Pêncşem, 17 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Mehmet Uçum: Abdullah Ocalan dê di Desteya Jêr de cih bigire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Krîza aboriyê: Hevserokên DEM Partiyê ji bo kombûnê bang li Meclîsê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Selçûk Mizrakli: Divê civak paşeroja xwe ava bike, ne li bendê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanan Gulsima koçer, li çiyayan gerîlaya azadiyê Rojda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Mazlûm Rizgar Diyar: Em ê xwedî li têkoşîn û bîranîna şehîdên xwe derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koker: Ji bo Komara Demokratîk hewceyî bi yekîtiyeke muxalîf a xurt heye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK-HPJ: Tevlîbûna li greva giştî biryardariya ji bo parastina destketiyên şoreşê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ: Li hemberî kesên ku bi navê gerîla alîkariya madî kom dikin hişyar bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê: Zêdeyî 30 hezar kes li Şengalê vegeriyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê spasiya beşdarên greva giştî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li quntara çiyayê Qendîlê gundek li nava dîrok û xwezayê: Sînemok

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berwarî: Kurd li şûna hesabên hêzên herêmî divê îrade û stratejiyeke hevpar biafirînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Dadxwaz û Rêxistinên Jinên Rojhilat serdana gorên şehîdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî: ‘Rêxistinbûna me, azadiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Fermandara YPJ’ê ya ji Erebistana Siûdî: Ez di nava dozeke mafdar de me
Rojava

Fermandara YPJ’ê ya ji Erebistana Siûdî: Ez di nava dozeke mafdar de me

Ji fermandarên YPJ'ê Şîraz Nîdal a ji Erebistana Siûdî destnîşan kir ku ew têkoşîna dozeke mafdar dimeşînin û got, "Min rûyê qirker ê dewleta Tirk bi êrîşên dawî re hîn baştir nas kir."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Çile 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Şîraz Nîdal ku piştî bingeha fikrî ya Şoreşa Rojava nas kir perwerdeya xwe ya Tipê nîvco hişt û tevlî nava refên YPJ’ê bû, li eniyên berxwedanê yek ji fermandaran e. Şîraz Nîdal got, “Em ew şervan in ku xwedî armancê ne. Bi ruhê fedaî em ê heta nefesa xwe ya dawî ji bo azadiyê têbikoşin.”

Berxwedana QSD’ê ya li Bendava Tişrînê, gundên derdorê û Pira Qereqozaxê ji 8’ê Kanûnê û vir ve dewam dike. Berxwedaneke bi vî rengî li gel çîrokên lehengiyê yên gel û şervanan ebedî dibe. Yek ji pêkhateyên bingehîn ên QSD’ê YPJ ye ku di vê berxwedanê de ji destpêkê ve heye. Ji fermandarên YPJ’ê Şîraz Nîdal ku yek ji berxwedêran e, çîroka wê balê dikişîne. Şîraz Nîdal di nava şervanên Kurd, Ereb, Asûr, Suryan, Ermen û Tirkmen de xwedî cihekî taybet e. Carna bi stranan, carna jî bi henekên xwe moralê dide hevalên xwe. Bi coş û moral têdikoşe.

JI EREBISTANA SIÛDÎ BER BI HELEBÊ VE

Fermandar Şîraz Nîdal ji Erebistana Siûdî ye. Min firsend dît ku li qada şer Şîraz Nîdal bibînim, pê re sohbet bikim û wê nas bikim. Şîraz Nîdal ji bo perwerdeya Tip û hemşîretiyê di sala 2018’an de hat bajarê Heleb ê Sûriyeyê. Şîraz Nîdal qala tevlîbûna xwe ya li nava refên YPJ’ê kir: “Min gelekî hez ji xwendina pirtûkan dikir û lêkolînên xwe timî bi pêş ve dibir. Her ku min xwend, min bingeha fikrî ya Şoreşa Rojava fêhm kir. Wê demê vî fikrî gelekî bandor li min kir. Bi vî rengî min YPJ nas kir. Her ku min YPJ nas kir min li wateya jiyana xwe pirsî. Eger mirov nikaribe wateyê tevlî jiyana xwe û derdora xwe bike, hingî bê wate ye. Lêgerîna li azadiyê jî encamek ji vî fikrî bû.

5 SAL IN LI NAVA REFÊN YPJ’Ê YE

Bi vê têgihiştinê sala 2020’î tevlî nava refên YPJ’ê bûm. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê timî êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikir. Li hemberî van êrîşan em di nava amadekariyan de bûn. Me hêzên xwe bi rêxistin kir. Serketina berxweedana îro encamek ji van amadekariyan e.”

XWE DISPÊRE HILWEŞÎN Û TALANÊ

Ji fermandarên YPJ’ê Şîraz Nîdal destnîşan kir ku ew têkoşîneke mafdar dimeşînin û got, “Em ew şervan in ku xweedî armancê ne. Dewleta Tirk û çeteyên wê tenê xwe dispêrin hilweşîn û talanê. Ji ber vê yekê di êrîşan de bi ser nakevin. Lewma êrîşên hewayî zêde dikin. Min dewleta Tirk a faşîst, mejiyê wê yê terorîst û qirker di van êrîşan de hîn baştir nas kir. Divê cîhan hemû vê dagirkerî û polîtîkayên talanê yên delweta Tirk û çeteyên wan bibîne. Bi ruhê fedaî em ê heta nefesa xwe ya dawî ji bo azadiyê têbikoşin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KCK’ê ji bo kesên li Bolûyê jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest
Nûçeya Pişt re ROJEVA 22’Ê ÇILEYA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Xezeyê hejmara miriyan nêzî 29 hezarî bû

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji destpêkirina şerê Xezeyê û vir ve di êrîşên…

Ji aliyê Stêrk TV

Talebani: Hêzên me ji bo parastina gel amade ne

Serokê YNK’ê Bafil Talebani tekildarî hişyarî da hikûmeta demkî ya Şamê û got, “Hêzên me…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêber Apo: Ne tenê hilberîna teoriyê divê xeteke ku rêyên pratîkê jî vedike bê afirandin

Rêber Apo: Hûn di nava hewldana avakirina çarçoveyeke xurt a teorîk de ne. Lê belê,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Xelkê Rojava ji bo perwerdehiya Kurdî li ser piyan e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Zinar Serêkaniyê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji Efrîniyan kampanya ‘Mala min mafê min e’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Derayê 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?