Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya têkildarî şehîdan bi vî rengî ye:
“Milîtanên Apoyî yên hêja hevrê Welat, Rûjiyan û Mezra sala 2024’an li herêma Metînayê di êrîşên dijmin de şehîd bûn. Em hevrêyên xwe Welat, Rûjiyan û Mezra bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û car din soza xwe dubare dikin ku xeyalên wan li Kurdistana azad bidin jiyîn.
Hevrêyê me Welat ê evîndarê welatê xwe, di her kêliya jiyana xwe de kêfxweş bû ku weke gerîlayekî azadiyê vegeriya Kurdistanê. Gerîlatî weke dîtina cewherê xwe nirxand û bû xwedî têkoşîneke bêhempa. Hevrêyê me ji roja ewilî ve bi tevlîbûneke fedayiyane çavê xwe da serketinê û ji Bakurê Kurdistanê heta Zagros û Metînayan li gelek qadên têkoşînê şer kir û pêdiviyên milîtaniya Apoyî bi layiqî pêk anî. Hevrêyê me taybetmendiyên hêja yên weke xwezayîtî, sadebûn, dirûstî û dilnizmî di kesayeta xwe de temsîl kir û bû yek ji mînakên milîtaniya Apoyî. Hevrêyê me Welat gelek serketin di jiyana xwe ya gerîlatiyê ya 13 salan de pêk anî. Bi sekna xwe ya di jiyanê de û fedekariya xwe ya di şer de, bû yek ji lehengên gel û bû nemir.
Jina serhildêr a Serhedê hevrê Rûjiyan li hemberî jiyana kapîtalîst a ku koletiya jinê ferz dike, jiyana gerîla weke alternatîf dît û bi hemû heyîna xwe jiyana gerîla hembêz kir. Lûtkeyên çiyayan weke warê azadiyê nirxand. Lewma hevrêya me ti carî nexwest ji çiyayan dûr bikeve û bi ked, fedekarî û xwebexşiya xwe çiya hîn bedewtir kirin û wate pêda qezenckirin. Hevrêya me Rûjiyan di ferqa polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî gelê me de bû û di lêgerînê de bû ku têkoşîna xwe her roj hîn mezintir bike. Berxwedana weke Bêrîtanê û şerkirina weke Zîlanê, kir xwestek û armanca xwe. Ji bo vê yekê hevrêya me bû xwedî hewldaneke bêdawî û weke milîtaneke mînak a partiya me PKK û PAJK’ê cihê xwe di dîroka azadiyê ya gelê me de girt.
Jina bi wêrek a Cizîra Botan hevrêya me Mezra jiyana çiyê û gerîla weke çavkaniya azadiyê dît. Navê Cizîra Botan bi berxwedan û serhildanên xwe derbasî dîroka me ya têkoşînê bûye. Hevrêya me weke endamek azadiyê ya gelê me xwest li çiyayên Kurdistanê ku felsefeya Rêber Apo lê zindî bûye, têbikoşe. Xwest xwe kêlî bi kêlî jinûve biafirîne û çanda xwedawendiyê di kesayeta xwe de temsîl bike. Ev yek weke armancên herî mezin nirxand. Sekna serhildêr a jinên Botanê ya li hemberî dijmin, di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de parast û her kêliya xwe ji bo tolhildana komkujiyên li hemberî gelê me, bi lêhêrbûnê derbas kir. Hevrêya me Mezra bi vê taybetmendiya xwe ji hemû hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêya me Mezra bi kesayeta xwe ya zindî, bi moral, coş û enerjiya xwe herikbar re li her qada têkoşînê rengê xwe hişt û wê her tim di têkoşîna me de bijî.
Hevrêyên me Welat, Rûjiyan û Mezra weke milîtanên bi wêrek ên Mêrdîn, Serhed û Botanê bi têkoşîna xwe gelê me hîn bêhtir nêzî azadiyê kirin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyê me, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad ku hesreta şehîdên me ye, pêk bînin.
Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:
Nasnav: Welat Mîdyad |
Nasnav: Rûjiyan Rûken |
Nasnav: Mezra Botan |
WELAT MÎDYAD
Hevrêyê me Welat ji malbateke welatparêz a eslê xwe ji Mîdyada Mêrdînê ye. Ji ber ku malbata wî koçî Edeneyê kir, hevrêyê me li vir hate dinê. Her çendî ji welatê me Kurdistanê dûr ji dayik bû û mezin bû jî, girêdayî nirxên Kurdîtiyê mezin bû. Hevrêyê me di temenê xwe yê biçûkahiyê de zanî ku malbata wî ji ber zextên dijmin, ji Kurdistanê koç kir. Lewma li hemberî dewleta Tirk a qirker bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêyê me ev hêrsa xwe ji ber pêkanînên li dibistanên ku navenda asmîlasyonê ne, hîn mezintir kir û her roja derbas bûyî hîn zêdetir xwedî li rastiya xwe derket û ji bo parastina cewherê xwe têkoşiya. Ji ber ku malbat û derdora wî welatparêz e, di ferqa şerê azadiyê yê li Kurdistanê bi pêşengiya partiya me PKK’ê tê meşandin de bû. Bi taybetî jî li hemberî gerîlayên azadiyê bû xwedî sempatiyeke mezin. Di heman demê de ji ber ku ji derdora wî ya nêz, tevlîbûnên nava refên gerîla hebûn hezkirina hevrêyê me Welat a ji gerîla re hîn mezintir bû. Hevrêyê me Welat di şexsê hevrêyên me yên li Edeneyê kar û xebat dimeşandin de derfet dît ku partiya me PKK’ê nas bike û ji sekna van hevrêyên me ya di jiyanê de, peywendiyên wan ên bi civakê re û hezkirina gel a kûr bandor bû. Hevrêyê me ji gotinên hevrêyên me hezkirina çiyê û gerîla gihand asteke mezin û xeyal kir ku rojekî beşdarî nava refên gerîla bibe. Di sala 1999’an de Rêber Apo bi komployeke navneteweyî radestî dewleta Tirk hate kirin û li dijî vê yekê gelê me li gelek herêmên cîhanê çalakî lidar xistin, bi çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dora Rêbertî xelekek ji agir çêkirin. Ev yek bû sedem ku di jiyana hevrêyê me Welat de guhertinên bi kok çêbibin. Hevrêyê me fêm kir ku êdî weke berê nikare bijî, weke zarokê gelekî ku Rêbertiya wê girtî ye, jiyaneke ji rêzê qebûl nake. Lewma hevrêyê me dest bi têkoşînê kir û destpêkê di nava xebatên ciwanên welatparêz û şoreşgeriyê de cih girt. Hevrêyê me ji bo ku ruhê serhildanê yê li Kurdistanê bigihîne metropolên Tirkiyeyê, ked da. Ji bo ciwanên Kurd ên mîna wî koçî metropolan kirine, xwe rêxistin bikin û berê xwe bidin refên têkoşînê hewldanekî girîng da. Ji ber serketina xwe ya di nava xebatan de, bala dijmin jî kişand ser xwe. Hevrêyê me sala 2003’yan dîl hate girtin. Hevrêyê me demekê li girtîgehê ma û ev der mîna dibistana şoreşê nirxand. Hevrêyê me derfet dît ku xwe di warê îdeolojîk de kûr bike, sekneke li gorî diyalektîka partiya me PKK’ê raber kir û girtîbûna xwe kir hinceta mezinkirina têkoşîna xwe. Hevrêyê me çawa ji girtîgehê derket, ev fikra xwe xiste pratîkê û di nava xebatên xweparastinê de cih girt. Ji bo di nava gelê me de zanebûna xweparastinê pêş bikeve bû xwedî hewldaneke girîng. Hevrêyê me ji bo gelek xebatên serketî, ked da. Hevrêyê me ji ber van xebatên xwe gelek caran hate binçavkirin û hate girtin. Ev hemû hewldanên dijmin kir hinceta hîn zêdetir têkoşînê. Hevrêyê me heta sala 2011’an gelek caran derfet dît ku were çiyayên Kurdistanê. Ji ber xebatên xwe derfet nedît ku beşdarî nava refên gerîla bibe, lê her tim parçeyek ji dilê xwe li çiyayan hişt.
Hevrêyê me Welat jiyana gerîla û çiyê weke pîroziya herî mezin nirxand û bi coş û kelecan beşdarî jiyanê bû. Bi saya dilê xwe yê dirûst, saf û paqij bandoreke kûr li ser her hevrêyek xwe hişt. Di nava demeke kurt de hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me perwerdeya xwe ya destpêkê li herêma Metînayê wergirt û li Bakurê Kurdistanê di nava şert û mercên şer de avantaja perwerde dîtinê, bi rengekî herî baş nirxand. Hevrêyê me bi perwerdeyên destpêkê yên wergirtî re, xwe di warê leşkerî û îdeolojîk de pêş xist û bi taybetî li ser jiyana çiyê û gerîla lêhêrbûnên kûr kir. Hevrêyê me gerîlatî weke hêviya azadiyê ya gelê me, şêwazekî têkoşînê û felsefeyek jiyanê nirxand. Di her kêliyê de bedewiya bêhempa ya xwezaya Kurdistanê hîs kir. Hevrêyê me bi her nefesa ku standî, tama azadiyê wergirt û ji ber vê yekê xwe pir bi şans dît. Tevî ku ji Kurdistanê dûr ji dayik bû û mezin bû, bi saya cewherê di hundirê xwe de di nava demek kur de bi çiyayan re bû yek. Hevrêyê me bedewiya di zehmetiya fîzîkî ya çiyê de, dît. Lewma her roja derbas bûyî hîn zêdetir ji gerîlatî, çiyayên serhildêr û lêgerîna jiyana azad hez kir. Hevrêyê me Welat di tevlîbûna xwe de fedayîtî esas girt û ji kêliya destpêkê ve bi vê mîsyonê tevgeriya û li ser vî bingehî têkoşîna xwe roj bi roj mezintir kir. Hevrêyê me bi perwerdeyên wergirtî re fêm kir ku fedayîtî di heman demê de cewherê jiyana PKK’ê ye û hewl da pêdiviyên vê yên îdeolojîk, teorîk û pratîk bi cih bîne. Di nava 2 salên li Bakurê Kurdistanê de di nava gelek çalakiyên li dijî dewleta Tirk a dagirker hatin kirin de cih girt. Hevrêyê me wezîfeyên şoreşgeriyê bi rengekî herî baş bi cih anî û di vê pêvajoyê de di asta taktîkên şer ên gerîla de tecrubeyên girîng bi dest xist.
Piştre hevrêyê me Welat derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û tecrubeyên xwe yên li Bakurê Kurdistanê bi dest xistî, li vir bi hevrêyên xwe re parve kir. Bi vî rengî tevkarî li pêşketina hevrêyên xwe kir û wezîfeyên xwe yên hevrêtiyê bi cih anî. Hevrêyê me Welat ji bo xwe perwerdekirinê jî xwe nedida paş û bi taybetî li ser hunera şerê gerîla hîn bêhtir kûr bû û xwest wezîfe û berpirsyariyên pêvajoya şerê dijwar bi cih bîne. Di vî warî de hevrêyê me bi dirûstiya xwe derket pêş û bawerî da hemû hevrêyên xwe. Lewma her çendî xwestibe biçe qadên ku şer lê dijwar e jî, di nava hin xebatên stratejîk de hate erkdarkirin. Di pêvajoyê de ji tecrubeyên rêxistinî, îdeolojîk û leşkerî yên hevrêyên xwe sûd wergirt û pêşketinên girîng afirand. Hevrêyê me rastiya partiya me PKK’ê û Rêber Apo hîn bêhtir fêm kir û bi tevlîbûn, israra xwe ya di fedekariyê de û hevrêtiya xwe ya xurt bû milîtanekî Apoyî yê mînak.
Hevrêyê me Welat ji bo bigihîje armanca xwe berê xwe da Zagrosan. Hevreyê me yê ku ji çiyayên bi heybet ên Zagrosan hêz girt, hêrsa dilê xwe ya ku li dijî dijmin mezin dikir ji bo veguherîne çalakiyê bêsebir bû. Di gelek çalakiyên li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk de cih girt û peywirên xwe yên serdemê bi awayekî herî baş pêk anî. Bi wêrekî û fedakariya xwe derket pêş. Hevrêyê me yê ku li Zagrosan demek dirêj gerîlatî kir, di vê pêvajoyê de tecrubeyên xwe yên leşkerî zêde kir û têkoşîna xwe mezintir kir. Bi taybet ked û hewldana ku ji bo taktîkên nû yên gerîlayê serdemê bikevin meriyetê, li her qadê îspat kir ku gerîla têk naçe.
Ji ber êrîşên dijmin di sala 2021’an de li herêma Metîna zêdetir bûn, hevrê Welat derbasî vê herêmê bû û tempoya xwe ya têkoşînê bilindtir kir û bû xwedî tevlîbûnek fedaî. Hevreyê me yê ku li hember êrîşên dijmin li gelek cihên Metîna bi awayek çalak li berxwe da, bi taybetî bi hevrêtiya xwe ya xurt û enerjiya xwe ya bêdawî ji hemû hevalên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê. Hevreyê me yê ku li gelek cihên Metîna hem xebatên binesaziyê hem jî gelek xebatên cûda meşand, peywîrên xwe yên Apogeriyê bi awayekî herî sade û pispor bi cih anî. Di her xebatê de xwedî roleke pêşxistinê bû. Hevreyê me yê ku hemû zehmetî û dijwariyên ku rastî dihat bi sebir û îradeyeke mezin derbas dikir, bi azwerî û sekna xwe hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Dixwest di her kêliyê de bi hevrêyên xwe re jiyan bike. Hevrê Welat ê ku heta 29’ê Tebaxê 2024’an roja ku nefesa xwe ya dawî da bi xeta me ya PKK’ê re girêdayî ma. Bi gihîştina şehadetê bi hesreta xwe ya gihîştina axa Kurdistanê re bû yek û bû navê heqîqetê. Wek hevrêyên wî em ê hezkirina hevrê Welat a gel û welatê me ji xwe re mînak bigirin û em soza pêkanîna xeyalên wî didin. Di şexsê wî de hemû şehîdên xwe bi minet û hesret bibîr tînin.
RÛJIYAN RÛKEN
Hevrêya me Rûjiyan li bajarê Qersê ya Serhedê weke endamek a eşîra Kesko di nava malbateke welatparêz de jidayik bû. Hevrêya me ku li gorî kevneşopî û çanda welatparêziyê mezin bû, di pêvajoya ku têkoşîna me li herêma Serhedê pêş diket de partiya me PKK nas kir. Hevrêya me ku bi taybetî ji têkoşîna gerîla pir bandor bû, gerîla mîna qehremanê zaroktiya xwe pênase kir. Hevrêya me Rûjiyan ku lêgerînên wê yên li ser jiyanê di ciwantiyê de destpê kirin, bi taybetî li hemberî statûya civakî ya ku ji hêla sîstema desthilatdar a mêr ve ji bo jinan hatiye diyarkirin nerazîbûn nîşan da û vê sîstemê qebûl nekir. Her wiha hevrêya me ya bû şahid ku sîstema kapîtalîst mirov ji xweza, civakbûn û ji nirxên mirovbûnê qut dike, bêwatebûna jiyaneke bi vî rengî red kir. Hevrêya me ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike xebitî û kedek mezin raber kir. Di vê pêvajoyê de li ser nakokiya di navbera ked û sermayê de lêhûrbûnên wê çêbû û gihîşt wê encamê ku di nava şert û mercên sîstemê de jiyaneke adîl û azad ne pêkan e. Hevrêya me ya ku lêgerîna wê her çû bi hêztir bû, meraqa wê li hember jiyana gerîla ya azad di nava xwezayê de pêş ket. Dîsa zextên dijmin ên ku roj bi roj li ser gelê me zêde dibin û rastiya ku gelê me bi qetlîaman re rû bi rû ye, hişt ku hevrêya me Rûjiyan lêgerîna xwe veguherîne têkoşînê. Hevrêya me ji ber lêgerîna xwe ya jiyana azad xwest weke jineke ciwan a Kurd bersiv bide êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me. Li ser vê bingehê hevrêya me ji bo pêkanîna armancên xwe di sala 2013’yan de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Rûjiyan a ku cara ewil gerîla li Amedê dît, perwerdehiya xwe ya pêşî ji hevrêyên xwe yên vir wergirt. Hevrêya me ku tevlîbûna wê bi giranî li ser esasê hestiyariyê bû, di demeke kurt de ket ferqa vê yekê û ji bo ku tevlîbûneke bi zanabûn pêk bîne, ket nava hewldanê. Hevrêya me Rûjiyan a ku demekê li Amedê têkoşiya û tecrûbeyeke girîng a leşkerî bi dest xist, piştre ji bo li dijî komên çete yên êrîşî destketiyên gelê me kirin şer bike, berê xwe da qadên cuda yên têkoşînê. Hevrêya me ku demekê bi gelê me re têkoşîna xwe meşand, tevî ku di çalakiyên ku gelek caran tê de cih girt de birîndar bû jî, xîret û biryardariya xwe parast û ev yek kir sedema mezinkirina têkoşîna xwe. Hevrêya me Rûjiyan a ku bi wêrekî û fedekariya xwe ya di şer de hurmeta gel û hevrêyên xwe bi dest xist, piştre careke din berê xwe da çiyayên azad.
Hevrêya me Rûjiyan heyrana heybeta çiyayên Kurdistanê bû, li vir dema di şiverêyan de dimeşiya, li ber zinaran bêhna xwe dida û ji kaniyan av vedixwar, hevrêyên xwe yên ku beriya niha li vir şer kirine û şehîd bûne bibîr dianî û ji bo têkoşîna wan bi serketinê tacîdar bike soza xwe dubare dikir. Hevrêya me ku ne xerîbê jiyana çiyê bû, her tim xwe perwerde kir ku xwe di taktîkên şerê gerîla de kûr bike. Hevrêya me ji bo tevlîbûna xwe ya li ser esasê hestiyarî veguherîne tevlîbûnek bi zanabûn parêznameyên Rêbertî xwend, bi hevrêyên xwe re nîqaşên girîng kir û ji bo ku encamên bi dest xistiye di kesayeta xwe de bide rûnişkandin, kedek mezin raber kiriye. Hevrêya me bi taybetî li ser felsefeya azadiya jinê kûrbûn, ji bo xwe kir armanca sereke. Di çarçoveya van lêhûrbûnan de hewl da xwe ji bandorên kevneşopiyên sîstemê rizgar bike. Hevrêya me ya ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a mêtinger ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava berxwedanê de cih girt, bi ked û fedekariya xwe li vir derket pêş. Piştre hevrêya me di çarçoveya berxwedana dîrokî ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hat pêşxistin de li gelek herêman têkoşîn meşand û di têkbirina çeteyan de bû xwedî kedeke mezin. Hevrêya me di wê zanabûnê de bû ku bi her darbeyeke li çeteyan dixist ew tola jinên hatine qetilkirin, îstîsmarkirin û li bazaran hatine firotin, radike. Li ser vê bingehê bi tevlîbûna xwe ya çalak a li vê pêvajoyê re, hurmeta hemû hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêya me Rûjiyan ku di şerê li dijî çeteyan de wezîfeyên xwe bi serketî bi cih anî, piştre careke din berê xwe da çiyayên azad ku xwe aîdê wir didît.
Hevrêya me ku dixwest xwe di taktîk û şêwaza şerê gerîla yê dema nû de perwerde bike, li ser vê bingehê piştî perwerdeya îdeolojîk û leşkerî berê xwe da herêma Metîna ku êrîşên dewleta Tirk a mêtinger lê dijwar e. Hevrêya me li vir li gelek qadan têkoşîn meşand, bi taybetmendiya xwe ya kedkar û fedekar derket pêş. Hevrêya me ku cihê xwe di gelek xebatên giran de girt û bi awayekî serketî bi cih anî, ji bo di jiyan û şer de nûnertiya pêşengiyê ya YJA Starê bike, kedek mezin raber kir. Hevrê Rûjiyan ku yek ji wan hevrêyên me bû ku pêşî bersiv da êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî herêma Metîna, di têkbirina êrîşên dagirkeriyê de roleke mezin lîst. Şehadet û berxwedana hin hevrêyên wê yên pê re têkoşîn meşand, bû wesîle ku biryardarî û têkoşîna hevrêya me Rûjiyan xurtir bibe. Hevrêya me Rûjiyan a ku di xeta şehîd Bêrîtan û Zîlan de têkoşîn esas digirt, bi têkoşîn û şehadeta xwe vê armancê bi ser xist. Em weke hevrêyên wê soz didin ku em ê erkên şoreşê yên ku hevrêya me Rûjiyan dewrî me kiriye, teqez bigihînin serketinê.
MEZRA BOTAN
Gelê me yê Cizîra Botanê di dîroka me ya têkoşînê de bi serhildan û ruhê xwe yê berxwedanê yê li dijî dijmin binavûdeng e. Bi hezaran milîtan xwedî kirin û ew şandin nav têkoşîna rizgariya gelê me. Gelê me yê Cizîra Botanê ji ber vê yekê her tim bûye hedefa dijmin lê belê tu carî dev ji doza azadiyê berneda û li dijî hemû êrîşan li ber xwe da. Hevrêya me Mezra jî wek endamekê eşîra qedîm Batiyê, di nav malbateke welatparêz de li Cizîra Botanê hat dinyayê. Malbata hevrêya me girêdayî kevneşopiya Kurdayetiyê bû, lewma hevrêya me jî di nav vê kevneşopiyê de mezin bû û wek hemû zarokên li Kurdistanê mezin dibin, di demek zû de têkoşîna me nas kir. Di serî de gelê me yê Botanê, sekna welatparêziya gelê me yê ku têkoşîna me ya rizgariyê nas kiriye bandoreke mezin li ser hevrêya me Mezrayê çêdike û hevrêya me bi taybet li ser têkoşîna Şehîd Bêrîvan (Binevş Egal) dibe xwedî hişmendiyekê. Hevrêya me her ku guhdariya serboriyên qehremaniya Şehîd Bêrîvan kir eleqeya wê ya ji bo têkoşînê zêdetir bû û her tim xelaya rojên tevlîbûna nav refên gerîlayan kir. Hevrêya me wekî hemû zarokên Kurd heqîqeta dijminî ji zext, zilim û qetlîamên wî dizanî. Têkoşîna gerîlayan a ku bi fedakarî û dilsoziyeke xurt dihat meşandin bandoreke kûr li ser hevrêya me kir. Hevrêya me di wê baweriyê de bû ku encax bi tevlîbûna nav refên gerîlayan dikare bibe bersiva hêviyên rizgariyê yên gelê xwe û li ser vê esasê di sala 2014’an de berê xwe da çiyayê pîroz Cûdî û tevlî nav refên gerîlayan bû.
Hevrêya me Mezra demekê li herêma Cûdî dimîne û têkiliyên hevrêtiyê yên gerîlayan ku xwe dispêrin rêgezên azadiyê yên Apoyî bandoreke mezin li ser hevrêya me dikin. Dema ku cudahiya di navbera jiyana gerîla û çiya û jiyana pergalê de ferq kir, hevrêya me tevlîbûneke bi kelecan û coştir nîşan da û bi enerjiya xwe ya bilind ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya moral û kêfxweşiyê. Hevrêya me da ku di asta akademiyê de jî xwe pêş bixe, ji bo perwerdehiyê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe û li vir bi dîsîplîn û cidiyeteke mezin nêzî perwerdehiyên xwe bû. Hevrêya me bi perwerdehiyên îdeolojîk, heqîqeta xwe û gelê xwe baştir nas kir û bi vî awayî di kesayeta xwe de guhertinên girîng pêk anîn.
Hevrêya me bi taybet eleqeyeke mezin nîşanî têkoşîna azadiya jinan da û roj bi roj nêzîkî jiyana azad bû. Hevrêya me dizanî ku azadî pêvajoyeke têkoşînê ye û divê xwe bigihîne vê armancê, lewma ji bo vê yekê her tim di nav lêhûrbûneke kûr de bû. Hevrêya me di heman demê de xwe di warê leşkerî de jî pêş xist û bû gerîlayeke YJA Starê ya xwedî tecrube. Ji bilî sekna xwe ya fedayiyane ya di pêvajoya perwerdehiyê de, bi nêzîkatiya xwe ya jidil û rast a di têkiliyên xwe yên hevrêtiyê de jî hemû hevrêyên wê jê re rêz digirt. Hevrêya me Mezrayê wek gerîlayeke YJA Starê, xwe ji bo qadên dijwar ên têkoşînê amade kir û bi biryardarî û îdîaya xwe ji bo hemû hevalên xwe bû mînak.
Hevrêya me Mezra, li dijî hewldanên dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê yên dewleta Tirk a ku li li dijî gelê me êrîşên xwe yên qirkirinê roj bi roj zêde dike, derbasî çiyayên Zagrosê bû û li vir têkoşîneke demdirêj meşand. Hevrêya me beşdarî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû û hêrsa xwe ya bi salan di dilê xwe de kom kirî, derbasî pratîka xwe kir. Hevrêya me di her derbê de tola qetlîmanên ku li Cizîr, Sûr, Nisêbîn û gelek qadên din li dijî gelê me hatine kirin, ji dijmin digirt. Hevrêya me bi qasî wêrekiya xwe ya di şer de, bi hezkirina hevrêyên xwe jî derket pêş û milîtaniya PKK’yî ya ku bi ked, fedakarî, têkoşîn û dilsoziyê hatiye hûnandin di kesayeta xwe de nîşan da. Lewma bi qasî ku di şer de, bi sekna xwe ya di jiyanê de jî bû milîtanek PKK-PJAK’ê.
Hevrêya me Mezrayê baş dizanî ku erka wê ya sereke mîsogerkirina azadiya gelê me ye û dikare vê yekê encax bi mezinkirina têkoşînê pêk bîne, lewma her tim di nav lêgerînekê de bû. Hevrêya me xwe di taktîkên serdema nû yên şerê gerîlatiyê û asta îdeolojîk de pêş xist. Ji ber ku hevrêya me dizanî ku dikare erkên xwe bi vî awayî bi cih bîne, lewma xwe her tim perwerde kir û berê xwe da xebatên pratîkî. Hevrêya me Mezrayê xwest ku derbasî qadên ku şer lê dijware bibe û erka xwe ya milîtaniyê bi cih bîne. Lewma xwest beşdariyeke layiqî berpirsiyariya dîrokî ya YJA Starê nîşan bide.
Hevrêya me Mezra li ser vê esasê bi israr xwest derbasî herêma Metînayê bibe ku şer lê dijwar e û li vir li gelek qadan têkoşîna xwe meşand. Hevrêya me li dijî êrîşên dagirkeriyê yên ku dewleta Tirk ji sala 2021’ê ve bi hemû derfetên xwe li ser gelê me û Tevgera me pêk tîne, li hemû qadan têkoşîna xwe mezin kir û bi beşdariya xwe ya çalak kedeke mezin da çalakiyên bibandor. Di serî de qada berxwedanê ya Colemêrgê ku lê berxwedaneke destanî tê dayîn, li hemû qadên Metînayê têkoşiya û hevrêyên wê ji ber vê keda wê rêzeke mezin nîşanî hevrêya me Mezra dan. Şehadetên ku di pêvajoya şerê dijwar de pêk hatin hêzeke mezin da hevrêya me Mezrayê û di her derba xwe de tola hevrêyên xwe ji dijmin distand. Hevrêya me di pêşxistina berxwedana destanî ya sala 2024’an de bû xwedî kedeke mezin û di vê pêvajoyê de di gelek çalakiyên bibandor û serkeftî yên li dijî dijminî de bi cesaret û pisporiya xwe ya di taktîkên şer ên serdema nû de derket pêş. Hevrêya me Mezra di 4’ê Tîrmeha 2024’an de di encama êrîşeke dijmin de gihişt şehadetê û heta nefesa xwe ya dawî jî girêdayî nirxên azadiyê ma û têkoşîna xwe di asta herî bilind de bi dawî kir. Em wek hevrêyên hevrê Mezra ku bi duristî, dilsozî û beşdariya xwe ya bêdudilî ya di têkoşîna azadiyê de, bûye milîtanek Apoyî dubare soz didin ku di şexsê hevrêya xwe de em ê bibin layiqê hemû şehîdên xwe û erkên ku hevrêya me ji me re hiştine bi cih bînin.”