Hevrê Viyan Soran ji bo protestokirina esaret û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo, 2’yê Sibata 2006’an li serê çiyayên azadiyê agir berda bedena xwe. Viyan bi têkoşîna xwe ya ku di xeta azadiya jinan de pêş xist bû pêşenga tevahî jinên şoreşger û azadîxwaz.
Viyan, sembola azadiya ku wê bi azadkirina Rêber Apo re bê diyarîkirin; ji bo gelê qedîm ê Mezopotamyayê. Viyan, stran û çîroka bêdawî ye ku di her hevokeke wê de pîrozweriyên neqşa ji xaka Kurdistanê li xwe xemilandiye. Evîndara 4 parçe Kurdistanê û ya gelan Viyan.
Sonda tolhildanê ye Viyan; di her peyveke xwe de hemê mûrehkan dilerizîne, can û bersiveke tund e li hember bêdengî, sersarî, tecrîd û îzolasyonkirinê…
Lewma digot Viyan, “Her wiha volkan jî dema teqandina wê were dizane bi çi rengî, li ku derê biteqe, hêrsa xwe bide xuyakirin, cezayen mirovên rûreş (ehrîman) û bêwefa bide.”
Sibata ku bi hemû ewrên xwe yên reş dorpêç kiribû asîman, li hember çalakiya Viyanê qidûmşkestî bû. Qîrînek bi hemû xakê ket û tevayî bawerzîn di nav hêrseke ku bi awirên xwe jî parçe parçe dikir ewrên tarî yên xem û tirsek belav dikir li derdorê.
Û Viyan di nav jiyana herî bilind a çiyayên ku bi Rojê re kêlî bi kêlî ji bo însaniyetê berhem ava dikirin dê biba bersiveke xwedî qudret a tim û daîm bibe al di destên şervan û berxwedêrên fedayiyên Apoyî de û wê gotiba Viyan, “Ez wek zarokek xweza û parçeyek biçûk ji gerdûne dibêjim ku, divê qanûn û pîvanên jiyaneke pîroz pêk bînim, wate bidim jiyana xwe. Ez di wê baweriyê de me ku weke dareke fêkiyê ya ku dem hatiye berhemekê bidim gelê xwe yê êşkişandî, bibim hêviyek ji zarokên dest li hewa û xeyalên fetisandî. Kêm be jî ez dixwazim bibim atomek û bi molekulan azadiya jinên êşkişandîn pêş bixim. Giringtirîn bibim mûmek, di nav mûmên li derdora Girava Îmraliyê de. Êdî dema wê hatiye ku bibim bersivek ji bo dewletên desthilatdar, zilamên zordar û derewîn. Ji bo vê jî şeva 15’ê Sibatê dixim şeva cezakirina wan û mîna volkanekî nefreta hundire dilê xwe diteqînim.”
Viyan dibû ronahî… Dibû qîrîna azadiyê ya ku nayê dîlgirtin. Rêbera tevayî xweşikiyên cîhanê. Ew Rêberê ku li hember tevayî silta û hikûmxwarên xêrnexwaz serî rakir, û serûbinîhev kir nîzama wan a qedapêketî…
Viyan… Nîşaneya sedaqetê ya dilsozî û têkoşîna li hember bêdengiyê… Şervana azadiyê ya ku di xewnên zarokên Kurdistanî de bafirokên ji perên azadiyê diyarî wan dike. Navê xwe diyarî dikir Viyan; navê “Îrade û vînê”.
Îro li Kurdistanê bi sedan zarokên Kurdistanî ku navê Viyan li wan hatine kirin, di nav xemla kenê Viyan û hesreta wê ya bi Rêber Apo re mezin dibin. Ew bi hêviya hembezkirina Rêber Apo ya bi hestên Viyanê jiyaneke birûmet, li ser tevayî kêliyên jiyanê dijîn…
Û mîna gotina Viyan a ji Rêbertî re; “Di dawiyê de silav, hezkirin û hesreta dîtina xwe diyarî We dikim. Rêberê min vê jî ji bîr nekin ku ez pir bêriya we dikim, pir bêriya we dikim…”