În, 14 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Qanûna çarçoveyê girîng e lê belê bi tena serê xwe pirsgirêka Kurd çareser nake’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lamî Ozgen: Divê kedkar hiqûqa hevpar û pêşeroja hevpar biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê: Hat piştrastkirin ku wê pêvajo bi biryardarî berdewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Heyeta DEM Partiyê ya bi Erdogan re bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Burdurê yên jehrkirî bûne nabin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Em ê li pey şopa Heval Egîd bimeşin û meşa xwe heqîqetê bidomînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kurdistanê ziwabûn û bandora wê ya li ser civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xanesorê şehîdên Tilizêr û Siba Şêx Xidir hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêngava 15’ê Tebaxê vejîna gelê Kurd e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê hişyarî da sîxuran: Nebin hevkarên dijmin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Tişrînê hêza fermandariyê ya Rêber Efrîn
Rojava

Li Tişrînê hêza fermandariyê ya Rêber Efrîn

Rêber Efrîn ji fermandarekî wêdetir ji şervanan re bûye nîşaneyek. Şervanên li Tişrînê li ber xwe didin, bi bawerî û hurmeta jê re, di nava şert û mercên zehmet de motîve bûne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Sibat 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Ez çûm eniyên şervanên QSD’ê yên li Syriatelê ku li bakurê Bendava Tişrînê ye û rojên dawî berxwedan lê xurt e. Di dema serdana li eniyê û tunelan de li fermandarekî QSD’ê li Rêber Efrîn rast hatim.

Rêber bi eslê xwe ji Efrînê ye û li gel ku beriya niha birîndar bû vegeriya eniya berxwedanê. Demeke dirêj e li eniyên berxwedanê yên Tişrînê ye. Weke fermandar tevlî gelek şer û operasyonan bûye.

Em bi hev re li eniyan geriyan û li ser berxwedanê axivîn. Wê demê kesayetiya Rêber Efrîn, bi taybetî jî têkiliya wî ya xurt a bi şervanan re û rêbaza wî ya lîdertiyê şênber bû. Dema ku em li hev rast hatin, min firsend dît ku wî ji nêz ve nas bikim. Li gel ku yekemcar me hev naskirin jî me zû hev fêhm kir. Bêguman kesayetiya wî ya ji dil, durust û germ bû sedem ku em zû nêzî hev bibin. Bi van taybetmendiyên xwe di demeke kurt de hate naskirin û hezkirin.

Rêber Efrîn bi hêza xwe ya moralê dibe çavkaniyeke mezin ji şervanên xwe re. Weke fermandarekî rewşa şervanên xwe timî dişopîne û di cih de piştgiriyê dide wan. Carna ji bo moralê bide şervanên xwe henekan dike. Bi taybetî di demên herî zehmet ê şer de distirê û berxwedêriya şervanan xurt dike.

Di şer de fermandar xwedî sekneke otorîter in. Rêber Efrîn ji bo şervanan ji fermandarekî wêdetir bûye nîşaneyek. Bi lîderiya wî di nava şervanên QSD û YPJ’ê de yekîtî û hevgirtin gelekî xurt e û şervan fermandarê xwe bi her awayî ji xwe re dikin esas. Li hemberî bombardûmana hewayî û topan a artêşa Tirk a dagirker bi saya lîderiya xurt a Rêber Efrîn, şervan bi baldarî li ber xwe didin. Şervan bi bawerî û hurmeta ji wî re di nava şert û mercên zehmet de motîve bûne. Piştî êrîşên bombeyî û topan, berxwedana şervanan bi ti awayî têk naçe. Berevajî vê yekê xwe ji nû ve komî ser hev dikin û ji bo têkbirina êrîşan xwe amade dikin. Piştî êrîşan li hev kom dibin, distirên, henekan bi hev dikin û moralê didin hev; bi vê bandorê psîkolojiya şer ji bîr dikin.

‘PIŞTÎ TEQANDINA ÇEND FÎŞEKAN XWE VEKIŞANDIN’

Di dema diyalogê de qala bîranîneke xwe kir: “Em li eniyê bûn. Hin şervanên me jî di tunelan de bûn. Hevalan gotin, çete ketine pozîsyona êrîşê. Ji bo karibim cihê çete lê ne bibînim û rewşê fêhm bikim, min cihê xwe guhert. Dema ku min çete dît ez matmayî mam; min got ‘Gelo ewqas çete ji bo me hatine’. Hejmara wan bi deh qatî ji ya me zêdetir bû. Herî kêm 4 wesayitên zirxî hebûn. Min hejmara me anî ber çavên xwe û careke din li çeteyan nihêrî. Ji hewayê jî dengê balafirên keşfê û şer dihat. Ji bejahî jî êrîşa bi wesayitên zirxî û ya çeteyan hebû. Beriya ku ew xwe nêzî me bikin, me dest bi êrîşê kir. Fîşekên me yên destpêkê li çend ji wan ket; mirî û birîndarên wan çêbûn. Şer dirêj dewam nekir. Lê belê piştî pêngava me çeteyan mirî û birîndarên xwe birin û vekişiyan. Ev yek balkêş bû. Hejmara wan ji ya me zêdetir bû û hem ji hewayî hem jî ji bejahî bi amûrên êrîşê hatibûn, lê belê piştî ku me çend fîşek teqandin, vekişiyan. Dema ku hatin ji xwe bawer bûn, lê belê dema reviyan ne bi wî rengî bûn. Her yek ji wan ji cihekî reviyan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN TIŞRÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jinên Durzî alîgirê rêveberiya xweser û konfederasyona jinê ne
Nûçeya Pişt re ROJEVA 19’Ê SIBATA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê li dijî darbeyê li ber xwe bidin!

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê diyar kirin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate desteserkirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Rêya rast a ku dê çareseriyê bi xwe re bîne û…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya Tensîq û pêkhateyên Şengalê li Bexdayê ne: Divê Iraq rê nede dewleta Tirk

Şandeya ku ji Mîr Nayîf, Desteya Aşayîr, şandeya oldar û Koordînasyona hêz û pêkhateyan pêk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Cenazeyê Şehîd Dilsoz Cûdî li Kobanê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Bekir Hec Îs: Êrişa li ser xelkê Serêkaniyê ewlehiya Sûriyeyê dixe metirsiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ewlekariya Hundirîn a Hesekê: Wê êrîşkarên Qamişloyê bên cezakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?