Yekşem, 11 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şehîd Ramazan Tan hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Aştî bi tevlîbûna jinan mayinde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozsoy: Dewlet hîn jî bi rengekî taktîkî nêzî meseleya Kurd dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdên li Rûsyayê komploya navneteweyî şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hacî Gecîken ê ku piştî 8 salan hat berdan, hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Partî û komeleyên Kurd: Roj roja parastina Rojava ye!
Kurdistan

Partî û komeleyên Kurd: Roj roja parastina Rojava ye!

Partî û komeleyên Kurd li ber êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabûn û gotin, "Roj roja parastina Rojava ye. Roja parastina statuya Rojava ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), Partiya Azadî,  Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Komeleya Kurd a Şoreşger û Demokrat (DDKD), Komeleya Şêx Seîd û Platforma Yekitiya Jinên Kurd têkildarî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyaniyeke hevpar didin. Daxuyanî li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat tê dayin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û nûnerên partî û saziyên din jî tev li bûn. Di daxuyaniyê de bi zaravayên Kurdî yên Kurmancî û Dimilî pankarta “Parastina Rojava pêkanîna yekitiya neteweyî ye” hate hilgirtin.

Metna hevpar ji hêla endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a DBP’ê Bêrîvan Helen Işik ve tê xwendin.

Metna daxuyaniyê ya bi sernavê “Parastina Rojava pêkanîna yekitiya neteweyî ye” wiha ye:

“Li cîhanê û herêma me pêşketinên girîng ên siyasî pêk tên. Sînorên sed sal berê ji hêla hêzên serdest ve hatine xêzkirin û statûkoya hatiye avakirin îro bi lez diguhere. Wekî sed sal berê îro jî Kurdistan di navenda van pêşketin, guherîn û veguhrînan de cih digire. Statûkoya li ser înkara kurd û Kurdistanê hatî avakirin perçe perçe hildiweşe û rewşek polîtîk ya nû derdikeve holê. Ev rewş di serî de gelê Kurd ji bo hemû gel, bawerî û çandên herêmê derfeta destpêkeke nû dide. Hêvî ew e ku pergaleke hemû pêkhateyên vê axê bi nasname, reng, deng û mafên xwe, bi awayek wekhev bijîn, bê avakirin. Lê mixabin hişmendiya nijadperest û yekperest a dewletên herêmê di siyaseta red û înkarê de israr dike.

Rejîma Sûriyeyê ku perçeyek pergala li ser înkara gelan hatibû avakirin, piştî şerê navxweyî yê 14 salan, di nav du hefteyan de hilweşiya. Bi hilweşîna rejîma Baasê re cardin derkete holê ku tu îktîdar û serweriyên li ser siyaseta red û înkara gel, bawerî û cudahiyan hatiye avakirin, nikare xwe li ser piyan bigire. Têkçûyîna rejîma Baasê û perçebûna statûkoya li ser hîmê red û înkarê ji bo avakirina pergalek wekhev û demokratîk derfetê dide. Divê li Sûriyeyê pergaleke hemû gel, bawerî, çand û cudahiyan digire nav xwe bê avakirin. Ji bo vê pêwistî heye demildest pêvajoyek siyasî bê destpêkirin û çarenûsa Sûriyeyê ji hêla hemû pêkhateyên Sûriyeyê yên wekî Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermen, Durzî, Êzîdî, Elewî, Nûsayrî û Suniyan ve bê teşekirin.

Ji bo Sûriyeyeke nû nabe ku ne hêzek hundirîn cardin desthilatdariya xwe li ser beşên din ava bike; ne jî hêzên derveyî polîtîkayên xwe bisepînin. Dubarekirina polîtîka û rêbazên nijadperest, yekparêz, red û înkarê dê kûrkirina şerrê heyî pêvetir tu encamê nede. Divê hemû hêzên navneteweyî û dewletên herêmî ji îradeya gel û pêkhateyên li Sûriyeyê dijîn re rêzdar bibin. Ji bo avabûna pergaleke demokratîk hewil bidin û alîkar bibin. Di vî milî de yek ji dewleta zêde berpirsyarî dikeve ser milê wê jî Tirkiye ye. Lê mixabin kirinên Tirkiyeyê yên çend hefteyên dawiyê dijberî berjewendiyên gelên Tirkiyeyê, gelên Sûriyeyê û hem jî gelên herêmê ne. Ji ber ku pirsgirêka xwe ya bi Kurdan re çareser nekiriye, Tirkiye hewil dide ku polîtîkaya xwe ya red û înkarê li tevahiya herêm û cîhanê belav bike.

Tirkiye ku 14 sale bênavber êrişî destkeftî û statûya rojavayê Kurdistanê dike, bi têkçûna rejîma Baasê re lez da êrişên xwe. Tirkiye dixwaze bi tevahî Rojava, Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Her çiqas bi destê komên çete bê kirin jî ev êriş bi biryar, organîze û alikariya Tirkiyeyê tên meşandin. Gelê Kurd baş dizane ku ev êriş û hewildanên dagirkirina Rojava encama polîtîkayên red û înkara gelê Kurd a sed salên dawiyê ye. Hişmendiya nijadperest a Tirkiyeyê li kû derê bibe bila bibe, naxwaze Kurd bibin xwedî statû û maf. Polîtîka û kirinên Tirkiyeyê ne li Tirkiyeyê û ne jî li Sûriye û Iraqê pirsgirêkên heyî çareser nake, dijminatiya di navbera gelan de kûr dike.

Di vê çarçoveyê de berî her tiştî banga me li gelê Kurd e. Statûkoya li ser tunebûna gelê Kurd hatî avakirin, îro diheje û hildiweşe. Li dijî hemû êrîşan jî gelên Rojava, Bakur Rojhilatê Sûriyeyê di pêşengiya jinan de modela jiyana wekhev afirandiye. Lê dewletên nijadperest û zayendperest dixwazin vê modelê têk bibin û bi rêbazên nû gelê Kurd bêstatû bihêlin û hebûna wî ji holê rakin. Êdî tehemûla gelê Kurd ji bêstatûbûnê re nemaye. Koalîsoyana dewletên li dijî statûya gelê Kurd hilweşiyaye. Îro herî zêde Tirkiye û hevalbendên wê li dijî statû û mafên gelê Kurd derdikeve. Ji bo wê em sedsalek din bêstatû derbas nakin. Statûya rojavayê Kurdistanê ji bo me di ser her tiştî re ye. Roj roja xwedî derketina li Rojava û statûya vê perçeya Kurdistanê ye. Ji bo vê em bang li hemû gelê Kurd û pêkhateyên wî yên siyasiye ku bi hemû derfetên xwe ji bo misogerkirina statûya rojava bibin yek û hewil bidin.

Banga me ya duyemîn ji bo raya giştî ya navneteweyî ye. Îro sedemek bingehîn a kaosa Rojhilata Navîn, perçekirina Kurdistanê û bêstatûhiştina gelê Kurd e. Ligel hemû polîtîkayên tunekirin, êriş û komkujiyan jî gelê Kurd îro wekî hêza îstiqrar û demokrasiyê ya herî bingehîn e. Ji bo vehisîna kaosa Rojhilata Navîn divê mafên gelê Kurd bên naskirin. Ji bo vê em wekî partî, sazî û dezgehên Kurdan bang li raya giştî ya navneweteyî dikin ku piştgiriyê bidin rojavayê Kurdistanê û statûya gelê Kurd a li vir nas bikin û piştgirî bidin. Ev berpirsyariyeke mirovî, exlaqî û wijdanî ye.

Banga me ya dawiyê jî ji bo gel û desthilatdariya Tirkiyeyê ye. Statû û mafên gelê Kurd,  kêm û qels nekin. Hebûna gelê Kurd hêmaneke zirarê dide gelê tirk nîne. Bi rastî jî ku behsa biratiya hezar salan bê kirin, divê îro Tirkiye êrişî destketî û statûya gelê Kurd a li Rojava neke, berovajî vê divê têkilî pêre deyne û piştgirî bide.

Bi vê boneyê em dibêjin roj roja parastina statûya Rojava ye. Werin em bi hev re Rojava biparêzin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 23’Ê KANÛNA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Dagirkeran li Til Berakê li wesayîtekê xistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Stenbolê dayikek û 3 zarokên wê hatin qetilkirin

Li Stenbolê zilamê bi navê Velîcan Alici hevjîna xwe Fîkriye Alici û 3 zarokên wê…

Ji aliyê Stêrk TV

Sozdar Avesta: Ya xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê ya jî xiyanet!

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta got, "PKK nebe Kurdîtî tine dibe, koletî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Silêmaniyê jiyan deqeyekê sekinî

Ji bo bîranîna qurbaniyên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, li Silêmaniyê jiyan deqeyekê sekinî. Gel ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?