêm 23 jin û 3 zarok hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Meclîsa Îştar: Civaka demokratîk wê bi pêşengiya jina azad bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’emîn Konferana Meclîsa Îştar bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî: Şerê li Îranê bi dawî nebûye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Meclîsa Îştar di roja 2’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Klîba Şehîd Dilşêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagê konserek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emanetgirê antîka yê Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Rêveberiya Xweser a Şengalê kampanyaya îmzayan da destpêkirin
Kurdistan

Rêveberiya Xweser a Şengalê kampanyaya îmzayan da destpêkirin

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi wesîleya salvegera 9’emîn a rizgarkirina Şengalê bi daxuyaniyekê dest bi kampaniya îmzeyan kir û ev kampaniya wê heya Çarşema Serê Nîsanê Dewam bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Rêveberiya Xweser a Şengalê di 9’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê de pêngaveke nû ya dîrokî da destpêkirin. Rêveberiya Xweser ji bo dewleta Iraqê fermana 3.8.2014’an weke jenosîde nas bike kampanyayeke îmzeyan a navneteweyî da da destpêkirin. Kampanyaya îmzeyan di 13’ê Mijdarê roja rizgarbûna Şengalê de hate destpêkirin û wê heya cejna Çarşema Serê Nîsanê ya sala 2025’an berdewam bike. Ev pêngav wê di asta Şengal, Iraq, Kurdistan û cîhanê de werê meşandin. Wê îmze hem bi rêbaza elektronîk û hem jî bi dest werin komkirin.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

‘’Destpêkê em di şexsê şehîd Kerîm Hecî Şero de şehîdên 74 fermanan bi bîr tînin. Em ji dijminê civaka xwe re vê peyamê didin; ‘me wekî civaka Êzidî li hemberî 74 fermanan hebûn û baweriya xwe parast û li ber xwe da. Îro jî em vê sozê carekî din di hizûra hemû şehîdan de didin.

Em wekî civaka Êzidî şeş hezar sal in li ser vê xakê bi bîr, bawerî û çanda xwe jiyan dikin. Di baweriya me de rêz ji hemû çand û baweriyan re heye. Lewma dema em dua dikin, destpêkê ji heftê û dû miletan re û pişt re jî ji miletê xwe re dua dikin. Ev rastiya civakî cewhera jiyana Ezdatî yê ye. Civaka Êzidî bi hezaran sala ye bi gelên heremê re di nava aşitî û demokrasiyê de jiyan dike. Ji ber vê bawermendiya me ya pir rengî hêzên reş û tarî yên desthilatdar li ser civaka me 74 ferman pêk anîn.

Fermana herî giran ya 74’an ya di dîroka 03.08.2014 bi destê çeteyên DAÎŞ’ê pêk hat. Beriya vê êrîşa qirker, ji aliyên hêzên desthilatdar ve çekên xweparastinê bi zorê ji destê civaka me hatin girtin. Û hêzên ji ewlehiya herêma Şengalê berpirsyar bûn vekişiyan. Bi vî awayî civaka me li hember êrîşên hovane û qirker ên DAÎŞ’ê bê çek û bê parastin hat hiştin. Di encamê de em wekî civaka Êzidî bi trajediya herî mezin ya sedsala 21. re rû bi rû man.

JENOSÎD LI BER ÇAVÊ HEMÛ CÎHANÊ HAT KIRIN

Di encama vê fermanê de li gor lêkolînêm heta niha hatî kirin 7224 jin û zarok dîl hatin girtin. Di nava deh salan de ji vana 4111 kes hatine rizgarkirin. Çarenûsa 3113 kesan hê jî ne diyar e. Mirovên me yên dîl ketin destê DAÎŞ’ê rastî her cûre êşkenceyê hatin, mîna tecawiz, heqaret û ferzkirina guhertina ola xwe. Di sûk û bazaran de hatin firotin û hê jî li gelek dewletên wekî Turkiyê, Sûriyê, Filîstîn, Şîşan, Siûdiyê û hwd. têne dîtin. Heta niha 93 gorên komî hatine tespîtkirin û belgekirin. Di van gorên komî de hestiyên ji 3 kesî û heta hezarî qurbanî hene. Li ber çavê dinya bi rengekî hem eşkere û hem veşartî qurbaniyên vê jenosîdê bi rêbazên herî hovane; darvekirin, gulebarandin, di qefesa de zindî zindî şewitandin, serjêkirin ve hatin qetilkirin.

Cihên civaka me yên pîroz, dîrokî, çandî, olî û goristan hatin teqandin, ji navbirin û tunekirin. Bajar, bajarok, gund û gundik mal bi mal hatin talankirin û wêrankirin. Nirxên maddî wekî dexil, heywanên kedî kirî, bax û bexçe, wesayît, alavên di mala de û zêr û dirav hatin desteserkirin. Bi hezaran kes ji ber wan êrîşan birîndar bûn û bi nexweşiyên giran ketin. Ji ber vê jenosîdê û trajediya giran gelek mirovên me bi nexweşiyên derûnî re rû berû man. Beşekî mezin ya civakê ji hêviyên pêşerojê dur ketin. Ji hilbirîna jiyanê qutbûn û di nava xetimandinekî fikrî de dijîn.

Eşkere ye ku, bûyerên li jorê bi kurtasî hatine vekirin jenosîd e. Li gorî qanunên neteweyên yekbûyî fermana 2014’an civaka me jiyan kirî hemû xalên jenosîdê di nav xwe de dihewîne. Ji lewra di nava deh salan de 14 welatên wekî; Dewletên Yekbûyî yê Emerîka, Îngîltere, Elmanya, Kenada, Fransa, Îtalya, Îskoçya, Australya, Portegal, Holanda, Belcîka, Îrlanda, Loksembork û Ermenîstanê jenosîda Êzîdiya nas kirin.

BILA DEWLETA IRAQÊ JENOSÎDÊ NAS BIKE

Em bang li dewleta Iraqê dikin vê jênosîdê nas bike û erkên xwe yên mirovî, siyasî û hiqûqî pêk bîne. Li ser vê esasê bang li Serok Komarê Iraqê, Parlementoyê, Desteya Wezîra û Dadgeha Federal ya Iraqê dikin ku demildest li ser vê mijarê bicivin, daxwazên li jêr hatine diyarkirin erê bikin. Dîsa em bang li Neteweyên Yekbûyî û 14 dewletên jenosîda Êzidiyan nas kirine dikin ku; piştgirî bidin civaka Êzidî ku dewleta Iraqê û hemû dewletên cîhanê jenosîda Êzidiyan nas bikin. Li gorî prensîbên peymanên neteweyî û gerdûnî tevbigerin. Daxwazên me bi vî awayî ne;

  • Jenosîda Êzidiyan bê nas kirin.
  • Bersûcên jenosîdê werin dadgehkirin.
  • Ji bo civaka Êzidî vegerê ser cih û warê xwe, di milê madî û manewî alîkarî bê dayîn.
  • Ji bo ku rê li koçberiya civaka Êzidî werê girtin, li cih û warên xwe vegerin ji aliyê NY ve parastina hebûna wan werê mîsogerkirin.

Em di salvegera 9’emîn ya rizgarkirina Şengalê de pêngava naskirina jenosîda li dijî civaka me pêk hatî didin destpêkirin. Ev pêngav ji 13’ê Mijdarê heta çarşema serê Nîsanê wê dewam bike. Pêngava me wê li Şengal, Iraqê, li Kurdistan û asta cîhanê de werê meşandin. Wê pêngav bi komkirina îmzeyan destpê bike. İmze hem bi rêbaza elektorûnîk û hem dest werin komkirin. Li ser vî esasî em di serî de bang li tevahî miletê xwe yê li her derê ye dikin tevlî vê pêngavê bibe. Her wiha em bang li tevahî gelê Kurdistanê jî dikin xwedî li vê pêngavê derkeve. Ji bo civaka me bighîje mafên xwe û bi awayekî xweser jiyan bike.’’

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Huseyîn Aydin hat girtin
Nûçeya Pişt re Salîha Aydenîz: Yên aştiyê dixwazin bila herin Îmraliyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çîn li hemberî bahoza Bebinca amadekariya tedbîran dike

Li Çînê bahoza Bebinca nêzî perava rojhilat a welêt û paytexta aboriyê Şanghay’ê dibe. Rayedaran…

Ji aliyê Stêrk TV

Însiyatîfa Gel a Qamişloyê: Aştî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger dibe

Şêniyên Qamişloyê di meşa 1’ê Îlonê de peyama "Aştî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

Cihêkarî li zarokên Kurd ên SMA’yî tê kirin

Ji ber ku dermanê Zolgensma ku yek ji dermanên li hemberî nexweşiya SMA'yê ye ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

HPG’ê 5 gerîlayên sala 2019’an şehîd bûne, bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Ûrmiyeyê 2 kolber ji ber berfê asê man

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Dersimê bi pileya 4.2 erdhej çêbû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Çemçemalê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?