Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, polîsan li Amed, Wan û Stenbolê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de rojnamevan Reyhan Hacioglû, Necla Demîr, Rahîme Karvar û Ahmet Guneş hatin binçavkirin.
Di çarçoveya heman lêpirsînê de polîsan bi ser Produksiyona Martiyê û Produksiyona Guncelê yên li navçeya Beyoglû ya Stenbolê de girtin. Polîs ku bêyî agahiyê bidin xwediyên şîrketan bi ser de girtin, derî şikandin, hemû kompûter û hard dîsk desteser kirin.
Lêgerîna li şîrketan bi dawî bû.
 
					 
							
 
			 
                                 
                             

 
		 
		 
		