Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Leşkeran êrîşî Goristana Şehîd Binevş a li Çiyayê Gabarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bang kir ku rêz li îradeya Mêrsînê bê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û 58 kesên din hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Elver li ber dirûşman hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Ewropayê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Dema berxwedana kolektîf e
Jin

Li Ewropayê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Dema berxwedana kolektîf e

Li gelek navendên Ewropayê bi boneya 25’ê Mijdarê çalakî hatin lidarxistin. Jinan li dijî tundiyê banga berxwedana kolektîf kirin û wiha gotin: “Dema berxwedana kolektîf e.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Li gelek navendên Ewropayê jinan bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navnetweyî daketin qadan.

FRIEDRICHSHAFEN

Li bajarê Friedrichshafen ê Elmanyayê jinên Kurd û Elman bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navnetweyî li cihê herî qelebalix a bajêr kon vedan.

Jinan bi sedan danezan belav kirin û diyar kirin ku tundiya li ser jinê polîtîk e. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd îlhamê dide jinên cîhanê û ev peyam hate dayîn: “Ji xwişkên Mîrabel heta Sakîna Cansiz em dikarin bi berxwedaneke xurttir li dijî her curê tundiyê bisekinin.”

FREIBURG

 

Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê bi banga saziyên cuda û Meclîsa Jinê ya Nûda meş û mîtîng hate lidarxistin. Li ser navê Meclîsa Jinê ya Nûda danezan hate xwendin. Di danezanê de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêber Apo ku mîmarê Têkoşîna Jinên Kurd e. Di meşê de tim û tim dirûşmeya “Jin, Jiyan, Aadî” hate berzkirin.

STOCKHOLM

 

Li paytexta Swed Stockholmê, Meclîsa Jinê ya Amara û Yekîtiya Jinên Rojhilat (RONAK) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê çalakiyek li dar xistin.

Çalakiya li Qada Sergels Torg ji bo hemû jinên hatin qetilkirin bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di çalakiyê de wêneyên Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, Evîn Goyî yên li Parîsê hatin qetilkirin, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Uyar ên di berxwedana xwerêveberiyê de hatin qetilkirin, Gulîstan Tara, Hêro Bahadîn, Nagîhan Akarsel ên ji aliyê faşîzma Tirk ve hatin qetilkirin, Şîrîn Elemhulî ya bi awayekî hovane hate qetilkirin û Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Zeyneb Celaliyan ên li zindanên Îranê derbarê wan de biryara darvekirinê hatiye dayîn û dowîza bi nivîsa “Jin, Jiyan, Azadî” hatin hilgirtin.

Li ser navê Yekitiya Jinên Kurd a Skandînavyayê (YJK-Skandînavya) Ayşe Dîdar axaftinek kir û got: “Em weke jinên Kurd ne tenê di hin rojên diyar ên salê de, her kêlî, her roj di nava têkoşînê de ne. Ev têkoşîna ku em dimeşînin roj bi roj mezintir dibe û dewam dike. Rêber Apo fêrî me kir ku azadî, têkoşîn û rêxistinbûn çi ye. Ya herî girîng nîşanî me da ku em çawa xwe biparêzin.”

Ayşe Dîdar anî ziman ku êdî dem hatiye ku ew bi hev re xwe birêxistin bikin û wiha got: “Em xwe birêxistin bikin û dengê xwe bilind bikin û bi hev re têbikoşin. Ev ne tenê têkoşîneke kesî ye, divê bi awayekî kolektîf li ber xwe bidin.”

Nûnera KJAR’ê jî bal kişand ser pêkanînên li dijî jinên Kurd ên li Îranê û wiha got: “Li Îranê zilm li çalakvanên jin ên Kurd tê kirin û tên darvekirin. Ev yek piştî qetilkirina Jîna Emînî eşkere bû. Tevgera Azadiya Kurd azadiya jinê weke mifteya civakeke wekhev û adil dibîne. Îro ji ber beşdarbûna çalakiya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ cezayê darvekirinê li gelek jinan hate birîn. Ji bo vê jî divê em dengê jinên girtî yên li Îranê li her derê bidin bihîstin. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ felsefeya jiyanê û mekanîzmaya xweparastinê ya me hemû jinan e.”

Çalakî ji aliyê kesên derdor ve rastî eleqeyekî mezin hat û bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

LINZ

 

Li bajarê Linz ê Awûstûryayê bi boneya  25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navnetweyî meş û mîtîng hat lidarxistin.

Çalakiya li Martîn Luther Platzê ku yek ji qadên herî qelebalix ên Linzê ye bi meşekê dest pê kir û veguherî mîtîngê.

Li ser navê Platforma Jinan a Rosayê Rîta Seîlmann axivî û diyar kir ku di sala dawî de li Awûstûryayê 27 jin hatin qetilkirin û ev yek encama nêzîkatiya zayendperest a dewletê ye.

Jinên ku rastî destdirêjî û tundiya fizîkî hatine di mîtîngê de axivîn. Jinan serpêhatiyên xwe vegotin û bal kişandin ser girîngiya hêz û hevgirtina berxwedana jinan a li dijî tundiyê.

Nûnera Projeya Stop Evelyn Rotauer qala xebatên xwe yên ji bo pêşîlêgirtina tundiya hevjîn, nav malê û qetilkirina jinan kir.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

VIYANA

 

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navnetweyî meşek hat lidarxistin. Meş bi pêşengiya Rêxistina Jinan a Avesta, Rosa û gelek rêxistinên jinan pêk hat û bênavber dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

Girseya ku li semta Handelskaî ya Viyanayê kom bû, peyama têkoşîna hevpar a ji bo mafên jinan û azadiya jinan da.

Li ser navê Rêxistina Jinan Avesta Nurcan Guleryuz axivî û bal kişand ser kuştina jinan û sûcên tundiyê yên li Tirkiye û Kurdistanê diqewimin û wiha got: “Zilm, êşkence û darvekirina jinên têkoşer ên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê parçeyek ji van polîtîkayên tundiyê ne. Azadiya jinê mifteya civakeke adil û azad e. Di navenda vê têkoşînê de felsefeya Rêberê Tevgera Azadiya Kurd Abdullah Ocalan heye. Têkoşîna Abdullah Ocalan a ji bo azadiya jinê bingeha xweparastin û berxwedanê ye.”

Di axaftinan de tundiya li ser jinê hat şermezarkirin û peyama ku ti jin bi tenê nîne hat dayîn. Platformên jinan bal kişandin ser girîngiya yekîtî û berxwedana hevpar a li dijî tundiyê.

LOZAN

 

BIEL

 

CENEVRE

 

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Di sala 47’an de em ê derbên hîn xurt li dagirkeriyê bixin’
Nûçeya Pişt re ‘Gerîla bi hêz e û em li pişta wan e’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Divê şênî girîngiyê bidin jîngehê û şitilan biçînin’

Mihemed Îbrahîm ku bi salan e karê gulfiroşiyê dike, dibêje: “Jîngeha Kurdistanê xweşik û rengîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Reva malbatên DAÎŞ’ê ji Kampa Holê berdewam dike

Di dîmenên ku nû hatine weşandin de, xuyan dibe ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji kampa…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi dronê êrîşî ofîsa taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hate kirin

Hate ragihandin ku ji milê Îranê ve êrîşeke dronê li ser ofîsa taybet a Serokwezîrê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partî bang kir ku rêz li îradeya Mêrsînê bê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump cardin gef li Îranê xwar: ‘An lihevkirin an jî êrîşeke nû’

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Pentagonê wezîfeyeke nû da Elon Musk: Wê şerê siberojê plan bike

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Talîban: Di êrişên hewayî yên Pakistanê de zarok jî di nav de 9 sivîl mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?