Şaxê Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ‘Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan’ a salekê eşkere kir. Rapora li ser binpêkirinên navbera Mijdara 2023 û Mijdara 2024’an li avahiya komeleyê hate eşkerekirin.
Endama Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxê Amedê ya ÎHD’ê parêzer Berfîn Elçî rapor eşkere kir û bi bîr xist ku mafên zarokan bi Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî hatine parastin.
Berfîn Elçî anî ziman ku li Kurdistanê di nava salekê de ji ber lêdana wesayitên zirxî 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan, 16 zarok jî birîndar bûn. Berfîn Elçî ragihand ku li herêmên mayin û şer, ji ber teqîna teqemeniyan zarokekî jiyana xwe ji dest da, yek jî bi giranî birîndar bû.
Elçî her wiha got, li Kurdistanê 18 zarok bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da, herî kêm zarokekî hewl da xwe bikuje. Elçî diyar kir ku di encama tundiya nava malbatê de 9 zarokan jiyana xwe ji dest dan, zarokek birîndar bû û herî kêm 5 zarok rastî destdirêjiya li nava malbatê rast hat.
Berfîn Elçî got, “Li qada civakî di encama tundiyê de herî kêm 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan, 8 zarok birîndar bûn, herî kêm 48 zarok rastî destdirêjiyê hatin, herî kêm zarokek hate revandin. Li Kurdistanê herî kêm 36 caran mafê jiyanê yê zarokan hate binpêkirin. Li Kurdistanê 81 zarok hatin binçavkirin, 21 zarok hatin girtin. Ji zarokên hatin girtin 2 jê li devera binçavkirinê, 10 jê li girtîgehê, 3 jê li derveyî navendên binçavkirinê bi giştî herî kêm 15 zarok rastî êşkence û kiryarên xerab hatin.”