Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li dijî biryara qedexekirina dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” ya Walîtiya Amedê nerazîbûna xwe anî ziman.
Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin:
“Diyar e ku haya Walîtiya Amedê ya ku îro hewl da dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ qedexe bike, ji rastiyekê nîne. Îro, têkoşînên jinan ên li her çar aliyê cîhanê îlhama xwe ji vê dirûşmeyê digirin. Gelo hûn ê çawa şîara “Jin Jiyan Azadî” ya ku di têkoşîna jinên cîhanê de deng vedide rewestînin? Her wiha feraseta ku dibêje hêza me têra têkbirina vê şîara ku bûye felsefeya jiyanê dike, xwe dixapîne. Ne hedê tu kesî ye ku pêşî li vê qêrîna jinan bigire ku ji Rojhilat heta Hîndîstanê, ji Rojava heta hemû kolanên li welatên Ewropayê bûye serhildana hevpar a hemû jinan. Em ê tevî hemû qedexe û astengiyan, bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ avakirina jiyana demokratîk, ekolojîk û li ser esasê azadiya jinan bidomînin. Em ê li dijî feraseta serdest a mêr-perwer, her tim bi jinên cîhanê re mil bidin milê hev û bi hev re serî hildin. Bila ev ji we re bibe derd.”