Çarşem, 7 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Tiştên ku li girtîgehan diqewimin pêvajoyê nîşan didin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 7’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşên li ser Kurdî li Wanê hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Dem dema gav avêtinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza ‘heqeret li serokkomariyê’ de ceza li Demîrtaş hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahçelî gef li QSD’ê xwar, nerazîbûn nîşanî mikurhatina ‘DAÎŞ’ê ya Yerlîkaya da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hevrêyên Huseyîn Aykol: Em ê penûsa wî rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abdanan û Melekşahê gel kontrola bajar bi dest xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiyên Rojhilatê Kurdistanê wê bi hev re kar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK’ê Nizar Amêdî kir namzetê xwe yê Serokkomariya Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê ‘sê fedaiyên leheng’ ên li Zapê şehîd bûn bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya li Mexmûrê di roja 900’an de bi biryardarî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hêzên Îranê 7 jinên xwepêşander revandin, aqûbeta wan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê jinek bi gumanbarî mir

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Mehekê herî kêm 28 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di windakirina Gulistan Doku de bi organîzeyî tevgeriyane 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran xwepêşanderên jin hedef digire: 8 jinên din hatin binçavkirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    3 siyasetmedarên jin li Silopiyayê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Franceschî: Eger Kurd winda bike, em ê tev winda bikin
Rojane

Franceschî: Eger Kurd winda bike, em ê tev winda bikin

Nivîskarê Fransî Patrîce Franceschî, destnîşan kir ku êrîşên li dijî Rojava êrîşa li dijî azadiyane û got, “Tê xwestin Rojava bê tinekirin. Eger Kurd winda bike, em ê tev winda bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Lêkolîner û nivîskar Patrîce Franceschî, da xuyakirin ku demokrasiyên Rojavayî niha bi rengekî berbiçav qels in û endametiya Tirkiyeyê ya NATO’yê yek ji pirsgirêkên herî mezin e. Franceschî got, “Heta ku Tirkiye parçeyek ji NATO’yê be, wê hevalbendê Ewropiyan be. Bi rastî jî divê Tirkiye ji NATO’yê bê derxistin. Ti karê wî li wir nîne, ji ber ku hemû bernameya wî, hemû rojeva wî û hemû hewla wî li dijî Rojava, li dijî demokrasiyan û li dijî her kesî ye. Ji ber vê yekê, dema welatekî mîna Tirkiyeyê di nava NATO’yê de be, gelekî zehmet e ku alîkarî ji Kurdan re bê kirin.”

Lêkolîner û di heman demê de nivîskarê pirtûka ‘Ji bo Kobanê mirin’ Patrîce Franceschî, li ser geşedanên li Sûriyeyê nirxandin kir.

HTŞ BERNAMA ERDOGAN PÊK TÎNE

Franceschî, diyar kir ku hilweşîna rejîma Esad rewşeke erênî ye, lê yên ku wî hilweşandine dibe ku xerabtir bin û wiha got, “Em rewşa Şahê Îranê ya sala 1979’an bînin bîra xwe, hilweşiya û dihat hêvîkirin tiştên baş pêk wer in. Lê rewşa niha gelek tirsnak e. Hilweşîna desthilatdariya Beşar Esad jî rewşeke erênî ye. Ji ber ku her derî di nava xwînê de hiştibû. Divê em baldar bin, ji ber dibe ku yê hatiye şûna wê xerabtir be, bi taybetî ji bo Kurdan û hemû kêmneteweyên li Sûriyê.

Ez vekirî dibêjim. Heyat Tehrîr El-Şam tevliheviya komên îslamî ye ku ji aliyê Tirkiyê ve têne birêveberin, fînansekirin, alîkariya wan tê kirine. Her wiha ji aliyê Qatarê ve jî ji aliyê madî ve tên destekkirin. HTŞ’ê niha bernameya ji aliyê Enqere û Erdogan ve hatiye diyarkirin, bi cih tîne. El Colanî, HTŞ’ê û Erdogan hewl didin Rojava îqna bikin ku ew hevkarên gelekî bi rûmet in. Divê em bi vê neyên xapandin. HTŞ’ê komeke Îslamî ya radîkal e ku ji bo Kurdan, Xiristiyanan, Êzidiyan û hemû kêmneteweyan xeter e. Dîsa jî, ew dê bi mehan hewl bidin ku me qaneh bikin ku ew hevkarên pêbawer in. Eger em bikevin vê xefikê û li Neteweyên Yekbûyî (NY) kursiyekê bidin wan, ya jî em HTŞ’ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxînin, em ê berdêlên giran bidin. Ji ber dema ku van tawîzan bi dest bixin, wê rojeva xwe ya rasteqîn bixin pratîkê, bi avakirina şerîatê re dest li her deverê werdin. Ev yek ji bo hemû kêmneteweyan bi taybetî ji bo Kurdan nebaş e.”

NE NERMBÛN Û NE JÎ NÛJENBÛNA CÎHADÎSTAN NÎNE

Franceschî, destnîşan kir ku ji bo siberojê xeteriyeke gelekî mezin e û wiha domand, “Ji ber ku rêxistineke Îslamî ya nerm an jî nûjen nabe. Tiştekî bi vî rengî nîne. Îslamîst in. Ji ber vê yekê ew dijminên Rojava ne, dijminên demokrasiyê ne, dijminên Kurdan û dijminên kêmneteweyan in. Divê hewla ku tiştekî baş in neyê nîşandan. Ew El Kaîde ne, ne tiştekî din in.”

Franceschî, diyar kir ku niha li Sûriyê ji aliyekî ve hewla El-Colanî û HTŞ’ê heye ku başûrê Sûriyeyê dagir bike û wê tev li fikrê Împaratoriya Osmanî bike û li aliyê din li dijî Kurdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên tinekirinê tê meşandin û got, “Dewleta Tirk ev wezîfe da Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO). Ev SMO niha êrîşî Kurdan dike, Minbic dagir kiriye û dora Kobanê girtiye.

Ev leşkerên bi pere ne. Kêm an jî zêde îslamîst in. Ji hêla Enqerê ve hatine perwerdekirin û xwedîkirin. Di sala 2018’an de ev kom li Efrînê paqijiya etnîkî kirin. Her wiha ji bo paqijiya etnîkî ya Ermeniyan vana şandin Qerebaxê. Îro jî bi qasî ku ji destê wan tê dixwazin li Bakurê Sûriyeyê Kurtan tine bikin. Ev hemû parçeyek ji hêviyên Erdogan e. Divê welatên Rojavayî vê manevrayê fêm bike û ji bo Kobanê û Reqa ji aliyê SMO’yê ve neyê dagirkirin, desteka xwe ya ji bo Kurdan bidomîne.”

‘KOBANÊ SEMBOL E, EGER BIKEVE EM Ê TEV WINDA BIKIN’

Franceschî wiha dewam kir, “Ya ku piştî serketina Kobanê yekser rû da, yanî piştî serketina Kurdan a li dijî DAÎŞ’ê, xwedî girîngiyeke gelekî sembolîk e. Eger em dostên xwe yên Kurd di destê SMO’yê û artêşa Tirk de bihêlin û destûr bidin Kobanê bikeve destê wan, wê demê ev tê wateya dawiya cîhanê ye. Yanî bi gotineke din li hemberî teror û totalîterîzma Tirk ev yek wê bibe dawiya azadiya Rojava. Hêzên Rojavayî, Emerîkî, Fransayî û Ewropî ji bo ku Tirk bajarekî bi vî rengî yê sembolîk dagir nekin divê bikevin nava tevgerê.

Mixabin ku demokrasiyên welatên Rojava a niha hinekî lawaz in û endambûna Tirkiyeyê ya ji NATO’yê re yek ji pirsgirêka herî mezin e. Bi qasî ku ku Tirkiye perçeyeke NATO’yê be, divê hevalbendê Ewropayiyan be. Di rastiyê de divê Tirkiye ji NATO’yê were avêtin. Li wir karê wê tune ye, ji ber ku hemû bername û îradeya wê li dijî Rojava, demokraî û her kesî ye. Ji ber wê yekê dema ku welatên weke Tirkiyeyê endamên NATO’yê bin, em di mijara alîkariya ji bo Kurdan de bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Her tişt gelekî tevlîhev e.“

JI MODELA ROJAVA DITIRSIN

Franceschî, anî ziman ku pirsgırêk ew e ku; Modela ji aliyê Rojava ve tê pêşniyarkirin û ya a niha tê sepandin, bi rastî jî modeleke ecêb e û dikare hemû Rojhilata Navîn veguherîne û wiha dom kir, “Lê belê beşa Rojhilata Navîn ya mayî vê modelê naxwaze, ji ber ku hemû welatên li dora Sûriye, Iraq, Ûrdin, Tirkiye û Rojavayê li hemberî vê fikrê ne. Ew demokrasî, wekheviya zayendî, azadiya jinan û laîktiyê weke jehrekê dibînin. Ew ji vê modela serketî ditirsin û wê naxwazin. Ji ber vê yekê li seranserê cîhanê hevalên me yên wêrek yên vê modelê diparêzin bi muxalefeteke dijwar re rû bi rû dimînin.  Niha jî pirsgirêk ev e.”

EM NEÇAR IN KU PIŞTGIRIYA KURDAN BIKIN

Franceschî di dawiyê de bibîr xist ku bidestxistina kampên Roj û Holê ya ji aliyê komên cîhadîst ve ji bo her kesî talûkeyeke mezin e û wiha got, “Li van kampan zêdetirî 50 hezar cîhadîst û malbatên wan tên girtin. Ev kampên li Rojava ji bo welatên rojava û demokrasiyan weke bombeyekê ne.

Hêvî dikim ku welatên Ewropayê û Emerîka wê vê pirsgirêkê bibînin û rê nedin ku Tirk û hevalbendên wan ên îslamparêz van kampan bi dest bixin.  Tiştên ku a niha rû didin gelekî cidî ne û her tişt bi talûkeyê re rû bi rû ye. Mixabin ku li DYE’yê ji ber pêvajoya derbasbûnê ya di navbera Trump  û Bîden de nediyariyek heye. Hêvî dikim ku wê beriya 20’yê Çileyê biryara rast bidin û em ê jî piştgiriya tam bidin Kurdan.

Herî dawiyê ez dixwazim vê yekê bînim ziman; cîhana azad-yanî welatên rojava, lê belê di heman demê de Kurd û welatên din, divê bizanibin ku tiştên ku a niha li bakurê Sûriyeyê pêk tên ji bo azadiya hemû cihanê xwedi girîngiyeke mezin e. Divê a niha alikarî û piştgiriya me ya ji bo Kurdan tam be. Nexwe wisa nebe hemû cîhan bi talûkeya hilweşînê re rû bi rû ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN PARÎS

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dagirkeran li Til Berakê li wesayîtekê xistin
Nûçeya Pişt re Seroka IFJ’ê Pradaîê: Artêşa Tirk mîna mafya êrîşî rojnamevanan dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniya li ser êrişên li Helebê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê ragihand ku di çarçoveya mafê parastina rewa de wan bersiv…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo gerîlayê HPG’ê Şaho Dalaho merasîma xiyabî hat lidarxistin

Ji bo gerîlayê HPG’ê Şaho Dalaho yê di 14’ê Tîrmeha 2017’an de li Herêmên Parastinê…

Ji aliyê Stêrk TV

KNK: Divê Enfal weke qirkirinê bê naskirin

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di salvegera 36'an a Qirkirina Enfalê de ku rejîma Saddam…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Tiştên ku li girtîgehan diqewimin pêvajoyê nîşan didin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 7’Ê ÇILEYA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Êrîşên li ser Kurdî li Wanê hatin protestokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogullari: Dem dema gav avêtinê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?