Endamê Meclîsa Rêveber a Kantona Tebqayê 1’ê Kanûnê di êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Ehdasê yê kantona Efrîn-Şehbayê şehîd bû, îro bi merasîmeke girseyî li Pakrewangeha Şehîdên Tebqayê hat spartina axê.
Tevî nûnerên Rêveberiya Xweser, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, tevger û rêxistinên jin û ciwanan, endamên saziyên sivîl, bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Tebqayê Ehmed El Omer axivî û got: “Gelê me dikare fedakariyan bike. Hîna jî amade ye li hemberî şerê hovane yên komên barbar û komên çete yên ku hewl didin îradeya me bişikînin û projeya me ya demokratîk têk bibe, karwanên şehîdan bide.”
Ehmed El Omer diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rawestandinan herikîna xwînê û çareserkirina aloziya Sûriyeyê gelek beyannameyên çareseriyê pêşkêş kirin.
Serokê Meclisa Olî ya kantona Tebqayê Ebdulmutelib El Betran jî got: “Şehîd sax in, namirin, em ji wan û keda wan a ji bo welatê dane ji bîr nakin. Em ê heya dawiyê şopdarên rêya wan bin.”
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
Cenazeyê şehîd bi dirûşman li Pakrewangeha Şehîdên Tebqayê hate veşartin.