Şemî, 7 Hezîran 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Amedê hejmara binçavkiriyan bû 5

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bi wesîleya cejnê bi gel re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê: Goristaneke ku em em di cejnê de biçin serdanê, nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxwaza ‘Ez dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim’ mezin dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    AKP’ê bi wesîleya cejnê serdana DEM Partiyê kir: Berpirsyarî ya desthilatdariyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî û MHP’ê cejna hev pîroz kirin: Cihê çareseriyê meclis e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiyên ‘Bila winda werin dîtin, fail werin darizandin’ hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dixwazin bi dek û dolaban kotaya Êzidiyan ji wan bistînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fedaiyên keleha berxwedanê ya Girê Cûdî: Abbas, Lorîn û Rawan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çiya çi dibêjin: Ger PKK şer nekiriba, me îro nedikarî aştiyê nîqaş bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di greva li Îran û Rojhilat de 40 şofêr hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê cejna di bin zexta ambargoyê de: Cihê qedexeyê di mirovahiyê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Em dixwazin Rêber Apo azad bibe û aştî pêk were’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê: Zextên li ser rojnamevanên jin di meha Gulanê de jî dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAKB: Em li gel Nevîn Kamîlagaoglû ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê mehekê herî kêm 10 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tenduristiya Zeynep Celaliyan nebaş dibe: Mafê wê yê tedawiyê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Newaya Jin derket: Deriyê mejiyekî nû vedibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo helbesta ‘Dîrok’ a Alî Haydar Kaytan klîba anîmasyonê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parlamenta Walesê resepsiyona Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Festîvala Ciwanan a Şehîd Hasan Kiziler banga tevlîbûnê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Fîman a Jinan a Nûjiyan di roja xwe ya 3’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stranên li ber windabûnê berhev kir: Em hişê çandî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê Rojên Çandên Kurdî ya 2025’an destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Kalkan: Hewldanên Rêber Apo ji bo rizgariya Tirkiyeyê şensê dawî ye
Kurdistan

Kalkan: Hewldanên Rêber Apo ji bo rizgariya Tirkiyeyê şensê dawî ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "Ne di gotin ne jî di pratîka AKP'ê de guhertinek nîne. Hewldanên Rêber Apo ji bo rizgariya Tirkiyeyê şensê dawî ye. Em her tim li pişt pêvajoya Rêber Apo ne."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Çile 2025 Dema xwendinê: 31 dq.
Parvekirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bersiv da pirsên Medya Haber TV. Nirxandinên Dûran Kalkan bi vî rengî ne:

“Beriya her tiştî Rêber Apo yê ku berxwedana herî bi wate ya dîrokê dimeşîne, bi hurmet silav dikim. Belê bi Rêber Apo re du hevdîtin hatin kirin sala derbasbûyî. Di 23’ê Cotmehê de hevdîtina destpêkê, di 28’ê Kanûnê de jî ya duyemîn pêk hat. Peyamên Rêber Apo yên di hevdîtina duyemîn de ji aliyê heyetê ve bi raya giştî re hatin parvekirin. Hevdîtina destpêkê ji aliyê biraziyê wî ve hate kirin, weke hevdîtineke malbatî hate nirxandin. Lê belê di hevdîtina duyemîn de Heyeta DEM Partiyê hevdîtin pêk anî.

Daxuyanî ji raya giştî re hatin dayin, weke peyamên Rêber Apo. Piştre jî heyet xebitî. Bi navendên giştî yên partiyên li meclîsê re hevdîtin kir. Hevdîtin bi hin şexsan re kir. Herî dawî jî daxuyanî li ser hevdîtinan da. Her wiha têkildarî hevdîtina bi Rêber Apo re hin agahî jî bi rêya çapemeniyê da.

Me ev yek bi baldarî şopand, em dişopînin. Em hewl didin peyamên Rêber Apo fêhm bikin. Di heman demê de encamên karên heyeta DEM Partiyê. Ji bilî vê ti agahiya me nîne. Hevalê Cûma jî daxuyanî da. Bangek ku li me hatibe kirin, peyamek ji me re hatibe şandin, daxwazek ji me hatibe kirin bi rengekî fermî heta niha nîne. Lewma em naveroka nîqaşan nizanin. Her wiha tiştekî ji me hatiye xwestin jî nîne.

Em weke raya giştî, weke her kesî li daxuyaniyên li ser çapemeniyê dinihêrin, hewl didin rewşê fêhm bikin û dersê ji peyamên Rêber Apo werbigirin. Rewş bi vî rengî ye. Gelek tişt têne gotin. Lê belê di pratîkê de rewşeke cuda nîne. Nîqaşek bû. Ev gelekî girîng û bi wate bû. Rêveberiya me li ser vê yekê daxuyanî da. Me qîmet da van nîqaşan, girîng dît. Em bi baldarî dişopînin. Me ji raya giştî re ji xwe eşkere kir ku em ê bi berpirsyariya xwe rabin. Muzakerevanê me yê sereke ji xwe Rêber Apo ye. Em timî li pişt pêvajoyeke ku ji aliyê Rêber Apo ve bê meşandin sekinîn.

Ji niha û pê ve jî em ê li pişt bisekinin. Em ê li gorî biryarên wî tevbigerin. Me ev yek anîn ziman. Lê belê ji vê wêdetir em pratîkekê nabînin. Ne di gotinê ne jî di pratîka dersthilatdariyê bi taybetî jî AKP’ê de guhertinek nîne. Hin derdorên çapemeniyê jehr ji devê wan diherike. Li gorî xwe nêzîkatiyên sivik nîşan didin. Qaşo heqaretê dikin. Lê belê rewşa xwe ya sixêf û erzan nîşan didin. Ev yek ji ber desthilatdariyê ye. Di serî de Tayyîp Erdogan gotin û daxuyaniyên derdorên AKP’ê rê nîşanî çapemeniyê didin. Naxwe ev bi serê xwe nînin.

Bêguman li nava partiyên cuda de jî tehrîk heye. Li aliyê din pratîkên wan jî dewam dikin. Di van pratîkan de ti guhertin nîne. Êrîşên li ser gel, girtin, tayînkirina qeyûman dewam dikin. Zemê dikin, zext û mêtingeriyê dewam dikin. Li Îmraliyê jî têkilddarî rewşa Rêber Apo ti guhertinek nehatiye kirin. Belê, hevdîtin bû. Ev yek encama têkoşîna li ser bingeha Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî pêk hat.

Me ev yek beriya niha anîn ser ziman, nirxandin. Ev yek serketinek bû. Rêveberiya me daxuyanî da. Destnîşan kir ku tecrîd hate qulkirin. Ev yek hate nirxandin ku ev nirxandin rast e. Lê belê ji vê wêdetir pratîkek nîne. Têkildarî rewşa Rêber Apo ji aliyê desthilatdariyê ve ti guhertin nehatiye kirin. Agahiya me nîne.

‘YÊN KU BANG KIRIN, YÊN KU BERPIRSYAR IN EGER CIDÎ BIN, DI PRATÎKÊ DE DIVÊ GAVÊ BIAVÊJIN’

Lewma li gorî me bêguman tecrîd dewam dike. Sîstema Îmraliyê mîna xwe dewam dike. Şert û mercên heyî yên Rêber Apo di nav de ne dewam dike. Di şert û mercan de guhertinek nîne. Têkildarî vê yekê em karekî pratîkî jî nabînin. Belê, nîqaş hatin kirin. Heyeta DEM Partiyê hevdîtin kir. Partiyên siyasî yên Tirkiyeyê daxuyanî dan. Ev bi wate û girîng in. Lê belê ev nîqaş e. Pratîkek li gorî xweşbîniya nîqaşê nîne. Mînak em nizanin bê li Meclîsê karek tê kirin an na. Ne diyar e bê sererastkirineke qanûnî heye yan na. Devlet Bahçelî bang kir. Gelek derdor jî tevlî vê bangê bûn. Gotin, bila Rêber Apo bê meclîsê. Gotin, bila li koma DEM Partiyê biaxive. Baş e, wê çawa ji Îmraliyê derkeve û bê? Haydê bila bê. Kî li pêşiya vê asteng e? Ji bo anînê, gelo yên ku ev bang kirin tiştek peyda kirin? Ketin nava hewldanan? Hewldaneke xwe heye? Me tiştek nedît. Yanî bêyî ku ti guhertin bê kirin ji Rêber Apo dixwazin ku daxwazên wan bi cih bînin û li benda vê ne. Ev yek ne karekî bê kirine. Eger cidî bin, bi rastî jî bi karên heyetê re xweşbîniyek belav bû, em vê girîng dibînin, bi wate dibînin. Piştgiriyê didin. Yanî bila kes nebêje PKK filan tiştî dibêje, li ber radibe. Tiştekî bi vî rengî nîne. Weke tevger û gel em bi baldarî pêvajoyê dişopînin. Lê belê yên ku ev bang kirin, yên ku dixwazin tiştek bibe, li gorî wê yekê kar nakin. Rêber Apo got, eger şert û merc bêne afirandin, derfet bêne afirandin, sîstema tecrîd êşkenceyê ya Îmraliyê bê guhertin, şert û mercên jiyana azad bêne afirandin ez ê karibim bi rola xwe rabim. Di rewşa heyî de dikare çi bike? Wê çawa daxuyaniyê bide? Nikare tiştekî bibêje. Bi halê hazir gotinên wî nikarin bêne weşandin, kî biweşîne sûc e. Tê girtin, tê berhevkirin parêznameyên Rêber Apo. Ne tenê pirtûkên wî her wiha parêznameyên wî jî têne berhevkirin. Tiştên ku bi rengekî qanûnî hatine kirin. Kî dikare vê bike? Lewma hewldanek nîne. Em nabînin. Halbûkî pêwîstî bi pratîkê heye. Yên ku ev bang kirin, yên ku xweşbînî afirandin eger cidî bin hingî divê gavên pratîkî biavêjin. Bila şert û mercên guncaw biafirînin ku Rêber Apo karibe li koma DEM Partiyê biaxive. Bila pêşî lê vekin ku karibe siyasetê bike. Bila xwedî şert û mercên kar û jiyaneke azad be. Bila êdî dawî li sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê bînin. Hîn hem ew sîstem wê dewam bike, hem jî ev ê weke hêviyê belav bikin. Ev mijarên rast nîne.

Em nabêjin her tişt neyînî ye, bi taybetî yên ku ev bang kirin, yên ji vî karî berpirsyar in, yên dixwazin bi rastî jî tiştekî bikin, rewşê biguherînin, eger ji gotinên xwe bawer dikin wê demê bila gavên pratîkî biavêjin.

‘DI TÊKOŞÎNÊ DE LAWAZIYEKE BIÇÛK JÎ DIVÊ NEYÊ KIRIN’

Ya ji bilî vê têkoşîn e. Heta niha çawa ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd bi navê Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî çalakî hatin kirin, gelê Kurd û dostên wan li çar parçeyên Kurdistanê, li çar aliyên cîhanê divê vê pêngavê dewam bikin, têkoşînê dewam bikin. Lawaziyeke biçûk divê nebe. Bi têkoşînê dikare gav bi wan kesan bide avêtin ku diaxivin lê belê bi cih nînin.

Eşkere ye ku her tişt bi têkoşînê dikare bê bidestxistin. Her tişt bi têkoşînê tê afirandin. Wê demê divê em têbikoşin, hîn bêhtir têbikoşin, bi rêbazên hîn afirîner têkoşînê bimeşînin û encamê werbigirin.

Belê, ji aliyê encamên afirîner ve Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî bêguman encamên girîng bi xwe re anî. Me gotibû wê bi vî rengî bibe. Bi rastî jî me gotibû pêşketinên mayinde wê di çarçoveya armancên pêngava azadiyê de bin. Niha pêşî li vê yekê vebûye. Lê belê ji bo pêkanînê jî divê em hîn bêhtir têbikoşin, têkoşîneke hîn bi bandor bimeşînin. Em têkoşeran careke din silav dikin. Bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku têkoşîneke hîn bi bandor bimeşînin.

Beriya 10-15 salan, beriya 20 salan di dema pêvajoya hiqûqî de, dema ku Rêber Apo parastina xwe dikir, di parêznameyên xwe de ev rewş nirxand. Şert danî. Gotibû, eger bi vî rengî bê kirin wê ev encam pêk bê, bi wî rengî bê kirin wê encameke bi vî rengî jê bê. Gotinên Rêber Apo yek bi yek pêk tên. Divê beriya her tiştî her kes vê bibîne. Divê bi sivikî nêzî Îmraliyê nebin. Ti qîmetên sivik ên hin mirovên ketî nîne. Êdî cîhan vê yekê qebûl dike. Her kes qebûl dike. Çend kesên beredayî rabûne hewl didin tevlîheviyê bikin. Ti wateya wê nîne. Li aliyê din çawa bû? Du aliyên xwe hene. Yek, em têdikoşin. PKK bi pêşengiya Rêber Apo zêdeyî pêncî sal in di vê oxirê de têdikoşe. Ji bo vî mejî û polîtîkayê biguherîne. Ev çi bû? Mejî, siyasetê qirker, mêtinger, faşîst û dijminê Kurdan. Çil sal derbas bûn, şerê me yê azadiyê di sala 41’emîn de ye, bi rengekî bê navber dewam dike. Êrîşên şerê taybet ên qirker, faşîst û topyekûn ên rêveberiya faşîst ku li ser bingeha ‘Plana Çalakiyê ya Têkbirinê’ dimeşîne 10 salan tijî dike.

‘ŞER KIR, NEKARÎ ENCAMÊ BI DEST BIXE, NIHA LI ÇAREYÊN CUDA DIGERE’

Li hemberî vê yekê weke tevgera azadiyê û gel me berxwedaneke topyekûn meşand. Di rewşa heyî de yên ku plan amade kirin û xistin meriyetê negihîştin armancên xwe û ew bi xwe hatin asta hilweşînê. Plana têkbirinê bi têkoşînê bi vî rengî hate têkbirin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê gihîşt asta hilweşînê. Çi kirin, hemû derfetên Tirkiyeyê pêşkêş kirin, ji her deverê piştgirî wergirtin, ji NATO, ji Çînê, ji Rûsyayê, ji her derê piştgirî wergirtin, her cûre çek bi kar anîn, guh neda exlaq û hiqûqê, bi hezaran carî sûcên şer kirin û di êrîşên xwe de bi ser neketin. Gerîlayên Kurd ên leheng li Zap, Metîna, Avaşîn, Herêmên Parastinê yên Medyayê û li çar aliyên Kurdistanê li ser xeta fedaîtiyê bi lehengî il ber xwe dan û mînakên lehengiya herî mezin a dîroka berxweedanê nîşan dan. Jin, ciwanên Kurd bi hişmendî û rêxistiniyeke bêhempa bi şev û roj têkoşiyan. Gelê Kurd û dostan li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat têkoşîn meşandin. Ev têkoşîn herî dawî ji 10’ê Cotmeha 2023’an û pê ve li ser bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû çalakiyeke bi plan. Dawiya dawî salek li pey xwe xist, kete sala duyemîn û di tecrîda mutleq de şikestin pêk anî. Hêzên ku dîtin hildiweşin, ji bo ji vê rewşê rizgar bibin li çareyekê geriyan. Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yê destpêkê bû ku li çareyeke rizgariyê geriya. Çima? Ji ber ku wî şer dimeşand. Rewşeke eşkere û tê fêhmkirin e. Dibêjin, çima hewldan ji aliyê Bahçelî ve hate destpêkirin? Min wê demê jî got, wê ji kê bihata? Her hal ji rantxuran nedihat, kî şer dike wê ji wî bihata. Şer kir, nekarî encamê werbigire, bêçare ma. Niha li çareyeke cuda digere. Ev yek normal e. Lewma aliyekî mijarê ev e. Ev yek eşkere bû. Hêz bi xwe re nedîti ku karibe van êrîşan dewam bike. Ne di wê astê de ne ku karibin armanca xwe bi ser bixînin.

Li aliyê din ev yek encamên Şerê Cîhanê yê 3’yemîn e ku 35 sal in li Rojhilata Navîn dewam dike. Ev şer timî dibe mijara nirxandinê. Bi şer û krîza Kendavê destpê kir, piştî belavbûna Yekîtiya Sowyetê li ser bingeha stratejiya sîstema cîhanê ya nû ya DYE’yê ji bo bidestxistina Kendavê nêzêı 20 salan li dora Kendavê êrîş hatin kirin. Zêdeyî 10 sal in, nêzî 15 sal in ji bo misogerkirina kontrola li Rojhilatê Derya Spî êrîşan dikin. Şer di navbera sîstema sermayeyê ya yekperest a global û statukoperestiya netewe dewletê de ye ku bi Şerê Cîhanê yê 1’mîn re hate afirandin. Navenda vê statukoperestiyê li Iraqê bi hilweşîna desthilatdariya Baasê re destpê kir. Di 7’ê Cotmeha 2023’an de Şerê Xezeyê destpê kir. Bûyerên ku piştre biqewimin kêm zêde ji aliyê her kesî ve hate dîtin. Çima? Ji ber ku beriya wê, yên ku ev êrîş dikirin armancên xwe îlan kirin. Gotibûn Projeya Rojhilata Navîn a mezin, gelek daxuyanî dabûn lê belê naveroka gotinên xwe danegirtibûn. Gelek tişt nezelal mabûn. Lê belê piştî civîna bilind a G20 a li Hindistanê ev yek îlan kirin. Çi bû? projeya rêya bazirganî û enerjiyê ya nû ya ji Hindistanê heta Yewnanistanê bû. Destpêkê derdora Kendavê bi dest xistin, derdora Erebistana Siûdî. Piştre jî bi pêşengiya Îsraîlê Rojhilatê Derya Spî kontrol dikin. Yanî rê paqij dikin. Bêbandorkirina Hamasê ew bû. Me wê demê got, dor wê bê Lubnanê. Ji ber ku rê îlan kirin. Piştre jî wê bê Sûriyeyê. Di rastiyê de jî bi wî rengî bû. Piştre dema ku sala xwe temam kir şerê Lubnan-Hîzbûllahê destpê kir. Bû şerekî matmayî. Her kes li bendê bû ku ew şer demeke dirêj dewam bike. Hîzbûllahê di demeke kurt de derbên gelekî giran xwar. Îsraîlê ku piştgirî ji DYE û Ewropayê wergirt, xuya ye gelekî xwe amade kiribû. Bi xurtî lê da. Piştre jî eşkere bû ku wê dor bê Sûriyeyê. Piştî ku Hîzbûllahê derba giran xwar, ev yek hat wê wateyê ku îranê derb xwariye. Piştî ku di hilbijartinên 6’ê Mijdarê de Trump bi ser ket, ji bo rêveberiya DYE’yê zemîna lihevkirina bi Rûsyayê re ava bû. Di nava sê hefteyan de lihevkirina pêwîst kirin. 20 roj piştî hilbijartinên DYE’yê êrîşên li ser rêveberiya Esad di ser Helebê re dan destpêkirin. Û di nava hefteyekê de desthilatdariya Baas a Sûriyeyê ket, hilweşiya.

‘EGER TIRKIYE NEGUHERE, DEMOKRATÎK NEBE WÊ HILWEŞE’

Hîmê Ereb ê statuya netewe dewletê ya ku piştî Şerê Cîhanê yê 1’emîn li Rojhilata Navîn ava bû hilweşiya. Çi ma? Tirkiye û Îran man. Tirkiye û Îran ji xwe hêzên hegemonîk ên herêmî yên vê statukoyê bûn. Lewma dor hatiye hilweşîna statukoperestiya netewe dewletê ya Tirkiye û Îranê. Êrîşên sîstemê wê li ser vê yekê bin. Îran vê yekê ji nêz ve hîs dike. Hewl dide li gorî vê yekê tedbîran werbigire. Rêveberiya kûr a Tirkiyeyê ev yek hîs kir. Û Devlet Bahçelî jî got, pirsgirêka mayindebûna dewletê kete rojevê û ji 1’ê Cotmehê û pê ve nîqaşên navborî da destpêkirin. Bang kir. Got, em hevkariya navxweyî bikin, em xwe li ser piyan bigirin, naxwe Tirkiye wê hilweşe. Ew rast bû. Bi rastî jî eger Tirkiye xwe neguherîne, demokratîk nebe, pirsgirêkên xwe çareser neke wê hilweşe.
Çawa ku netewe dewletên din ên Ereb hilweşiyan, aqûbeta dewleta Tirk jî wê ne cuda be. Yekane tişta ku pêşî li vê yekê bigire demokratîkbûn e. Çareseriya pirsgirêka Kurd e. Demokratîkbûna Tirkiyeyê jî tenê bi çareseriya li ser bingeha azadiya pirsgirêka Kurd dibe. Mifte pirsgirêka Kurd e. Çareseriya pirsgirêka Kurd e. Mifteya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Lewma bi navê yekîtiyê bang li Rêber Apo kirin. Muxatab qebûl kirin. Me ev rewş girîng dît. Gotineke ewçend vekirî ya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku ji destpêkê ve Şerê Qirkirina Kurdan bi rengekî îdeolojîk û leşkerî dimeşand, girîng bû. Lê belê wê encam çi be? Me got, li Iraqê wê bi ser yên dijberî vê de biçin, dor wê bê Qibrisê û hat. Nîqaş li ser giravan tê kirin, nîqaşên li ser Qibrisê ji niha ve hene. Tirkiyeyê li hemberî vê helwest nîşan da. Qeyûm li Akdenîzê tayîn kirin. Pêwendiya vê yekê bi pêvajoyê re heye. Pêwendiya êrîşên rêveberiya AKP’ê li ser şaredariyan bi polîtÎkaya qeyûmkariyê heye, lê belê di vê demê de tayînkirina qeyûm li şaredariya Akdenîz a Mersînê pêwendiya xwe bi wê yekê re heye ku dor hatiye Qibrisê. Li gorî xwe tedbîran werdigirin, lê belê nikarin bimînin. Têkiliya bi Qibrisê re li ser Mersînê ye. Dixwazin eniya paş, yanî çeperê xurt bikin. Xwe ji şer re amade dikin, li gorî xwe. Bêguman nikarin çareseriyê biafirînin. Bi vî rengî çareserî nabe.

Ev pêvajo ji bo rêveberên Tirkiyeyê bi vî rengî ket rojevê. Wê rast fêhm bikin an na? Wê nirxandineke rast a têrker bikin an na? Wê polîtîkayeke nerm a ji bo çareseriya pirsgirêkê karibin bimeşînin yan na? Wê hêzên demokratîk karibin pêşengiyê ji pêvajoyê re bikin an na? Em ê di demeke nêz de vê bibînin. Rêber Apo jî di vir de bi înîsiyatîf rabû.

‘PARTIYÊN DIN DIVÊ HÎN BÊHTIR HEVGIRTÎ BIN’

Heyet xwedî tecrûbe ye. Di nava atmosfereke welê ya tevdanê ya hin derdorên bê berpirsyar û hin saziyên çapemeniyê de hewldaneke bi rastî jî bi berpirsyarî meşand. Encam jî eşkere kir. Erênî dibînin, xweşbîn in, lê fikarên xwe jî diyar kirin. Fikarên wan di dema hevdîtinan de jî hatin dîtin. Herî zêde têkildarî AKP’ê ye. Xuya ye cidî nêzîk nabin. Gotinên Tayyîp Erdogan û hin rêveberên AKP’ê jî bi heman rengî ne. Rewşeke gefxwarinê timî heye. Dixwazin atmosfereke welê biafirînin ku ferasta ‘Fatîhê duyemîn ez im, ez di vî şerî de bi ser ketim’. Halbûkî rastî ne bi vî rengî ye. Ev rewş şaş û metirsîdar e. Ji daxuyaniyên heyetê ev yek hate dîtin, ya jî ji nîqaşên heyetê yên piştî hevdîtina bi partiyên siyasî re ev yek hate dîtin: Beriya her tiştî şaş an jî rast, vê yekê rojeva nîqaşê ya Tirkiyeyê diyar kir. Ev erênî bû. Ji ber ku demokratîkbûn û kilîda wê jî pirsgirêka Kurd e. Muxatabê sereke yê pirsgirêka Kurd jî Rêber Apo ye. Lewma ketina Rêber Apo ya li rojeva nîqaşên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd rewşeke asayî ye. Rast nehatiye nîqaşkirin ew mijareke cuda ye, wê cuda dinirxînim. Lê belê nîqaşeke bi vî rengî jî girîng e. Çi bû bi zemîna nîqaşê re? Em ev yek dît, pêvajoyeke bi vî rengî ne cara destpêkê ye, berê jî agirbest hatin ragihandin, Rêber Apo, partiya me pêvajoyên dişibin vê yekê meşandin, hêvî hebû, bêhêvîtî hebû, xera bû em gihîştin vê astê. Yanî rewşeke nû nîne. Lewma em xwedî tecrûbe û danheviyan e. Li gorî demên bihurî gelek derdor, derdorên siyasî, partî nêzî hev in. Hinekî pêvajoyê fêhm dikin, di nava nêrîneke hevpar de ne. Guhertineke tam a mejî yan jî siyasî nîne, lê belê dibêjin ku ev rewş bi vî rengî nameşe, divê bê guhertin. Ev yek baş e, weke ku yekîtî heye. Lê belê hemû weke hev nîne. Di dema hevdîtinan de, dma daxuyanî hate dayin, heyeta AKP’ê got, ‘me sohbet kir’. Ti kesên ku heyetê bi wan re hevdîtin kir ev gotin bi kar neanî. Ji nava AKP’ê hîn jî daxuyaniyên bi zimanê berê, heqaretê û têkbirinê tên. Ti eleqeya xwe bi rastiyê re nîne. Partiyên din hîn bêhtir hevgirtî ne. Nêzîkatiyên CHP’ê hevgirtî bû. Fikar hene ku AKP vê rewşê ji bo hilbijartinê bi kar bbîne. Bi taybetî li nava CHP’ê. Hin partiyên din jî di vê mijarê de gelek bi baldar in. Yekser vê didin pêş. Bêguman mafê wan jî heye. Lê tiştekî welê nîne ku ji bo hilbijartinê weke amûrekê bê bikaranîn. Rewşeke bi vî rengî, çareseriya pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê, li ser vê bingehê guhertinên qanûnî, sererastkirina destûra bingehîn… Guhertineke reformê ji bo Tirkiyeyê nabe ku ji bo hilbijartinê bê bikaranîn. Ji bo serketina di hilbijartinê de ya hinekan ev yek nayê kirin. Ev yek wê nêzîkatiyeke gelekî erzan û ji rêzê be. Ev nêzîkatî deng nade qezençkirin. Bandorê li civakê nake. Berevjî vê yekê wê xezela di vê der barê de bê kirin were dîtin û dengê yên xwedî nêteke bi vî rengî be kêm bike. Fikarên bi vî rengî têne dîtin, lê me ev dît: Derdoreke rantxur heye. Me berê bal kişandibû ser. Vê pêvajoyê ev rastî jî eşkere kir, belê me pê zanî bû, pirsgirêka Kurd bi şerekî hate meşandin. Pirsgirêka 100 salî, şerekî 100 salî qewimî. Kurd dan şerkirin û li ser vê polîtîka meşandin. Sîstema modernîteya kapîtalîst a navneteweyî, dewletên di nav de ne, hêzên siyasî berjewendî jê bi dest xistin. Rantxuriya pirsgirêk û şerê Kurdan kirin. Di nava Tirkiyeyê de jî gelek rantxur hene. Ewqas derdor hene ku ji şer sûdê werdigirin, mîna kêrê tûj diaxivin, dibêjin em ê filan tiştî bikin. Bila keremkin bikin. Çil sal in şer dikin. Yên ku wê dibêjin di vê pêvajoya şer de li ku bûn? Yek rabe lêkolîn bike bê ew ê çi bikin, ji raya giştî re eşkere bikin wê baş be. Weke wezîfeyeke girîng a çapemeniyê mirov dikare vê bibêje. Me ev yek di nava derdora rastgir û neteweperest de jî dît. Ya rast CHP di nava derdora neteweperestiya civakî de gelekî hebû. Gelek derdor hebû ku ji vê pirsgirêkê, ji pirsgirêka Kurd û şer sûd werdigirt. Ji bo Rêber Apo berê gotibûn ‘Prîma Apo’, ‘Prîma PKK’ê. Yanî bi vî rengî berjewendiya madî ji şer werdigirin. Me ev yek di vê pêvajoyê de dît. Nuqteyeke girîng ev bû.

‘CIVAKA KURD JI ALIYÊ HEJMARÊ Û WESFÊ VE XURT E’

Herî dawî dikarim vê bibêjim. Pirsgirêka Kurd hem pirsgirêkeke zehmet e hem jî hêsan e. Çawa hêsan e? Pirsgirêka mejî û siyasetê ye. Pêwendiya xwe bi berjewendiyên madî, polîtîk û aborî re nîne. Pirsgirêka mejî ye. Mejiyê qirker, mêtinger û faşîst. Mejiyê ku Kurdan tine dihesibîne û dixwaze tine bike, polîtîkaya ji ber vî mejî ev pirsgirêk afirand. Eger tu rastiya Kurdan bibîne, mafên gelê Kurd fêhm bike, guhertina mejî bi vî rengî bike, demokratîk bibe tu yê pirsgirêka Kurd yekser çareser bike. Li gorî te, li gorî yekî wê yekser çareser bibe. Pêwîstî pê nîne ku sîstemeke êşkenceyê ya qirker, faşîst a 26 salan a li ser Rêber Apo bê avakirin. Wê pêwîstî bi van gotinan, bi van polîtîkayan nebe. Mejî û polîtîkayeke bi vî rengî wê yekser çareser bike. Mejî û polîtîka ne bi vî rengî be, eger tu gelekî ji 50 milyon mirovî tine bihesibîne û ji bo tinekirina wê hemû derfetên Tirkiyeyê bi kar bîne, êrîş bike, her tiştî ji bo tinekirina Kurdan, ji bo qirkirina gelê Kurd bi kar bîne, pirsgirêkeke zehmet e tu yê nikaribe bi ser bikeve. 100 sal in êrîş dikin, nekarîn bi ser bikevin. Kurd ji aliyê hejmarî û wesfê ve civakeke lawaz nîne. Gelê herî qedîm ê dîrokê ye, ji neolîtîkê tê. Gelê herî kevn ê Mezopotamyayê ye, çanda xwe, nirxên xwe gelekî xurt e. Tu yê çawa vî gelî tine bike? Tu ref bi ref ji Asya Navîn hatiye li ser pişta hespê, di dest de şûr, derdor talan kiriye û li Anatoliyê bi cih bûye. Ev yek bi saya kê bû? Bi saya Kurdan bû. Tu ji Kurdistanê derbas bû û hat, bi piştgiriya Kurdan te karîbû wê encamê bi dest bixe. Eger tu niha rabe şaxê tu li ser jê bike, tu yê bikeve kîjan rewşê? Rewşa heyî ya desthilatdariya Tirkiyeyê bi vî rengî ye. Rewşa desthilatdariya ku dixwaze Kurdan tine bike bi vî rengî ye.

Ne civaka Kurd ji aliyê hejmar û wesfê ve civakeke welê ye ku karibe bê tinekirin, bi fîzîkî bê qirkirin û bi asîmîlasyon û qirkirina çandî bê tinekirin, ne jî dewleta Tirk, civaka Tirkiyeyê di wê astê de ye ku karibin Kurdîtiyê ji bo Tirkan tine bike. Ji ber ku tu li ser pişta Kurdan bûye xwedî hebûnekê. Bi tifaqa bi Kurdan re te Anatolî ji xwe re kiriye welat, li wir bûye netewe. Ya ku tu xwe dispêre ev e. Eger tu Kurdan tine bike tu yê lingê xwe tine bike. Tu yê sparteya xwe tine bike. Hingî tu yê çawa hebe? Lewma Rêber Apo gelek caran got, ‘Kurd bê Tirk, Tirk jî bê Kurd nabe’. Jiyana wan, hebûna wan bi hev re ye. Eger tu vê nebîne, bibêje her kesên li nava sînorên Komara Tirkiyeyê Tirk e, wê bibe Tirk, ez ê her kesî bikim Tirk, ev nabe, hêza te têra vê nake. Tu nikare bi ser bikeve, nikare pirsgirêkan çareser bike. Lewma tu nikare pirsgirêkan bi zora çekê çareser bike, tu nikare pirsgirêka Kurd bi rêbaza qirkirinê çareser bike, tu nikare bi ser bikeve. Bi çi dikarî çareser bike? Bi guhertina mejî, bi şoreşa mejî, bi guhertina polîtîkayê dikare çareser bike. Eger tu hinekî demokratîk bibe, cihêrengiyê bibîne, qebûl bike ku Kurd jî weke Tirkan gelek e, mafên xwe yên demokratîk û jiyaneke azad heye, tu yê di kêliyekê de çareser bike. Jİ ber vê yekê Rêber Apo got, em di nava hefteyekê de çareser bikin. Dibêje çareseriya min qebûl bikin, bila pêşiya vê vekirî be. Çima? Ji ber ku pirsgirêkeke welê ye ku bi guhertina mejî dikare bê çareserkirin. Ji ber vê yekê di nîqaşan de divê mirov polîtîka û mejiyê faşîst, nijadperest, neteweperest ê dewletê rexne bike.
Divê mirov berê nîqaşan bidin wê derê. Ji ber vê jî divê mirov bi nêrîneke azad, demokratîk rexneyê li siyaset û mejiyê qirker bikin û karibin ji holê rakin.

Dewam dike…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Iraqê guhertina di qanûna statuya şexsî de erê kir
Nûçeya Pişt re ‘Dewleta Tirk bi qetilkirina sivîlan rêgezên mafên mirovan binpê dike’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

TJK-E’yê banga parastina Rojava kir

Koordînasyona TJK-E'yê diyar kir ku ji bo Rojhilata Navîn û Sûriyeyê planeke kûreyî tê meşandin…

Ji aliyê Stêrk TV

Hejmara kesên di şewata Amedê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 4’an

Di şewata sîteyekî li navçeya Peyas a Amedê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest…

Ji aliyê Stêrk TV

Ceza li 16 alimên olî hat birîn

Di doza ku bi sedema xutbe û weazên bi Kurdî derbare endamên DÎAYDER'ê hat vekirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Çalakiyên ‘Bila winda werin dîtin, fail werin darizandin’ hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dixwazin bi dek û dolaban kotaya Êzidiyan ji wan bistînin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Fedaiyên keleha berxwedanê ya Girê Cûdî: Abbas, Lorîn û Rawan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çiya çi dibêjin: Ger PKK şer nekiriba, me îro nedikarî aştiyê nîqaş bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?