Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihand ku li Geverê li hemberî konvoyeke polîsên Tirk çalakiya sabotajê kirine.
Di daxuyaniya MAK’ê de hate gotin, 24’ê Mijdarê saet di 23:30’î de li taxa Eskî Kişlayê bi bombeyeke li ser rê hatibû bicihkirin di dema derbasbûna wesayiteke zirxî ya bi tîpa Ûral de hate teqandin.
Di daxuyaniya MAK’ê de hate destnîşankirin ku wesayita zirxî îmha bû û di encamê de gelek polîs mirin, gelek jî birîndar bûn. Li gorî daxuyaniyan cenazeyên polîsan û polîsên birîndar bi ambûlansan ji cihê çalakiyê birin.
MAK’ê diyar kir ku çalakî di çaçroveya silavkirina salvegera 46’emîn a damezrandina PKK’ê û pêngava mezinkirina şerê azadiyê de hatiye kirin.