Şervanê QSDˈê Berxwedan (Mihemed El Serhan) ku 1ˈê Kanûnê dema erka xwe bi cih dianî li kantona Efrîn-Şehbayê şehîd bûbû, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê yê Hesekê hat oxirkirin.
Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ve hatibû organîzekirin. Tevî bi dehan endamên saziyên sivîl, ewlehî û leşkerî û rûspiyên herêmê, bi sedan welatiyên ji bajar û gundewarên Hesekê beşdar bûn.
Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed Hirês axivî û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Ehmed Hirês diyar kir ku dê heya pêkanîna xeyalên şehîdan û rizgarkirina herêmên dagirkirî xeta şehîdan bidomînin.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Şoreş Hesekê jî di axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîd Berxwedan re xwest û got şehîd Mihemed û malbata wî mînakên berxwedanê ne. Şoreş Hesekê têkoşîn û berxwedana şehîd Mihemed a di nava QSD’ê de jî vegot.
Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd Berxwedan hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşm û tilîliyên dayikan li Pakrewangeha Şehîd Dijwar hat veşartin.