Pêncşem, 3 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bavê Leyla û Welat: Ez bi zarokên xwe serbilind im

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê em li wan mercan bipirsin ku zarok û ciwanan ber bi made û çetebûnê ve dibin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qonaxa esasî bicihanîna sererastkirinên qanûnî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 3’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Evîndar Zîlan û Adil Amed hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    10 drone li Hewlêrê hatin xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şewqa navê xwe bû: Dîlan Şoreşger

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobetê azadiyê ya li Mexmûrê ji aliyê komeke din ve hate dewrgirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cemal Doskî ê PDK’yî hate revandin û êşkencekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlaya YJA Starê Girîn Taş li Cizîrê taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê: Siyaseta ferzkirinê biterikînin; îradeya gelê me nas bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûstafa Karasû: Divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Kirmanşaneke jineke ciwan ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nûjeniyeke rastîn a dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Amedê şerê taybet nîqaş kirin: ‘Divê aştî civakî bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 23 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Bi îdamê îradeya gelan nayê şikandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sûltan Kara tevî giliyan jî nehate parastin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > PJAK: Parastina ziman tê wateya parastina azadiyê
Kurdistan

PJAK: Parastina ziman tê wateya parastina azadiyê

PJAK’ê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî daxuyaniyek da û got: “Divê gelê Kurd bi armanca parastina ziman û çanda xwe têkoşîna xwe mezin bike, her malek bibe dibistana ziman û parastina ziman tê wateya parastina azadiyê.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Sibat 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya PJAK’ê de wiha hate gotin:

“21’ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî hatiye diyarkirin. Gelê Kurd di cîhana îroyîn de bi parastina zimanê xwe yê zikmakî xwe û çanda xwe parastiye. Lê hîn jî gelê Kurd li rastî jenosîda çand û ziman tê. Şerê parastina zimanê Kurdî ji bo gelê Kurd yekane rêya parastina hebûn û pûçkirina jenosîda çandî ye.

Polîtîkayên her çar hikûmetên Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê li hemberî gelê Kurd bi qedexekirina xwendin û nivîsandina zimanê dayikê, li ser bingehê paradîgmaya şovenist ku bi vê yekê hewl didin yek ziman, yek netew, yek dewlet, yek çand, yek dîrok û yek alayê li ser gelan ferz bikin. Ev zêdetirî ses salî ye ev polîtîkayên faşîst û şovenîst li dijî gelê Kurd tên bikaranîn. Lewra gûman ji wê yekê nîne ku gelê Kurd ji bo parastina ziman û çanda Kurdî di nav têkoşîneke bêhempa, bênimûne û fedayî de ye. Zimanê Kurdî hebûneke çandî ye ku bi wê rêyê dikare hemû mîratên dîrokê werin parastin. Lewra qedexekirina mafê xwendin û nivîsandina zimanê dayikê li ser bingehê polîtîkayên asîmîlasyonê wê bibe sedema tunebûna yasayên herêmî û cîhanî.

Pêşketin û belavkirina zimanê Kurdî û zaravayên wî bi sîyaset û stratejîyên ku prensîb û pîvanên cihêrengîya çandî di nav xwe de dihewîne, dikare pêk were. Helbet bi perwerdeyê her kes dikare zanîn û pisporiyeke temamtir bi dest bixe û ev yek jî bi perwerdeya bi zimanê dayikê pêkan e. Zimanê Kurdî yek ji pîvanên bingehîn yên hebûn û jiyana gelê Kurd e ku ji aliyê desthilatdaran ve bi her awayî tê înkarkirin û ji aliyê hikûmetên hegemonîk yên cîhanê ve jî hatiye astengkirin. Bi qedexekirina perwerdeya bi zimanê dayikê, mafê jiyana azad a gelê me binpê kirin. Ji ber vê yekê têkoşîna perwerdeya bi zimanê dayikê, têkoşîna azadiyê watedartir û bedewtir dike.  Îro gelê Kurd bi têkoşîn û fedekariya xwe ya bêwestan ji qonaxa qirkirina fizîkî rizgar bûye û dem hatiye ku bi tevahî azadiya xwe dawî li siyaseta qirkirina çandî ya dijminan bîne. Bi ferzkirina “zimanê fermî” ji aliyê rejîmên faşîst ve bê guman derfeta avakirina civakeke azad ji gelên bindest ên Rojhilata Navîn re nehiştiye. Civaka azad ew e ku bi huner û wêjeyê nasnameya xwe ya çandî bi pêş bixe û xweş bike. Lewma ferzkirina zimanê fermî yê dewletên serdest li ser netewên bindest, mînakeke zelal ya qirkirina çandî ye. Di vê cîhana çêkirî de hemû dewlemendiyên çandî yên civakan tune dikin û mafê zimanê dayikê yê gelan nadin. Ji ber vê yekê ev maf bes bi têkoşîneke berdewam dikare bê bidestxistin.

Em weke Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li hemû netewên bindest bi taybet gelê Kurd pîroz dikin û bang li hemû gelê Kurd dikin ku ji bo parastina zimanê Kurdî têkoşîna xwe bilind bikin û her malekê  bikin dibistana ziman. Yekane rêya xilasbûna ji bindestiya etnîkî û çandî ev e. Axaftina bi zimanê zikmakî jî di warê parastina zimanê Kurdî de û di vê çarçoveyê de parastina mafên xwe yên çandî û pêşvebirina mafên me yên çandî erkeke bingehîn a her kesekî ye. Parastina zimanê Kurdî yek ji azadiya gelê me ye. Bijî civaka azad.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hevşaredarê Qaxizmanê Mehmet Alkan: Ji bo rê li ber qeyûmê vekin ceza birîn
Nûçeya Pişt re Li dora Şaredariya Qaxizmanê polîsên sivîl hatin bicihkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kantona Cizirê li dijî komployê çalakiyên girseyî

Bi boneya salvegera 27’an a Komploya Navneteweyî ya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo girtina Mûhammet ji ber xwe ve sûcek afirandin

Têkildarî girtina Mûhammet Orhan ê 17 salî ku li Wanê di dema çalakiyên şermezarkirina qeyûm…

Ji aliyê Stêrk TV

Şaredariyên DEM Partiyê rapora xebatên jinan ragihand

Şaredariyên DEM Partiyê di çarçoveya kampanyaya “Ji bo jiyaneke azad û bê tundî; gotina me…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Şewqa navê xwe bû: Dîlan Şoreşger

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Qonaxa esasî bicihanîna sererastkirinên qanûnî ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nobetê azadiyê ya li Mexmûrê ji aliyê komeke din ve hate dewrgirtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeya 2 ciwanan li Til Temirê hat dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?