Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê, hewl dan bikevin gundê Şakîro yê li rojhilatê Eyn Îsayê. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Reqayê, di kêliyê de bersiv dan û çete reviyan.
Bi rengekî hemwext çeteyan hewl da bikevin gundê Himayid ê girêdayî navçeya Siluk a Girê Spî. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Reqayê ev hewldan têk birin.
Di vê navberê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê, pira Qereqozax û gundê Şêxlera Jêrîn a Kobanê, bi obusan bombebaran kir.