Nerazîbûnên li hemberî binçavkirina hevşaredarên Şaredariya Akdenîzê ya di bin rêbeberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û hin endamên meclîsa şaredariyê berdewam dikin.
Piştî meşa girseyî li taxên Çîlek û Guneşê ciwanan agir pêxist û derbasî berxwedanê bûn.
Ciwanan li kolanên taxa Yenîmahalleyê jî agir pêxist û gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî iradeya gelê Kurd” berz kirin.
Ciwanan bi avêtina keviran bersiv da hewldana êrîşê ya polîsên Tirk û rê nedan polîsan ku bikevin taxê.
Ciwanan sirûda “Çerxa Şoreşê” xwendin û dirûşmeya ‘’Heya serkeftinê têkoşîn’’ berz kirin.