Navenda Ragihandin û Çapemeniya ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê agahiyên der barê hewldana ketina çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundekî Kantona Firatê ku di encamê de 5 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn, aşkera kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Şeva borî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl da bikevin gundê Ebdokê yê gundewarê rojavayê bajarê Girê Spî yê dagirkirî. Lê hişyarî û baldariya şervanên me planên êrîş û ketinê zanîn û têk bir. Hêzên me çete xistin nava kemînekê, di encamê de pevçûn rû da, 5 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn. Pevçûn demekê rû da û di dawiyê de çete revîn.
Ji bo ku çete cenazeyên xwe ji derdora gundê Ebdokê derxin, çeteyan û dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran heta derengiya şeva berê bi zêdetirî 150 guleyên obîs û hawanê gund topbaran kirin. Di encamê de zirarên madî bi mal û milkên welatiyan bûn.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di nav de balafirên bêmirov bi tevahî çekên giran Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digirin, da ku tirs û xofê bixin nava şêniyan û wan neçarî koçberiyê bikin.”