Duşem, 6 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Doza Narin Guran heta 16’ê Nîsanê hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partî û CHP’ê daxuyaniya hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji MKG û DFG’ê daxuyaniya têkildarî ‘Roja Rojnamevanên Hatine Kuştin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî û CHP hevdîtinê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bavê min gotibû, divê tu mafên feqîran biparêze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Encûmena Amêdiyê xwest rêya ku artêşa Tirk girtiye were vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahir Mahmud: 4’ê Nîsanê jidayikbûna felsefeya hebûna Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 4’ê Nîsanê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên azadiyê: Em ê azadiya Rêber Apo tekez pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Tu têkiliya me bi “Qandil Press” re tune ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya Mexmûrê di roja 990’an de dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJK-E’yê pêngavek nû: Dema avakirina civaka komunal e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin li ser aştiyê nîqaş dikin: Bêyî me nabe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê têkoşîna me bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê di du mehan de 6 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Em ê erkên xwe heta dawiyê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jinên ji DEM Partiyê li ber wezaretê banga xweparastin û rêxistiniyê kirin
Jin

Jinên ji DEM Partiyê li ber wezaretê banga xweparastin û rêxistiniyê kirin

Endamên Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de li ber Wezareta Malbatê li hev kom bûn û diyar kirin ku wê têkoşîna li dijî tundiya li jinê mezin bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû, Serokekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û endamên meclisê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê li ber Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî axivîn. Jinan pankartên bi nivîsa “Em di jiyana azad û wekhev de israr dikin, li dijî tundiya dewletê ya li ser jinan di serhildanê de ne”, û “Jin jiyan azadî” hilgirtin.

Halîde Turkoglû di daxuyaniyê de diyar kir ku bi starta 7’ê Mijdarê dane re wan li her qadê tundî bi her awayî eşkere kirine. Halîde Turkoglû bal kişand ser rola Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya di warê tundiya li ser jinê de ya di serdema desthilatdariya AKP’ê ya 22 salan de li dijî her cure destkeftiyên jinan û wiha got: “Divê ev wezaret li dijî tundiya li ser jinê têbikoşe, lê berovajî vê yekê dike. Destkeftiyên jinan hedef digire. Wezareta ku divê dawî li xizaniya jinê  bîne, berovajî vê dike.  Digel ku divê ev wezaret mafê jiyanê yê zarok û jinan biparêze û îstismarkirina zarokan ji holê rabike, lê dîsa jî dema ku dor tê ser rêgezên qanûnî yên wekî zewaca di temenê biçûk de gotinek nabêje. Dema ku ev wezareta ku  divê pirsgirêkên jinên astengdar û jinên ku ji lênêrîna astengdaran berpirsyar in çareser bike, zarok û jinên astengdar li van navendên rehabîlîtasyonê dikek hedefa tundiyê. Ev wezaret der barê vê yekê de tu daxuyaniyê nade. Li herêma erdhejê jin dibin hedefa tundiyê, xizaniyeke kûr dijîn û pêwîstî bi kêmkirina bandorên erdhejê heye, ev wezaret erkên xwe yên li herêma erdhejê bi cih nayîne, li dijî tundî û îstîsmara ku li ser jinan tê kirin dernakeve.”

Halîde Turkoglû, diyar kir ku wezaretê bi zîhniyeta serdest a mêr re tifaq çêkiriye û wiha pê de çû: “Wezaret di dema hevdîtinê budçeyê de bi zîhniyeta serdest a mêr li pişt deriyên girtî lêkolîna budçeyê dike. Li şûna ku pirsgirêkên jinan çareser bike, budçeya xwe bi polîtîkayên malbata serdest a mêr çêdike. Ev wezaret jinan naparêze. Çawa ku mafê jiyanê yê jinê naparêze, di nava civakê de jî di pozîsyona parastina wekheviya jin û mêr de cih nagire. Em îro li vir in ku polîtîkayên vê wezaretê eşkere bikin. Em ê eşkere bikin, çawa ku em eşkere bikin, divê em gotinên xwe jî zêde bikin. Em îro li vir ji gelek cihan hewl didin têkoşîna jinan, daxwazên jinan û gotinên jinan bînin ziman. Em dixwazin ev wezaret li ser mafên jinan bixebite û polîtîkayên ‘çawa zêdekirina destkeftiyên jinan’, bi tevgerên jinan re bê cem hev, bi siyasetmedarên jin re bê cem hev û li ser çawaniya pêkanîna siyaseteke hevpar nîqaş bike. Lêbelê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî wezaretek e ku bi mêran re tifaqê çêdike. Yanî îttîfaqa xwe ava kir da ku zîhniyeta serdest a mêr di vê civakê de hîn zêdetir mezin bibe, zayendperestî serwer bibe û li her derê nîqaşên tundiyê û cudakarî zêde bibin.”

Halîde Turkoglû wiha berdewam kir: “Tifaqek wisa ava kiriye ku li şûna ku bi tevger, însiyatîf û platformên jinan re bixebite, bi komeleyên ku li gorî xwe maqûl in re dixebite. Ji ber ku dema bi Rêveberiya Karûbarên Diyanetê re dixebite, bi zîhniyeteke ku wekheviya jin û mêr li dijî cewherê xwe dibîne, pêk tîne. Vê yekê bi Diyanetê re pêk tîne ku dibêje zewaca di temenê biçûk de rewa ye. Dema ku li ser vê bingehê polîtîka dimeşîne, saziya perwerdehiyê ji bo vê zihniyetê di gelek waran de mezin bike, her hewl dide. Dibe ku her hewl bidin, polîtîkayên ku jin û şîdetê dimeşînin pêk bînin, lê weke jinên ku ji bo wekhevî û azadiyê têdikoşin, divê em bi têkoşîna xwe xweparastin û rêxistinbûna xwe mezin bikin. Hatina me ya îro ji rastiya me ya rêxistinbûyî tê. Têkoşîna azadiya jinê, xweparastina rast a jinê ye. Bi gotineke din dema ku jin serî hildidin û dengê xwe bilind dikin, ji bo rawestandina kuştina jinan têdikoşin. Ji ber ku dema ev wezaret erka xwe pêk neynin, em sûcên wan li kolan û qadan eşkere dikin da ku erka xwe bi cih bînin.

Mixabin li vî welatî şer li dijî jinan tê meşandin. Her roj qetlîam li jinan tê kirin. Li gorî rapora herî dawî ya Neteweyên Yekbûyî, di sala 2023’an de li cîhanê her 10 deqîqeyan jinek tê qetilkirin. Ev bûyereke tirsnak e. Mixabin li vî welatî her roj herî kêm 3 jin tên qetilkirin. Serdestên vî welatî li kîjan bajarî dibe bila bibe, bi polîtîkayên ku di derbarê jinan de diafirînin hejmara kuştina jinan zêde dikin. Em li vir dîsa we hişyar dikin. Polîtîkayên ku hûn hildiberînin dibin sedema komkujiyan. Jin li her derê û bi her awayî dibin hedefa tundî û cudakariyê. Em dizanin ku îro jin ji şîdeta aborî bigire heta şîdeta fizîkî, ji şîdeta zayendî heta şîdeta hestyarî û şîdeta dîjîtal bi gelek şêweyên şîdetê re rû bi rû ne. Di têkoşîna li dijî vê tundiyê de em ê têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî mezin bikin û xweparastinê pêk bînin.

Ev welat hem li erdnîgariya Rojhilata Navîn hem jî di nava xwe de dev ji polîtîkayên şer bernade. Em dizanin ku jin û zarok hedefa her şerî ne. Nîşaneya van polîtîkayên şer jî antîdemokratîkbûn, rawestandina azadiyê û paşguhkirina wekheviyê ye. Îro jî van polîtîkayan xwe weke polîtîkayên qeyûm nîşan dide. Qeyûmên ku li Xelfetî, Êlih, Mêrdîn, Colemêrg û Esenyurtê hatine wezîfedarkirin polîtîkayên ku demokrasiya herêmî rawestînin ne. Ev polîtîkayên ku dibin sedem ku civak hêviya xwe ya aştî û azadiyê rawestîne. Em dizanin ku qeyûmên ku 8 sal in hatine tayînkirin her tim jin kirine hedef. Em ê bi hevserokatiyê û pergala nûnertiya wekhev a li dijî zîhniyeta qeyûm a ku îradeya jinan desteser dike û mafê hilbijartinê distîne, bi biryar bin û em ê vê biryardariyê mezin bikin.”

Îro 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan e û em ber bi 25’ê Mijdarê ve diçin. Mixabin îro kes nikare behsa zarokan û mafên wan bike. Rojeva me ya sereke qetlîamên zarokan, zarokên ku rastî îstîsmarê hatine, yan jî zarokên ji ber xizaniyê jiyana xwe ji dest didin, yan jî bi keda zarokan tên îstismarkirin e. Belê, em behsa van dikin. Lê dema ku divê em bahse mafê jiyanê yê zarokan û rastiya hebûna wekhev a di nava vê civakê de li vî welatî bikin, zêdebûna komkujiya zarokan bûye rojeva me ya sereke. 20’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Bîranîna li Dijî Sûcên Nefretê ye. Hedefa sereke ya polarîzekirina siyasetê li vî welatî kesên xwedî nasname û meylên zayendî yên cuda ne. Em dizanin ku ev kîn jî vediguhere qetlîamekê. Em weke yên ji bo jinê, ji bo wekhevî û azadiyê têdikoşin, em ê bi hev re têbikoşin ku bi hemû cudahiyên xwe di nava vê civakê de hebûna xwe bimeşînin. Di vî warî de em ê têkoşîna xwe ya rêxistinî ya li dijî gotinên nefretê û sûcên nefretê berfirehtir bikin. Di 25’ê Mijdarê de em ê li her derê, li her qadê serhildana xwe ya li dijî her cure tundiyê mezin bikin. Em ê li kêleka hev bibêjin em di jiyana azad û wekhev de israr dikin, li dijî tundiya mêr-dewletê di serî de ne, em ê hevgirtina xwe mezin bikin, em ê bibin serhildana jinan û têkoşîna me û hêrsa me wê hîn zêdetir bibe. Têkoşîna me ya azadî û wekheviyê wê bibe pirsgirêka bingehîn a vî welatî. Em dizanin ku jin wê bi ser bikevin, bi têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan wê jiyan û hevgirtin pêk were.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DYE’yê pêkanîn li 6 rayedarên Hamasê ferz kir ku 3 ji wan li Tirkiyeyê ne
Nûçeya Pişt re ‘Ji bo aştiyeke birûmet û çareseriya pirsgirêka Kurd divê tecrîd bi dawî bibe’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 18’Ê HEZÎRANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

KCÊ-E’yê li dijî talankariya qeyûm banga berxwedanê kir

KCÊ-E'yê li dijî polîtîkayên qeyûm û desteserkirina şaredariyên li Kurdistanê banga berxwedana bi çalakiyên demokratîk…

Ji aliyê Stêrk TV

Kalkan: Em hîmên sedsaleke nû datînin

Dûran Kalkan diyar kir ku bi gavên sala 2025'an re hîmek hate danîn û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji DEM Partî û CHP’ê daxuyaniya hevpar

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî û CHP hevdîtinê dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

MKG’ê rapora meha Adarê weşand

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?