Çarşem, 3 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bi girseyî serdana şîna şehîd Serhat Korkmaz hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tedawiya rojnamevan Huseyîn Aykol berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî pêvajoyê: Em xwedî heman îradeya sala 2005’an e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Profesor Sumantra Bose ji bo nirxandina ‘kêliya hêviyê’ bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Ev pêvajo pêvajoyeke avakirinê ya bi hevgirtineke berfireh a civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di bîranîna Ozgur Ulkeyê de banga ji bo ‘heqîqet’ û ‘aştiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hêzên Îranê jineke Kurd binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Çavdêriya Darayî li Herêma Kurdistanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ’ê şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Loqman Hesen: Birêz Ocalan muxatabê aştiyê û nûnerê meseleya Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPJ û Navenda Metro êrişa hêzên PDK’ê ya li hemberî rojnamevanan şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ: Em şehîdên fedayî yên têkoşîna 2022’yan bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Komunên jinên Kurd li Elmanyayê kampa sê rojan li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Suryan: Jin wê mîrateya me ya çandî bigihînin paşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevrêya timî ava dike, diafirîne: Şîlan Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê meşa li dijî tundiya li ser jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên Îranê yên li ser jinên girtî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Rêber Ocalan nûnerê çareseriya siyasî ya Rojhilata Navîn e’
Rojava

‘Rêber Ocalan nûnerê çareseriya siyasî ya Rojhilata Navîn e’

Endama koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Hisên anî ziman ku Rêber Apo sembola çareseriya siyasî ya li Rojhilata Navîn e û diyar kir ku ev yek bû sedem ku deriyên Îmralî ji bo diyalogê vebe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Sibat 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Nêrînên Rêber Apo li ser pêşeroj û guhertinê gelek girîng in. Rêber Apo li dijî her awayê zilmê sekinî û deriyê azadiyê ji bo jinê vekir û ji her kesê re vegot ku azadiya jinê ji bo avakirina civakeke wekhev û bi rûmet girîng e. Ji ber sekna Rêber Apo ya li dijî zilmê, komploya navneteweyî li dijî wî hate kirin.

Têkildarî Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li hember Rêber Apo hatî ferzkirin û rola Rêber Apo ya di guhertina pêvajoyê de, Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên ji ANF’ê re axivî.

 

Jîyan Hisên di despêka axaftina xwe de anî ziman ku fikira Rêber Apo bandoreke mezin li ser jinê kir û wiha got, ”Jina kurd ji dîrokê ve bi dîroka xwe ya şoreşgerî û bi rêvebirina xwe tê naskirin. Ji bo wê jî di Şoreşa Rojava de roleke jinê pir li pêş heye, li ser wê esasê ev şoreş bi ‘Şoreşa Jinê’ hate naskirin. Ji her pêkhateya civakê jinan di vê şoreşê de cihê xwe girt. Ji ber ku fikira Rêber Abdullah Ocalan ji jinan re pêşkêş kiriye, ne tenê ji bo jinên Kurd in, ji bo hemû jinên Ereb, Turkmen, Çerkes, Ermen, Suryan, Aşûr û hwd e.”

Jiyan Hisên diyar kir ku Rêber Apo bi gotina ‘jin bingeha hebûnê ye û bi hebûna jin wê civakeke wekhev û demokratîk ava bibe’, civak ber bi guhertinek mezin ve bir û destnîşan kir ku Rêber Apo hêz û derfet di her beşê de li pêşiya jinan vekir.

‘PKK NE TENÊ PARTIYEK E, DI HEMAN DEMÊ DE DIBISTANA DEMOKRASIYÊ YE’

Jiyan bal kişand ser girîngîya tevlîbûna jinan a di nav refên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) de û ev tişt got, ”Tevlîbûna jinan a di nav refên Partiya Karkerên Kurdistan de girîng e. Şehîd Sakîne Cansiz (Sara) di nava refên PKK’ê de, xwedî roleke girîng bû. Şehîd Sara ji despêka damezrandina PKK’ê ve weke semboleke ji bo jinên têkoşer tê naskirin ku ji bo hemû jinan pêşengtiya tevlîbûna nav refên PKK’ê kir. PKK ne tenê partiyek e, PKK dibistana fêrkirina demokrasî û wekheviyê jî ye.

Jina kurd her tim û taybet di nav Partiyên Karkerên Kurdistan de ji bo pêşketina tevgera şoreşgerî bingehek e. Her wiha cara yekem di dîrokê de di nav Partîyên Karkerên Kurdistan de artêşeke taybet ji bo jinê hate avakirin. Jinên di nav partiyê de li hember dewletên hegemon, teknîk û çekên pêşketî şer dikin. Van jinan îspat kir ku PKK ne tenê hêzeke têkûşîn û şoreşgertiyê ye, PKK dikare pêşerojan biguhere û parastina civaka xwe bike.” 

‘BANDORA FIKIR RÊBER OCALAN, SÎSTEMA XWESER LI ROJAVA AVA KIR’

Jîyan Hisên anî ziman ku eger bandora jin di nav PKK’ê de nebûya, îro li Rojava jin bi vê awayî pêş nediket û dewam kir, ”Îro bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan li Rojavayê Kurdistanê sîstema xweser a jinê hate pêşxistin, da ku di hundirê wê sîstemê de jin parastina mafê xwe bike. Li ser wê esasê zagon, sazî û rêxistinên jinan hatin avakirin, ev bi demê re bi awayeke rêk û pêk bi pêşketin û li gorî zagonên jin berfirehtir bûn.

Rêber Abdullah Ocalan di fikrên xwe de gelek xalên girîng pêşkêş kir ku bûn sedema guhertina civakê û siyasetê derbarê jinê de. Yek ji wan xalên herî girîng ‘Jineolojî’, ango Zanista Jinê ye ku îro bûye zanisteke cîhanî li gelek welatan tê xwendin û lêkolînkirin.”

Jiyan Hisên li ser komploya navdewletî ya li hember Rêber Apo, wiha got: ”Bi armanca tasfiyekirina PKK’ê û qirkirina gelê Kurd, dewletên hegemon bi destê Tirkiyeyê li dijî Rêber Abdullah Ocalan komplo dan meşandin. Her wiha ev 26 sal in tecrîd li ser Rêber Apo tê meşandin, dewleta Tirk bi rêya vê tecrîdê xwest astengiyan derxîne û gel ji Rêber Apo qut bike. Lê li dijî vê yekê Rêber Apo berxwedaneke bêhempa raber kir. Îro bi milyonan kes li dora Rêber Abdullah Ocalan kom dibin.”

Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên destnîşan kir ku Rêber Apo temsîla çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn dike û got, ”Êdî cîhan jî ketiye wê ferqê ku Rêber Abdullah Ocalan temsîla çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn dike. Ev jî yek ji wan sedeman e ku deriyên Îmralî li ber diyalogan bê vekirin. Em weke jinên Rojavayê Kurdistanê, xebata xwe bi armanca têkbirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin û heta azadiya fîzîkî ya wî mîsoger dibe, em ê nesekinin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Berxwedêrên Tişrînê: Em ê Bendava xwe biparêzin
Nûçeya Pişt re Ji QSD’ê bîlançoya 24 saetan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xelkê Efrîn û Şehbayê li dijî êrişan meşiya

Şêniyên Şehba û Efrînê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan û êriş…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 6’Ê ADARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kobanê êriş li ser wesayitekê hate kirin

Li başûrê bajarokê Kobanê êriş li wesayitekê hate kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêziknameya xwe erê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Dewreya perwerdeyê ya 250 şervanên QSD’ê bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Şedadê cenazeyê şehîd Ziweyid bi merasîmeke girseyî hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rêya Tebqa-Esreyayê piştî du mehan jinûve li trafîkê hate vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?