Serokwezîrê Pakistanê niha li girtigehê ye û navê wî di 200 dozan de derbas dibe. Roja 17’ê rêbendanê ji ber nerêlitî ji doza ku dihat darizandin 14 sal cezayê hepsê girt.
Îmran Han di daxuyaniya ku da de, “ez ê tu peymanek çênekim û ez ê hewl nedim cezayê xwe kêm bikim.”
Dadger Nasir Cavid Rana, daxuyand ku Bûşra Bibi jî ji ber pereyên fonê Vakfa Trust derbasî hesabê xwe kiriye ji heman doze 7 sal ceza girtiye.
Parêzarê partiya Pakistan Tehrîk-e Insaf (PTI) Naim Panjotha daxuyand ku wê biryarê bibin temyîzê.
Nûnera Buşra Bibi jî diyar kir ku ew jî di nav dadgehê de hatiye girtin.