Yekşem, 7 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Shirin Ebadi: Azadiya Abdullah Ocalan mercê esasî yê pêvajoyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ên ji bo konferansê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Norman Paech: Divê Abdullah Ocalan bê berdan!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîroknasê Misrî Mercûne: Banga aştiyê ya Rêber Apo ji bo Rojhilata Navîn dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dubbins: Em ê banga xwe ya ji bo azadiya Ocalan bênavber dewam bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin: Divê pêvajo civakî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mazlûm Heftan: Hevala Aryen fermandara şerê serdemê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê fermandar Feraşîn Bêrîtan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêya Silêmanî-Kerkûkê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Protestoyên navçeya Xebatê dîsa destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêber Apo dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên li ser Elewî, Durzî û Xiristiyanan li Rihayê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    14’emîn Konferana Meclîsa Îştar bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî: Şerê li Îranê bi dawî nebûye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Meclîsa Îştar di roja 2’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Dersimê li dijî fuhûş û torên hişbirê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji girtiyên jin re her tişt ‘qedexe ye’: Heya mûcing jî tê desteserkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tora 8’ê Adarê: Di 11 mehên dawî de 53 jin li Başûr hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emanetgirê antîka yê Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK: Wan Kurdistan e, berxwedan berxwedana azadiya Kurdistanê ye
Jin

KJK: Wan Kurdistan e, berxwedan berxwedana azadiya Kurdistanê ye

KJK’ê got, “Divê em qeyûma li şaredariya Wanê hatî tayînkirin weke êrîşa hêzên dijberî çareseriyê bibînin û li hemû Kurdistanê ji bo azadiyê dest bi berxwedanê bikin. Wan Kurdistan e, berxwedan berxwedana azadiya Kurdistanê ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Sibat 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî ye:

“Em salvegera 26’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêber Apo, bi hêrseke mezin pêşwazî dikin û soz didin ku bi berxwedanê komployê pûç bikin. Em komplogeran jî şermezar dikin. Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ew roj e ku li ser gelê Kurd biryara qirkirinê hatiye dayîn û 26 salan di nava xefika qirkirinê de hatiye hiştin, ew roj e ku mehkûmî tarîtiya herî nemerd a dîrokê hatiye kirin. Ew roj rastî dîroka dîlgirtina Şêx Seîd anîn, Rêbertiya me teslîmî Tirkiyeyê hate kirin. Ew roj dewama siyaseta qirkirinê ya tunekirin û îmhakirina pêşengên gelê Kurd û gelê Kurd bû, dewama statuya mêtingeriya navneteweyî ya sedsalî ya li ser bingehê peymana Lozanê bû. Gelê Kurd ê bi wêrek, ciwanên Kurd ên qehreman, jinên Kurd ên fedayî, dost û hevrêyên şoreşger û enternasyonalîst bi şîara ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ li dijî komploya 15’ê Sibatê serhildan dan destpêkirin û berxwedana wan a lehengane ya 26 salan, nehişt ku komploger bigihijin armanca xwe.

Lê belê, yê ku nehiştî biryara qirkirin û komployê bigihije encamê, yê komplo pûç kirî, Kurd ji sîstema ‘Xefika Qirkirina Kurd’ rizgar kirîn û felsefeya ‘Bijî-Bide Jiyîn’ pêşkêşî gelan kirî, Serok Apo ye. Serok Apo ji bo vê yekê paradîgmayeke guhertinê ya mezin pêk aniye, yekîtiya wekhev û azad a her kesê pêk aniye û gelek caran pêvajoya Aştî û Çareseriyê pêş xistiye, rejîma qirkirinê têk biriye. Rêber Apo di nava tarîtiyeke bêeman û nemerd de ji bo gelê me mîna rokê jinûve ji dayik bûye. Ev rok wê qet neyê tarîkirin, ev rok wê weke çavkaniya jiyana bêdawî ya gelan, jinan û ciwanan li ser vê xakê ji dayik bibe.

EM LI HER DERÊ BERXWEDANÊ BILIND BIKIN

Li ser vî bingehî Serok Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêvajoyeke diyalogê ya nû pêş xistiye û pêşniyarên xwe yên ji bo çareseriyê pêşkêşî hemû aliyan kiriye. Kefenê ku weke dîrokî li Kurdan hatî pêçan, hatiye parçekirin û li Rojhilata Navîn li ser esasê azadiya Kurdan jeostratejiyeke nû derxistiye holê. Serok Apo li dijî komplogerên ku di qirkirinê de israr dikin, jiyana wekhev û azad a gelan daniye holê û hêviyeke mezin afirandiye.

Lê belê hikûmeta AKP’ê di rewşa heyî de nîşan da ku ji bo qirkirina gelê Kurd bi biryar e. Vê bi qeyûman, êrîşên dagirkirina Rojava, sûîkast û girtinan nîşan da. Di qonaxa niha de dijmintiya AKP’ê ya li Kurdan bûye dijmintiya Tirkiyeyê. Êrîşa ku hat kirin û qeyûma ku 15’ê Sibatê li şaredariya Wanê hate danîn nîşan dide ku wê rejîma qirkirina gelê Kurd bi çavsorî li hemberî gelê Kurd pêk bîne û komploya 15’ê Sibatê bidomîne. Ya herî girîng jî Erdogan qeyûm avêtiye pêşeroja Tirkiyeyê jî. Darbe li siyaseta Tirkiyê ya pêşerojê kiriye. Ji hemû rayagiştî re bangawaziya me ye; siyaseta tunekirina Kurdan wê Tirkiyeyê jî tune bike, ji bilî vê ti encameke din jê dernakeve. Pêşerojeke birûmet û azad encex bi jiyana Kurdan a birûmet, azad û wekhev pêkan e. Divê her kes vê bibîne û li dijî rûxandina ku Erdogan ferz dike derkeve. Ji bo pêşeroja gelên me yê hevpar û aştî li van erdan çêbibe roj roja têkoşîna demokrasiyê gihandina lûtkeyê ye. Ji bo hêviya aşitî û li hevhatinê careke din vala neçe, divê hemû aliyên sosyalîst, jin û ciwan bi awayek çalak û bandor têkoşîna demokrasiyê bilind bikin.

Banga me li gelê me yê berxwedêr, jinên wêrek û ciwanên qehreman e; dîrokê hûn wek netewa azadiyê ya serdemê diyar kir. We derfeta azadiyê bi xwîn, can, ked û delaliya xwe afirand. Êdî em ketine wê demê ku welatê xwe bi serkeftina azadiyê tacîdar bikin. Divê em qeyûmê li ser şaredariya Wanê hatiye tayînkirin wek êrîşa hêzên li dijî çareseriyê bibînin û li hemû Kurdistanê derbasî berxwedana azadiyê bibin. Wan Kurdistan e, berxwedan berxwedana azadiya Kurdistanê, berxwedan israra xeta çareseriyê û têkçûna dijberên aşitiyê ye. Bi qeyûmê îro tayînî şaredariya Wanê hatiye kirin ne tenê derbe li vîna gelê Kurd hate xistin; ev darbe planeke nû ya komplo û qirkirinê ya li dijî pêvajoyê ye. Em li ser vê bingehê bang li her kesî dikin ku li her derê berxwedanê mezin bikin û li dijî qirkirin, dagirkerî û koletiyê azadiyê mîsoger bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gerdûn li qada Higgsê ava bû
Nûçeya Pişt re Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komploya navneteweyî hat protestokirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê şervanê QSD’ê Salih El Şêx hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Salih Omer El Şêx li Til Temirê bi merasîmekê hate veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

KBDH: Em Şoreşa Jinan biparêzin

Konseya Giştî ya KBDH’ê, ji bo îsal bibe sala mezinbûna destkeftiyên Şoreşa Rojava, têkçûna dagirkeran…

Ji aliyê Stêrk TV

Pêşangeha ‘Gotina dawî ya dayika min’ a Hogir Ar li Kolnê ye

Pêşangeha 'Gotina dawî ya dayika min' a hunermend Hogir Ar li Kolnê tê nîşandan.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Encamnameya Konferansa Meclîsa Îştar: Civaka demokratîk wê bi pêşengiya jina azad bê avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

14’emîn Konferana Meclîsa Îştar bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Nêrgiz Mihemedî: Şerê li Îranê bi dawî nebûye!

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Konferansa Meclîsa Îştar di roja 2’yan de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?